LEZGÎN: Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol di şandeyê de cih digirin.
Şande, herî dawî di 17’ê Çileyê de çûbû serdana Abdullah Ocalan.