Ferzende Mûnzûr: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo nameyan ji saziyan re bişînin
Têkildarî rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan di şert û mercên Îmraliyê de û azadiya wî ya fîzîkî, endamê Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ji ANHA`yê re axivî.
Ferzende Mûnzûr diyar kir ku di vê demê de ji ber gelek sedeman azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîstiyek e, ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan pêvajoyê bi rê ve bibe çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bîne, divê azad bibe. Divê bi rehetî bi gel û hevalên xwe re, raya giştî û rayedarên Tirkiyeyê re, bê şert û merc diyalogê bike, her wiha dema girtinê 27 salan diqedîne û derbasî 28 salan dibe û wiha pê de çû: “Ew qas sal di şertên giran de dijî û niha temenê Rêber Apo 77 sal e. Rewşa Rêbertî her ku diçe xirab dibe. Ev cara duyemîn e çavên xwe emeliyat dike.”
Der barê rewşa tenduristiyê ya Rêber Abdullah Ocalan de Ferzende Mûnzûr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa hewa ya Îmraliyê tê naskirin, heke pola be jî jê bandor dibe. Tişta ku hiştiye Rêber Apo bimîne bîr û baweriya wî ya bi gelê wî ye. Her wiha ji bo ku ji bo gelê xwe tiştekî bike û vê meseleyê çareser bike.” Mûnzûr da zanîn ku gerek rayedarên Tirkiyeyê hesasiyeta gelê Kurd ber çavan re derbas bike û got: “Heke Tirkiyeyê di pêvajoyê de sadiq be, gerek yekser Rêber Apo azad bibe. Di 27`ê Sibatê de digotin gerek azad bibe û li parlemanê biaxive, ka pratîka vê gotinê?! Dewleta Tirk ne ji bo azadiya Rêber Apo gav avêt û ne jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gav avêtine.”
Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku divê her kes, gelê Kurd û Tirk, rayedarên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê bizanibe ku ev doza çareserkiyeke aşityane û demokrasiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bi rê ve dibe û wiha anî ziman: “Ji bo vê yekê jiyana Rêber Apo, tenduristiya wî û serkeftina pêvajoyê bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Di rewşekê de ku tenduristiya Rêber Apo ne baş e, divê bi awayekî lezgîn gav werin avêtin. Di vê mijarê de divê gel jî bi berpirsyariya xwe rabe û di vê demê de xebatên ji bo demokrasiyê bên pêşxistin.”
Mûnzûr got: “Divê rêxistinên navneteweyî; Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Mafên Mirovan, Rêxistina Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Dadgeha Ewropayê û Komîteya Wezîran ên bi vê dozê ve eleqedar demildest bi erka xwe rabin û Rêber Apo azad bibe.”
Ferzende Mûnzûr got ji bo daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê ji saziyan re nameyan bişînin û ev lê zêde kir: “Em ê di nava 3 rojan de ji NY, Konseya Mafên Mirovan a NY`yê, Komîteya Wezîran û Serokatiya Konseya Yekitiya Ewropayê re nameyan bişînin.”