المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Karasû: Ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêbertî şert e

0 5

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e û got, “Gelê ku qadên Newrozê dagirt peyam da dewleta Tirk ku heta Rêber Apo azad nebe ti pirsgirêk çareser nabe.”

Cejna Newrozê li her derê bi coşeke mezin hate pîrozkirin û hîn jî tê pîrozkirin. Gelo we coşa Newroza îsal çawa pêşwazî kir? 

Destpêkê ez cejna Newrozê û Remezanê ya Rêber Apo û gelê me pîroz dikim. Ev hêvî dikim ku cejna Newrozê û Remezanê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê. Ez şehîdên me yên mezin ên Newrozê Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî, Sema Yuce bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dîsa ez hevrê Sînanê Sor ê ku sala 2019’an li Qendîlê şehîd bû, Serhat Varto, Serhat Şafak, Navdar Sinegir û Şiyar Feraşîn ê ciwan jî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bê guman di Newrozê de şehîdên me pir çêbûne. Ez hemû şehîdên me bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez hevrê Ahmet Kurt, Selman Dogru û Mehmet Kurt ên ku 28’ê Adara 1980’an li Şkestunê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Weke tê zanîn hevrêyê me Mahsum Korkmaz jî 28’ê Adarê şehîd bû. Lewma navbera 20-28’ê Adarê weke Hefteya Qehremaniyê hate îlankirin. Ez hemû şehîdên me yên di vê hefteyê de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. 

Ev Newroz bi rastî jî li çar parçeyên Kurdistanê, li dervey welêt û li her devera ku Kurd lê ne, bi rengekî xurt û bi coş hate pîrozkirin. Coşa vê Newrozê cuda bû. Helbet sedemên vê jî hene. Em vê diyar bikin, sedemê coşa vê Newrozê têkoşîna 53 salan e. Bê guman Newroz her tim di dîroka Kurdan de hebû. Wê ji vir û şûnde jî hebe. Êdî ne pêkan e ku Newroz ji dîrokê were jêbirin. Lê di salên 1970’an de bi rastî jî qirkirina li dijî Kurdan hatî pêkanîn, qirkirina li dijî Newrozê bû. Tê bîra min di sala 1977’ê de me li Gazîantepê bi rengekî xurt Newroz pîroz kir. Dema me li Dîlokê jî pîroz kir, me ji her derê lastîk kom kirin û agirekî mezin vêxist. Wê demê xelkê Dîlokê mat ma. Bi taybetî jî Tirk, jixwe nedizanîn. Kurdan dizanîn lê dîsa ji her derê wisa bi rengekî xurt gurbûna agir, ew mat kiribûn. Yek ji taybetmendiyên din ên wê Newrozê ev bû, agir wisa hatin vêxistin, Cadeya Bankalar hebû, li wir gelek banka hatin bombekirin, di nava vê bombekirinê de Hakî, Kemal û em jî hebûn. Piştî banka hatin bombekirin, li her derê agir hatin vêxistin. Yanî bi vî rengî me xwest Newrozê zindî bikin. Ji wê rojê heya niha, 53 sal in Newroz mezin bû û gihişt roja îro. Hingî ku têkoşîn pêş ket, Newroz hîn coştir hate pîrozkirin. Hingî Newroz bi coş hatin pîrozkirin, helbet vê hêz da Newrozê jî û em hatin Newroza 2026’an. Her Newroz jixwe mîna kongreyeke gelê Kurd e. Hemû gelê Kurd beşdar dibe, hest û fikrên xwe tîne ziman, armancên xwe diyar dike. Ya 2026’an jî bi kombûna têkoşîna 53 salan, bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Helbet şehîdên mezin ên Newrozê hene. Bi taybetî sala 1992-93’yan rû bi rûyê komkujiyan ma. Di salên 1990’î de êrîşên pir tund li dijî Newrozê pêk hatin. Ji gelê me yê welatparêz bi sedan kes şehîd bûn. Her Newroz bû serhildan û dijmin tirsiya. Di her Newrozê de dijmin ditirsiya, lewma her der bi leşker û polîsan tejî dikir. Lewma Rêbertî ji gelê Kurd re got, gelê Newrozê, gelê serhildanê. Bi rastî jî gelê Kurd di salên 1990’î de bû gelê Newrozê. Gelê Newrozê jî heya van rojan, têkoşîn geş kir û têkoşîn li çar parçeyên Kurdistanê mezin bû. Gelek pêşketinên girîng derxist holê. Tişta ku bûyî sedem ev Newroz wisa coş derbas bibe, têkoşîna 53 salan e, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me ye. 

Niha li Rojhilata Navîn şerekî berfireh heye. Kurd di zanebûna vê jî de ne. Mîna şerê cîhanê yê yekemîn hemû tengavî û zehmetiya şer avêtin ser milê Kurdan. Çawa ku Kurdistan hate çar parçekirin, li ser Kurdan polîtîkayeke qirkirinê hate meşandin. Êdî Kurd bi têkoşîna 50 salan, bi têkoşîna sed salan gihişt zanebûneke diyar. Êdî di şert û mercên şer ê li Rojhilata Navîn de, mîna piştî şerê cîhanê yê yekemîn Kurd êdî naxwazin bêazadî û bêstatu bimînin. Kurdan bi vê hişmendiyê ev qadên Newrozê pîroz kirin. Yek ji sedemên girîng ê derbasbûna van Newrozan jî, sekna gelê Kurd a di şer de ye. Sekna xwe nîşan da û helwesta xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê nîşanî her kesê da. Helbet vê yekê kir ku Newroz pir coş derbas bibe. Bi rastî jî Kurd êdî gelê berê nîne. Veguherî gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Weke Apoyî û PKK’î dema em derketin armanca me ya herî esas ev bû: “Afirandina gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike.” Ji ber ku piştî gelekî ji bo azadiya xwe şer dike hate afirandin, jixwe wê armancên din pêk hatiban. Heta ku gelekî wisa nehatiba avakirin, ti armancên din ên ji bo azadî, demokrasî û statuyê pêk nedihatin. Niha bi rastî jî gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike, hatiye afirandin. Ev destkeftiyek pir mezin e. Niha Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn, li cîhanê bûye pêşengê gelên ku ji bo azadiya xwe şer dikin. Ev jî helbet sekneke ji aliyê Newrozê ve hatî avakirin e. Mejî û ruhê Newrozê, di heman demê de ruhê azadî û demokrasiyê ye, ruhê serhildana li dijî zilmê ye. Me dît ku tevlîbûneke xurt ji bo Newrozê çêbû. Bi vê wesîleyê em hemû gelê me yê ku wisa xurt tevlî bûye, pîroz dikin. Em bawer dikin ku ev sekin, helwest û coşa gelê Kurd wê teqez Kurdistan û Rojhilata Navîn veguherîne rastiyeke azadî û demokrasiyê. 

Tevlîbûna gelê Kurd û dostên wê ya ji bo Newrozê, çi îfade dike? 

Her Newrozek xwedî armancekê ye. Di her Newrozê de kongreyeke gelê Kurd tê pîrozkirin. Di wê kongreyê de, biryar tên dayîn, tê nîşakirin ku wê ewsal bi kîjan armancê derbas bibe. Newroza îsal jî weke azadiya Rêbertî û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd hate pîrozkirin. Mijara azadiya Rêber Apo, pir girîng e. Rêber Apo 27 sal in li girtîgehê ye, ji vî alî ve azadiya rêberekî wiha, Rêberê Gelê Kurd girîng e. Rêbertî hemû temenê xwe da vî gelî. Li cîhanê ti rêbertî wiha jiyana xwe nedayîne armanca xwe. Bi rastiya jî ev rastiya rêbertî destpêkek e. Mînak e. Divê mirov vê destnîşan bike. Gelê Kurd gelek zehmetî bi saya hest û fikrên Rêber Apo derbas kirine. Gelo çima 27 sal in li zindanê tê ragirtin? Ji ber ku ev gel hişyar kiriye, rêxistin kiriye, hêza têkoşînê jê re ava kiriye, 27 sal in Rêbertî li zindana Îmraliyê di şert û mercên herî giran ê tecrîdê de tê ragirtin. Erê, dem bi dem tecrîd hinekî sist dibe, ev jî encama têkoşînê ye. Di encama têkoşînê de dewlet jî zehmetî dikêşe. Dem bi dem Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk bang dike, agirbestan radigîne, li ser vî bingehî hevdîtin çêdibin. Lewma carna tecrîd sist dibe. 

27’ê Sibata 2025’an Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk kir. Ji wê demê ve jixwe şer sekinî. Vê bangê encamên pir girîng derxist holê. Rêber Apo ji bo serxistina vê bangê, pêşniyar kir ku PKK were fesixkirin û têkoşîna çekdarî were rawestandin. Têkildarî vê me gav avêtin. Lê salek derbas bû, ji bo ev pêvajo hîn bêhtir pêş bikeve azadiya Rêber Apo şert e. Gel bi banga ku divê Rêber Apo di şert û mercên azad de bixebite, qadên Newrozê tejî kir. Gel bang li dewleta Tirk kir ku heya Rêber Apo azad nebe, ti pirsgirêk çareser nabin. Gel bi vê ruh û hestê qad tejî kirin. Gel êdî naxwaze Rêber Apo li zindanê bimîne. Rêberê Gelê Kurd 27 sal in, li zindanê ye. PKK û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, têkoşîna herî mezin a dîroka Kurdistanê ye. 53 sal in bê navber têkoşîn tê dayîn. Çend nifş di nava vê têkoşînê de mezin bûn. Çend nifş bi zanebûna azadiyê, bi zanebûna azadkirina Kurdistanê mezin bûn. Rêber Apo rastiya civakek wiha afirand. Di vê Newrozê de dirûşmeya ji Rêber Apo re azadî bandorek girîng çêkir. Her kes dizane ku Rêberê Gelê Kurd xwedî hêza çareseriyê, pêşxistina demokrasî, azadî û aştiyê ye. Her kes îrade û hêza biryarê ya Rêber Apo dizane. Lewma gelê Kurd dixwaze rêberekî wiha azad bibîne. Bi vê yekê re dixwaze bigihije jiyana azad û demokratîk. 

Li aliyê din pêvajoya aştî û civaka demokratîk heye. Gelê Kurd destekê dide vê pêvajoyê. Jixwe piştgirî dayîna Rêber Apo, piştgirî dayîna pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Jixwe li qadan dirûşmeyên azadî ji bo Rêber Apo, li her derê hatin berzkirin, ev dirûşmeya herî esas a hemû qadan bû. 

Tevlîbûna jin û ciwanan a ji bo şahiyên Newrozê, pir balkêş bû. Newroz li her derê bi pêşengiya jin û ciwanan hate pîrozkirin. Ev yek çi nîşanî me dide? 

Jixwe di têkoşîna me ya azadiyê de jin û ciwan pêşeng in. Rêber Apo azadiya jinê weke bingehê têkoşînê dît. Jinên Kurd bi rastî jî heq kirin ku bibin pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Ya ku di salên 1990’î de bûyî sedem ku serhildan xurt derbas bibin, tevlîbûna jinan a li serhildanan bû. Sekna jinan a di 8’ê Adarê de bandoreke girîng li Newrozê kir. Êdî 8’ê Adarê agahiya ku Newroz wê çawa derbas bibin, didin. Bi rastî jî 8’ê Adarê, pir zû mizgînî da ku Newroz wê bi rengekî xurt were pîrozkirin. Lewma em jin û ciwanan pîroz dikin. 

Jixwe her tim di Newrozan de jin li pêş bûn. Sekin, Deng, cil û bergên neteweyî yên jinan bû çanda Newrozê. Dema Newroz tê gotin, tişta tê aqlê mirov sekna jinan e. Ji ber ku Newroz bûye nirxekî çandî, di vê yekê de rola jinan pir zêde ye. Bi rastî jî jin bi sekin û nêzîkatiyên xwe şêwe didin çand û ruhê Kurdî. Jixwe erdnîgariya ku jin lê bûne xwedawend, Kurdistan e. Jin li vê erdnîgariyê heya qonaxa Neolotîk, timî li pêş bûn. Bûye zayenda ku civak afirandiye, jixwe jinan civak afirandiye. Civakîbûna ewilî jî li vê erdnîgariyê şêwe girtiye. Ev kevneşopî roja îro di Newrozê de bi rengekî xurt xwe nîşan dide. Ev pir girîng e. Ev karakterê azadî û demokrasiyê kûr dike. Newroz nîşan dide ku azadî, demokrasî û jiyana nû wê çawa be. Ya ku vê bi rengekî herî balkêş nîşan dide jî jinên Kurd in. Bi rastî jî bi rengî ne tenê ji gelê Kurd re, ji cîhanê re jî sekneke mînak nîşan dide. Ciwan jî jixwe siberoja gelê Kurd in. Jixwe em jinên Kurd di Newrozan de bi rengekî pir xurt dibînin. Ji vî alî ve ev yek ji bo siberojê hêviyê dide me. Bi rastî jî ev sekin û coşa jin û ciwanan a di Newrozê de, hêviyeke mezin dide me, nîşan dide ku em ê siberojê bi ser bikevin. Ti kes bila bêhêvî nebe. Siberoj teqez wê bi pêşengiya jin û ciwanan demokratîk û azad bibe. Vê Newrozê ev yek nîşan da. Li her dera Kurdistanê, li metropolan û li dervey welêt jî me li her derê ev yek dît. Ev yek nîşan dide ku wê siberojê pêşketinên pir girîng çêbibin. Ev xwedî derketina jin û ciwanan, nîşan da ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Eger jin û ciwan xwedî li îdeolojiyekê, li rêberekê derbikevin, ev îspatek eşkere ye ku ew rêbertî û îdeolojî wê pêşketinên mezin biafirînin. Divê mirov vê yekê wiha îfade bike. 

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê li qadan hate xwendin û bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Bandora pêvajoya aştî û civaka demokratîk, a li ser vê yekê çibû? 

Helbet bandora pêvajoya aştî û civaka demokratîk pir li ser vê Newrozê hebû. Jixwe taybetmendiya îsal a herî baş, pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Ruhê sala 2026’an, ruhê aştî û civaka demokratîk e. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk Newroz anî vê rewşê. Ji ber ku ev pêvajo, ne pêvajoyeke ji rêzê ye, pêvajoya azadiya gelê Kurd e, pêvajoya bi destxistina xwerêveberiyê ye. Ji ber ku sala 2026’an bi van nîqaşan derbas bû, ev Newroz jî wisa xurt derbas bû. Hemû Newroz polîtîk in, lê ev Newroz bi rastî jî di polîtîkbûnê de gihişt lûtkeyê. Divê mirov vê bibîne. Di vî şerê li Rojhilata Navîn de helwesta gelê Kurd nîşan da, yekîtiya demokratîk a Kurd nîşan da, Kurd kir yek. Projeya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo di heman demê de yekîtiya gelê Kurd çêkir. Tevî derew û demogojiyên hinek kesan jî, hemû gelê Kurd dizane ku serketinek mezin di pêvajoya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo de heye. Eger pêş bikeve, wê serketineke mezin çêbike. Dewleta Tirk gelo bi rastî jî wê bersiva vê bide? Yan wê bersiva pêvajoyê nede û xirab bike? Ev mijarek cuda ye. Lê hemû têkoşînên azadiyê dixwazin bi rêya siyaseta demokratîk encam bigirin, ev jî parçeyekî têkoşînê ye. Siyaseta demokratîk, têkoşîna siyasî, lêgerîna siyasî ya çareseriyê, gavek, du gav, sê gav, di dawiyê de ev gav dibin yek û çareseriyek tê dîtin. Ji vî alî ve ev jî têkoşînek e. Yanî lêgerîna siyasî ya çareseriyê jî têkoşînek e. Têkoşîn tenê bi rêbazên leşkerî nayê meşandin. 

Pêvajoya aştî û civaka demokratîk bandor kir ku ev Newroz evqasê bi coş derbas bibe. Jixwe peyama Rêber Apo bi rengekî bi coş pêşwazîkirin jî, îspata vê ye. Peyama Rêber Apo ya Newrozê bernameyek bû. Ne tenê peyameke pîrozbahiyê bû. Çareseriya pirsgirêka Kurd çawa dibe? Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê çawa çêbibe? Demokratîkbûna Rojhilata Navîn wê çawa bibe? Pirsgirêkên Rojhilata Navîn wê çawa çareser bibin? Di peyama wî ya Newrozê de evane hebûn. Li aliyê din taybetmendiya dîrokî ya Newrozê, li ser esasê xwişk-biratiya gelan e, têkoşîna li ser esasê xwişk-biratiya gelan, têkoşîna li dijî despotan îfade dike.  

Bi vê aliyê xwe ve, Rêber Apo diyar dike ku şerên mezheb, netewperestî, şerên têkildarî vê yên li Rojhilata Navîn ne li gorî ruhê Newrozê ye û ruhê Newrozê gelan dike xwişk-bira û li dijî zilmê têdikoşe. Ji ber vê yekê peyama Newrozê ya Rêber Apo pir pir girîng bû. Bernameya çareseriya demokratik bû. Ji bo Rojhilata Navîn bernameya çareseriya demokratik bû. Li Rojhilata Navîn wê gel çawa bigihîjin jiyana azad û demokratik? Ev pir girîng e. Divê em bersiva vê bidin. Helbet wê Tevgera me ya Azadiyê ku tevgera herî xurt ê Rojhilata Navîn e û rêberê wê Rêber Apo bersiva vê bide. Ji ber ku divê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin. Rêber Apo rola Rojhilata Navîn ya di dîrokê de vegot. Erdnîgariyeke ku çandê diafirînê ye. Hatina vê rewşê ya vê erdnîgariyê helbet ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Wê demê divê em ji bo ev erdnîgarî ku çandê diafirîne û dergûşa şariştanî û mirovahiyê ye, vê carê jî bibe dergûşa şariştaniya demokratik, bixebitin. Yek ji armancê ruhê Newrozê ev e. Divê di Newrozê de ev yek were bîra me. Divê di Newrozê de xwişk-biratî were bîra me. Newroza ne cejnekî wisa zuha ye. Newroz li Rojhilata Navîn têkoşîna hevpar a gelan, têkoşîna hevpar a li dijî zilmê û têgihiştina azadiyê îfade dike. Bi vê aliyê xwe ve, Rêber Apo bi peyama Newrozê hemû taybetmendiyên Newrozê daniye holê. Li ser vê bingehê diyar kiriye ku her kes, gel li gorî ruhê Newrozê têbikoşin û tevkarî jiyana azad û demokratik a Rojhilata Navîn bikin. 

We derbarê girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hinek agahî dan. Rapora Komîsyona Meclîsê hat amadekirin. Raya giştî niha mereq dike ku gelo Meclîs tişta ku dikeve ser milê wî bike an ne. Hûn dikarin derbarê qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çi bibêjin? 

Meclîs di betlaneyê de bû. Helbet piştî cejnê betlaneya Meclîsê bi dawî dibe, bi dawî bû. Niha çav li Meclîsê ne. Belê, komîsyon raporek amade kir. Komîsyonê di raporê re pêşbînî kir ku Meclîsê jî ligorî azadî û demokrasiyê qanûnan derbixe. Ger di vê pêşbiniyê de jidilbûnek hebe, ger bi rastî jî pêşbiniya wan bigihe armancê, wê demê divê Meclîsê qanûnên azadiyê derbie. Divê qanûnên demokratîkbûnê derbixe. Dibêjin Meclîs îradeya civaka Tirkiyeyê ye û civaka Tirkiyeyê temsil dike. îdia ew e. Wê demê pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê çi ye? Pirsgirêka Kurd e. Ger Meclîs derbarê pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê de rolekî neleyze, çi wateya wê Meclîsê heye? Ger ev Meclîs bibe Meclîs divê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de îradeyek deyne holê. Meclîsa ku derbarê çareseriya pişirmek Kurd de îradeyek raber neke, li Tirkiyeyê tu car nabe meclîsek rast. Her tim bibe meclîsekî di bin wesayetê de. Ji ber ku ger nikare pirsgirêka Kurd çareser bike û gavek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd navêje, nexwe bi bandora hinek kesan gavan navêje. 

Di vî aliyê de, helbet em jî, gelê me jî, civak jî dixwaze Meclîs bikeve dewrê. Qala bêçekbûnê û siyaseta demokratik tê kirin. Gelo wê siyaseta demokratik çawa were kirin? Gelo niha li gorî Destura Bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê siyaseta demokratik dikare bê kirin? Teqez nayê kirin. Wê demê divê li Tirkiyeyê qanûnên meşandina siyaseta demokratik divê werin derxistin. Di vê mijarê de pêwîstî bi guhertinên destura bingehîn heye, pêwîstî bi guhertinên qanûnî heye. Ji ber ku bi destura bingehîn û qanûnên heyî siyaseta demokratik nayê kirin. Çima nayê kirin? Hûn dibinin bi hezaran siyasetmedar li derveyî welat e, bi hezaran siyasetmedar li girtîgehê ne, hîna jî siyasetmedar di bin gefê de ne.Numan Kurtulmuş çi got? Got ger ev pêvajo bi ser nekeve wê siyaset di bin zextê de bimîne. Xwest vê bibêje ev şîrova min e, gef li DEM Partiyê jî xwar, lê erê ger ev pêvajo li ser esasê demokratîkbûne nemeşe wê çi bibe? Wê dubare dadgeh, girtîgeh tijî bibin. Nexwe divê ev pêvajo bi ser bikeve. Em ji Numan Kurtulmuş vê fêm dikin. Wê çawa bi ser bikeve? Rêya bi ser ketina wê jî ew e ku bi rastî jî têkoşîna siyasî ya demokratik were dayîn, azadiya rêxistinbûn, azadiya fikrî û her curê rêxistinbûn bi azad were kirin. Tu qebûl bikî an nekî, tu rast bibinî yan nebînî fikrek dikare xwe rêxistin bike. Dikare birêxistin bike, dikare bi rêyên demokratik têbikoşe. Lê niha ev li Tirkiyeyê tune ye. Ji ber vê yekê divê Meclîsê hewldana vê bike. Vê ne tenê ji bo Kurdan divê ji bo gelê Tirkiyeyê jî bike. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, azadiya gelê Kurd jî asteng dike. Demokratîkbûna Tirkiyeyê tê astengkirin. Ji ber ku Kurd sud werbigirin, gavên demokratîkbûnê nayên avêtin, gelê Tirkiyeyê jî zirarê ji vê yekê dibine. Me di vê aliyê de îrade raber kir, me rêxistinê fesih kir, em bêçekbûnê qebûl dikin, me dawî li têkoşîna çekdarî anî, lê divê qanûnên wê derkevin. Niha divê Meclîsê bi vê aliyê xwe ve bi esasî bixebite. Divê rewşa Rêbertî zelal bibe. Divê Rêber Apo bigihije statuyeke ku pêvajoyê bi rêve bibe. Niha hevdîtin tên kirin, dewletê hevdîtin dike. Muhatap digere. Divê êdî muxatabê fermî bigre. Divê hevdîtinên fermî werin kirin. Divê cihê Rêber Apo zelal bibe. Divê êdî ne qedexe, veşartî, lê eşkere be. Êdî demê vê hatiye. Nizanim hin partî, hin aliyên marjinal çi bibêjin? Dikarin bibêjin. Li her derê kesên ku li dijî her curê tiştan derkevin, heye. Sedan sed her kes tevlî nabe. Li her derê cîhanê wisa ye. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo girîng e, xebitîna wî ya azad girîng e, divê wekî muxatab statuya wî diyar be. Divê Meclîsê di qada siyasetê de biryarê bigre. Ger muxatab be, muxatab e. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkê qada azadiyê nas bike. Dibêjin bila Rêbertî vê bike, wê bike, hem jî li cihekî teng digrin. Wisa nabe. Rêbertî li wê derê encax dikare ewqas bike. Nikare zêdetirî wê bike. Em jî nikarin zêdetir bikin. Ger Rêbertî azad bibe, her kes bawerî pê bîne ku wê pêvajo bi ser bikeve, wê îkna bin. Heta ku cihê Rêebrtî wiha bibe, dudil bin, îkna nebin, nabin. Ji ber vê yekê divê Meclîsê teqez rewşa Rêber Apo zelal bike. Di vê mijarê de helbet divê pêşî hikumetê rol bilîze. Divê Partiya Muxalefet ya sereke rol bilîze. Êdî ev pêvajo wiha nameşe. Divê her kes berpirsyarî bigre. Ez dikarim vê zelal bikim. 

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gelek caran destnîşankiribû ku ger ev pêvajo zede were dirêjkirin, wê xeterî mezintir bibin. Îro dema ku em li bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê dinerin, ev pir hatiye îspatkirin. Bi rastî jî dewleta Tirkiye di ferqa vê rewşê de ye, yan ketiye pey hesabên erzan? 

Min di pirsa din de diyar kir. Ev mijarek cidî ye. Divê mirov cidî nêz bibe. Mirov bi mijûlkirin û xapandinê nêzî mijareke wisa nabe. Divê cidî bin. Ger dewletek be, desthilatdariyek be, ger pirsgirêk mezin be divê mirov wiha nêz bibe. Bi mijûlkirin û xapandinê ev kar nameşe. Ev kar bi dem qezenckirinê nabe. Ji ber vê yekê divê mirov cidî nêz bibe. Divê îradeya xwe raber bikin. Jixwe bi xwe jî dibêjin. Dibêjin ev pêvajo girîng e. Binêrin Rojhilata Navîn tevlîhev bûye. Di hawirdorekî wiha de xurtkirina aniya hundir girîng e. Rêya xurtkirina eniya hundirîn ji aştiya bi Kurdan re derbas dibe. Ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas dibe. Bi şerê Kurdan re nikarin aştiya hundirîn pêk bînin, wê xwe biqedînin. Ji ber vê yekê Rêber Apo her tim  diyar kiriye kudi dîrokê de bi tifaqa Kurdan re Kurd jî qezenc dikin, bi şerê Kurdan re winda dikin. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk cidî nêz bibe. Hêviya her kesî jî ev e. Lê ger were dirêjkirin, wê gelek kes sabote bikin. Divê neyê dirêjkirin. Ger bifikirin ku bila bimîne ji demê re ka wê çi bibe, dema şert û merc guncaw bû em ê pixînê lê bidin, ev xeflet e. Ev ne politika ye. Em alîgirê çareseriyê ne. Em her curê nêzîkatiyên maqûl raber dikin. Lê em nayên tiştên bi vî rengî. Em tevgerekî 53 salî ne. Em ne yê salekî, du salan in, em xwedî tecrubeyeke mezin in. Dîrokekî mezin li pişt me heye. Berpirsyariya me heye. Em zêdeyî 50 sal in di nava vî karî de ne. Ma em dikarin ji rêzê nêz bibin? Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk jî vê rasiyê bibîne û rast nêz bibe. Çiqas di cidîyeta vê karî de ye.Ne ferqa geşedanên li herêmêye, ne jî ferqa pêşerojê de ye. Dîsa hinek mêrxasî dikin ya, dibêjin em ê Kurdan wisa biperçiqînin filan, mutleq fikir ev e. Bi vê re nagihin tu cihî. Têkoşîn e; hin caran windahî û zehmetî çêdibin. Lê têkoşîn tê meşandin. Wê demê çima ev pêvajo ji demê re tê hiştin? Çima nayê çareserkirin? Aqil û mantiq li holê ye. Maqul nêzîkbûyîn, çareserkirna pirsgirêkê ye. Nexwe pirsgirêk ne windakirina Kurdan e. Kurd jixwe têdikoşin.Marx gotiye; ji bilî zincîran tu tîştek nîne ku karker winda bikin. Ji bilî zilm û zextê Kurd jî tîştek din winda nakin. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk rast nêzî vê pêvajoyê bibe. 

Helbet, di nava bûyerên li herêma me diqewimin pozisyona gelê Kurd jî girîng e. Di vê aliyê de, zêdeyî 200 şexsên Başûrê Kurdistanê Banga Tifaqa Neteweyî weşandin û bersiva Komîteya Rêvebir a KCK’ê bi raya giştî re hate parvekirin. Ji bo Kurdan yekîtî pir girîng e, lê yekîtiyeke çawa? 

Niha ji bo Kuran yekîtî girîng e. Ev her tim ji aliyê her kesî ve tê gotin. Rewşa Şerê Cîhanê yê Yekemîn li holê ye. Jixwe hingî yekîtî tune ye. Nêzîkatiyên eşîrî yên parçekirî hene. Îradeyeke ku tevahiya Kurdistanê temsil bike, derneketiye. Encamên nerênî yên wê rewşê hene. Niha kes naxwaze bikeve wê rewşê. Ji ber vê yekê yekîtiya Kurd pir girîng e. Di rastiyê de pêk hatiye. Gel di asta civakî de yekîtiya xwe pêk aniye. Gelê Kurd di vî aliyê de yekîtiya xwe raber kir. Di xwedîderketina Rojava de raber kir. Di Newrozê de raber kir. Ji ber vê yekê divê di vê mijarê de yekîtî çêbibe. Helbet divê ev yek di qada siyasî de jî pêk were. Divê di qada siyasî de zîhniyeta demokratik pêş bikeve. Di qada siyasî ya demokratik de çawa ye? Nêzîkatiya ku divê ez serwer bibim heye. Zîhniyeta demokratik tune ye. Mînak, yek dibêje divê ez serwer bibim. Yanî tu ji ber çi serwer bibî? Dibe ku Başûrê Kurdistan yê demokratik çêbibe. Dibe ku azadiya her cihî bibe. Têgihiştina dewletê ya navendî, têgihiştina sedsala 1’an, 20’an e. Divê em di roja îro de bi têgihiştna demokrkatîk yekîtiyê pêk bînin. Divê têkiliyên siyasî bikin. Divê yekîtiya gel pêk bînin. Mînak di azadiya Kurdistanê de, dibe ku xwecihbûna Botanê bi xwe bibe. Demokrasiya xwecihî dibe. Taybetmendiyên xwecihî dibe. Dibe ku taybetmendiyên demokrasiya xwecihî ya Dersimê bibe. Di nava Kurdistanê û Tirkiyeyê de dikare bibe. Kurd di nava têkiliyê de ne. Kurd jixwe hevgirtineke îfade dikin. Niha sînor hene. Lê dîsa jî Kurd hevgirtî ne. Ma sînor ji bo yekbûna hevpar a Kurdan astengî ye. Na. Bi vê aliyê xwe ve, dema ku dibêjin nêzîkatiya demokratik, çanda demokratik, yekîtiya demokratik, hem yekîtiya demokratik a gelê Kurd hem jî nêzîkatiya demokratik a hêzên siyasî pêwîst e. Divê bi nêzîkatiya demokratik û têgihiştina demokratik bibe. Bi taybet di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, li her derê, li rêveberiyan hevkarî dibe ku çêbibe. Lê tiştekî wisa nîne ku yek bibêje ezê serwer bibim, wê her kes bikeve bin kontrola min, Bakur jî, Rojava jî, Rojhilat jî bikeve bin kontrola min. Her kes li her derê di bingeha demokratik de bi îradeya gel, bi rêveberiyan dikare bibe hevkar. Dikarin tevlî rêveberiyan bibin. Di vî aliyê de yekîtiya Kurd a demokratîk girîng e. Rêber Apo bi israr dixwaze ev çêbibe. Ev bang çêbû. Em piştgirî didin bangê. Em vê bangê rast dibinin. Hemû rewşenbîr û hunermendên Kurd, her kes dikarin rola xwe di pêkanîna yekîtiya demokratik de bilîzîn. Em vê girîng dibinin. Ger Kurd di hawirdora ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizayn kirin, statukoya nû ya hevsengiyên Rojhilata navîn diyar dibe de, bibin yek wê ev yek wan xurt bike û cihê wan xurt bike. Ev mutleq ne ew e ku hemû parçe bibin yek û bibin dewletek. Lê wê ev yekîtî li her parçeyê cihê Kurdan xurt bike. Wê Kurdan zêdetir nêzî jiyana azad û demokratik bike. Tişta ku em ji yekîtiya demokratik fêm dikin ev e. 

Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de bi xurtî dewam bike. Hûn qonaxa heyî ya vî şerî çawa dinîrxînin? 

Niha qonaxa heyî ya şer tirsnak e. Belê çeken nukleer nayên bikaranîn, lê teknîk ewqas pêşketiye ku amûrên şer ên ku tên bikaranîn hilweşîner e. Herî zêde di destê DYA-Îsraîlê de ye, Îran jî bikartîne. Ji ber ku zanist pêş ketiye, teknîk pêşketiye. Teknîk di destê her kesî de ye, fîzîk û zanist di destê her kesî de ye. Her kes vê pêş xist. Niha tiştekî ewqas hilweşîner heye. Asta heyî ya şer nişan dide ku wiha nabe. Divê Rojhilata Navîn wiha nebe. Divê nêzîkatiya li hemberî pirsgirêkan wiha nebe. Ji ber vê yekê hem nêzîkatiya hêzên navneteweyî ji bo herêmê şaş e, hem jî nasandina hêzên herêmê şaş e. Têgihiştina wan a çareserkirina pirsgirêkan şaş e. Ne ya DYA-Îraîlê ne jî ya Îranê rast  e. Ev ne nêzîkatiyeke rast e. Ev jî ne rast e; belê DYA-Îsraîl dikare rexne bike. Lê gelo dewletek dikare wê bibêje; serweriya min a neteweyî heye, di nava welata xwe de dikarim her tiştî bikim. Wisa dibe? Ev ne tiştekî bê qebûlkirin e. Jixwe ev tişt pirsgirêkên Rojhilata Navîn bêçareserî dihêle. Ew ne serweriya neteweyî ye. Serweriya neteweyî çawa çêdibe? Jiyanîkirina îradeya demokratik û îradeta azadiyê ya civakekî ye. Asta heyî ya şer giran e. Belavî herêmî jî dibe. Bandora xwe li petrolê, li cîhanê dike. Ev şer nişan dide ku şerên serweriyê çawa ne, çawa bêçareseriyê diafirîne. Rewşa heyî ya Rojhilata Navîn pirsgirêka me ye. Rojhilata Navîn çima hat vê rewşê? Çima ji mudaxaleyan re vekirî bû? Çima ji mudaxaleyan re dibe hincet. Helbet divê gelen Rojhilata Navîn vê lêpirsîn bike. 

Dema ku ev şer dewam dike, hûn pozisyona hêzên ku wê hawirdora azadî û demokrasiyê ya rast biafirînin, çawa dibinin? Dîsa hûn gelên ku dibin mexdûrên rast ên şerên qirêj ên di navbera hêzên navneteweyî û herêmî, çawa dibînin?

Şer heye, mudaxele heye. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. DYA dixwaze cihê xwe xurt bike. îsraîl jî wiha dixwaze. îran dixwaze cihê xwe xurt bike, bibandor bike. Şer dewam dike. Teqez çareseriya wê çareseriyeke demokratik û siyasî ya li ser binegha têgihiştina neteweta demokratik a kuk Rêber Apo raber kir e. Çareseriya li ser bingeha xwişk-biratiya gelan e. Rêbertî vê alternatîfê raber kir. Rêber Apo li dijî projeya bi şer re dizaynkirina Rojhilata Navîn, dibêje divê Rojilava Navîn xwe wiha dizayn bike. Projeya Aştî û Civaka Demokratîk a bi Tirkiyeyê re heye. Hemû welat dikarin vê ji xwe civakên xe bikin. Li dijî wê şerê, dikarin vê bi vê polîtîkayê bi rawestin. Dikarin bi vê polîtîkayê bikevin pêşiya wê projeyê. Rêya sêyemîn; girtina rêya hêzên serwer ên navneteweyî, dane diyarkirina neçareserbûna polîtîkayên dewletên herêmê ye. Rêya sêyemîn ku Rêber Apo danî holê ew e ku gel pirsgirêkên xwe bi rêya demokratîkbûnê çareser bikin. Divê gelek îradeya gelekî neşkîne. Divê gelên Rojhilata Navîn bêyî ku îradeya hev bişkînin, jiyana hevpar biafirînin. Em dixwazin di rojên Newrozê de vê peyamê careke din bidin. Divê gel çareeriya xwe deyin holê. Divê qebûl bike. Divê ne polîtîkayên navneteweyî yên serweran qebû bike, ne jî polîtîkayên dewletên herêmê qebûl bike. Divê îradeya xwe ya demokratîk deynin holê. Ger evt têgihiştina demokratîk pêş bikeve, li Rojhilata Navîn pirsgirêkên dikarin werin çareserkirin. Bi vê aliyê xwe ve, tiştên ku Rêber Apo danî holê, di Newrozê de raber kir, dibe projeya çareseriya ya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin