LÊZGÎN: Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê dê sibê bi Abdullah Öcalan re hevdîtinê bike.
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) dê sibê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Berdevka Partiya DEM Ayşegul Dogan di civîneke çapemeniyê de ku li navenda partiyê hat lidarxistin, diyar kir ku endamên Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzerê Ofîsa Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgûr Erol dê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.