المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Bekir El Ceradê: Banga 27`ê Sibatê mifteya çareseriyê ye

0 32

Bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibata 2025’an ve hatibû kirin, berdevkê Însiyatîf Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Bekir El Ceradê ji ajansa me re axivî.

Bekir El Ceradê got gelê Kurd ku bi salan e di nava qirkirin, tunekirin û kolekirinê re derbas bû, bi saya Rêber Abdullah Ocalan gihaşt azadiya xwe, mafên xwe nas kirin û li hemberî dagirkeran serî rakir.

El Ceradê bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan 27`ê Sibata 2025`an bangeke dîrokî kir û wiha got: “Di 1998`an dema ku hêzên komploger komplo li dijî Rêber Apo dan meşandin xwest di şexsê Rêber Apo de hebûna gelê Kurd tune bikin. Bi berxwedana Rêber Apo û îradeya gelê Kurd, komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî têk çû. Dijmin her tim dixwaze nasnameya gelê Kurd tune bike û gelê Kurd di nava qirkirin û tunekirinê re derbas dikin, lê Rêber Apo her tim fikrên qirêj vala derdixîne û gelê Kurd diparêze. Di 27`ê Sibatê de Rêber Apo bangeke dîrokî kir. Vê bangê cîhan rakir ser pêyan û her kes pê bandor bû.”

`GELEK GAV JI ALIYÊ PKK`Ê VE HATIN AVÊTIN, LÊ TIRKIYE BÊ DENG E`

El Ceradê anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nasnameya mirovahiyê parast û wiha dom da axaftina xwe: “Vê banga dîrokî rê li ber çareseriyan vekir û gelek guhertin û veguhertin li cîhanê hatin çêkirin. Piştî banga dîrokî ya 27`ê Sibatê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kongereya xwe ya 12`emîn li dar xist û di kongereyê de agirbet hat îlankirin. Her wiha PKK`ê diyar kir ku ew ne aşiqê şer e û di çarçoveya bangê de çekên xwe şewitandin. Ev bi xwe jî peyamên dîrokî ne. Weke her kesî dît ku gelê Kurd dixwaze hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn werin çareserkirin. Lê dewleta Tirk qaşo dibêjin ew azadîxwaz e, tu gavên cidî neavêtiye û xwe bê deng kiriye.”

‘ŞERVANÊN AZADIYÊ Û GELÊ KURD CAREKE DIN KOMPLO TÊK BIR’

Bekir El Ceradê destnîşan kir ku bi vê banga dîrokî re gelên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rêgirtina li ber komkujî û talankirinê û ji bo têkoşîna hevpar pêk bînin destên xwe dan hev û bûne yek.

Bekir El Ceradê civîna Parîsê ku di encamê wê de di meha Çileyê îsal de êriş li ser Rojava hatin kirin wekî berdewama Komploya 1998’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi nav kir û got, dixwestin gelê Kurd tune bikin, lê bi sekna şervanên azadiyê YPG, YPJ, QSD û îradeya gelê Kurd komplo careke din têk çû.

‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE’

Bekir El Ceredê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Banga 27`ê Sibatê bangeke dîrokî ye. Ji ber ku gelê cîhanê rakir ser pêyan û ew ji qeyranan parastin. Ji ber vê yekê 27`ê Sibatê mifteya çereseriyê ye û rihê rastiya dîrokî ya gelê Kurd e. Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe da ku hemû pirsgirêk çareser bibin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin