المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Pêvajoya ku Baskiyan ber bi aştî û çareseriyê ve bir

0 50

Endamê Parlamentoya Baskê Igor Zulaika destnîşan kir ku di her pêvajoya danûstandinê de xetere û nezelalî hene û got: “Her kes ji pêvajoyên wiha sûd werdigire. Heta di pêvajoyên ku bi tevahî serketî nabin de jî, mirov dibêjin, ‘Axirê me kir.'”

Baskî, li bakurê Spanyayê û başûrê rojavayê Fransayê dijîn. Xweseriya wan a îdarî piştî şerên 1833-1839 û 1870-1876’an hat betalkirin. Partiya Neteweperest a Baskê (PNV) ku di sala 1895’an de hat damezrandin, karî hin mafan bi dest bixe. Lêbelê, piştî Şerê Navxweyî yê Spanyayê (17’ê Tîrmeha 1936 – 1’ê Nîsana 1939), faşîst Francisco Franco desthilatdarî girt û dîktatoriyê ragihand. Di serdema Franco de ku nêzîkî 40 salan dom kir, nasnameya Baskê hat înkarkirin. Euskera, zimanê Baskî, hat qedexekirin.

ETA HAT AVAKIRIN

Di sala 1952’yan de, komeke ciwanan kovareke bi navê “Ekin” derxist. Ev kom, di sala 1958’an de bû ETA (Euzkadi Ta Azkatasuna – Welatê Bask û Azadî). ETA ku têkoşîna xwe ji bo parastina ziman û çanda Baskî dest pê kir, li dijî burjuvaziya Baskê jî derket. Ji sala 1960’an û pê ve, ETA di bin îdeala Welatekî Bask ê serbixwe û yekgirtî de dest bi çalakiyên curbicur kir. Di vê heyamê de, ETA dest bi wergirtina piştgiriyê li seranserê Spanyayê û li gelek welatên Ewropî kir.

Bi zêdebûna tevgerên xwendekaran li Ewropayê di salên 1960’î de, ETA ji nû ve ava bû. Bi terikandina neteweperestiya Baskî, ETA dest bi pêşxistina ber bi xeta sosyalîst ve kir. Di van nîqaşên îdeolojîk de, ETA di sala 1974’an de bû du fraksiyon: ETA p-m (sosyalîst) û ETA-m (ultra-neteweperest û tundûtûj).

PÊVAJOYA XWESERIYÊ

Piştî mirina Franco di sala 1975’an de, gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest pê kirin. Destûra Bingehîn a 1978’an Herêma Xweser a Baskê ava kir û statuya xweser da wê. Qanûnên xweseriya Bask û Katalan di 25’ê Cotmeha 1979’an de li van herêman ji bo referandûmê hatin pêşkêşkirin. Qanûn ji aliyê ji sedî 90’ê dengdêran ve hatin pejirandin û piştî wergirtina erêkirina meclisa navendî, di 18’ê Kanûna 1979’an de hatin ragihandin. Li gorî Qanûna Xweseriya Guernica, parlementoyeke xweser dê li Vitoria were damezrandin û ew ê di mijarên îdarî, darayî û perwerdehiyê de xwe bi rê ve bibe. Hêzeke polîsên Baskî dê li kêleka polîsê neteweyî bixebite. Li Welatê Baskê, zimanê Baskî (Euskera) dê li kêleka Spanî zimanekî fermî be û kanaleke televîzyonê ya ku bi vî zimanî weşanê dike dê were damezrandin. Li gorî qanûnê, hemwelatîbûna Bask dê ji her kesê ku li Welatê Baskê dijî re were dayîn. Qanûna xweseriyê ji bo wîlayetên Vizcaya, Guipuzcoa û Alava derbas dibû. Tevlîbûna Navarrayê bi Welatê Baskê ve dê li ser daxwaza Navarrayiyan bixwe pêk bihata.

ETA û rêxistinên girêdayî wê, vê rêkeftinê kêm dîtin. ETA’yê nenaskirina mafê diyarkirina çarenûsa Baskan ji aliyê destûrî ve û dûrxistina Navarrayê ji Welatê Baskê rexne kir.

Di sala 1982’yan de, Partiya Karkerên Sosyalîst a Spanyayê (Partido Socialista Obrero Español – PSOE) ku hat ser desthilatê, Tevgera Azadiyê ya Dij-Terorê (Grupos Antiterroristas de Liberacion – GAL) ku rêxistineke dij-gerîla bû, di bersiva kiryarên ETA’yê de ava kir. GAL’ê dest bi kuştinên bê daraz kir. Di hilbijartinên giştî yên 1995’an de, Partiya Gel (Partido Popular – PP) hat ser desthilatê. Di vê heyamê de, ji bo girtina partî, dezgehên çapemeniyê û rêxistinên civaka sivîl ên Baskê gelek guhertinên qanûnî hatin kirin. ETA’yê çalakiyên xwe jî zêde kir.

HEVDÎTINÊN CEZAYÎRÊ

Hevdîtinên Cezayîrê ku di navbera salên 1986 û 1989’an de di sê dewreyên cuda de pêk hatin, ji bo dabînkirina rêyeke ji bo ragihandina rasterast di navbera dewleta Spanyayê û nûnerên ETA’yê de hatin organîzekirin. Israra li ser bidawîanîna tevgera çekdarî wekî pêşîniyek bû sedema bêçalakî û têkçûna hevdîtinan.

Di 12’ê Îlona 1998’an de, komên siyasî yên pêşeng ên Baskê, di serî de PNV û Batasuna, di bin Peymana Lizarra de li hev civiyan û pêşniyaz kirin ku hevdîtinên aştiyê di navbera Spanya û dewleta ETA’yê de werin lidarxistin. Ev pêşniyaz ji aliyê hikûmeta Spanyayê ve hat redkirin.

PARTÎYA SIYASÎ HAT GIRTIN

Partiya Batasuna bi hinceta girêdanên wê yên bi ETA’yê re hat girtin. Piştî ku dadgehê di sala 2001’ê de baskê ciwanan ê partiyê, Segi, wekî neqanûnî îlan kir, rêziknameyên qanûnî yên ku destûr didan qedexekirina partiyên siyasî di havîna 2002’yan de hatin dawîkirin ku pêşî bû sedema girtina demkî û dû re jî girtina dawî. Di sala 2003’yan de, Dadgeha Bilind a Spanyayê biryarê piştrast kir.

CAREKE DIN DEMA DANÛSTENDINAN

Bi vegera PSOE bo ser desthilatê, di polîtîkayên li hember ETA’yê de guhertinek çêbû. Serokê PSOE Jose Luis Rodriguez Zapatero ji bo dayîna xweseriyeke mezintir ji herêmên xweser xebitî. Di sala 2005’an de, Zapatero ji Parlamentoya Spanyayê destûrnameyek wergirt ku bi ETA’yê re danûstandinan bike, bi şertê ku ETA çekên xwe deyne. Piştî ku ETA’yê di sala 2006’an de agirbesteke daîmî ragihand, Zapatero li parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand ku ew ê bi ETA’yê re dest bi danûstandinên aştiyê bike.

Zapatero bi gotina “bi terorîstan re danûstandin çênabe” bersiva komên neteweperest da û got: “Ez amade me her bedelê bidim û her tiştî bikim da ku ev xwînrijandin raweste.” Lêbelê, ji ber nakokiyên curbicur, hevdîtinên li Oslo û Cenevreyê negihîştin encamekê. Dema ku hevdîtin berdewam dikirin, êrişa li Balafirgeha Madrîdê Barajas di 30’yê Kanûna 2006’an de ku du mirin, bû sedema rawestandina hemû danûstandinan. BANGEKE NAVNETEWEYÎ JI BO AŞTÎYÊ

ETA di 10’ê Îlona 2010’an de careke din agirbestê îlan kir. Di Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî ya San Sebastianê de, kesayetên navneteweyî yên wekî Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan û serokê Sinn Fein Gerry Adams bang li ETA’yê kirin ku çekên xwe deyne û ji Spanyayê jî bang li danûstandinên aştiyê kirin. Di vîdyoyekê de ku di 20’ê Cotmeha 2011’an de hat weşandin, ETA ragihand ku wê bi tevahî têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kiriye û ji bo çareseriyeke demokratîk amade ye ku bi hikûmetên Spanya û Fransayê re diyalogê bike. Di sala 2017’an de, ETA, bi alîkariya navbeynkarên sivîl, cihên depoyên çekên xwe eşkere kir û bêçekbûna fiîlî pêk hat. Di sala 2018’an de, ETA hilweşandina xwe ya tevahî ragihand. Hin ji girtiyên siyasî yên ETA’yê, hêdî hêdî tevlî siyasetê bûn.

ZULAIKA: DIVÊ EM JI GEL RE ŞÎROVE BIKIN

Igor Zulaika, endamê Parlamentoya Baskê ya Euskal Herria Bildu û Serokê Têkiliyên Navneteweyî, girîngiya parvekirina tiştên ku di pêvajoyên çareserkirina nakokiyan de diqewimin bi raya giştî re tekez kir. Zulaika got: “Divê em bi gelê xwe re biaxivin, ji wan re rave bikin ka pêvajo çawa pêş dikeve. Ev ê li dijî kesên ku pêşkeftinê naxwazin hêzê bide me. Ew ê ji me re bibe alîkar ku em zextê bikin û pêvajoyê bidomînin.”

‘DIVÊ OCALAN BI SERBESTÎ HEVDÎTINÊ BIKE’

Zulaika diyar kir ku civaka navneteweyî di pêvajoya bêçekkirina ETA’yê de roleke sereke lîstiye û destnîşan kir ku pêvajoyeke bi vî rengî dikare li Tirkiyeyê jî pêş bikeve. Zulaika got: “Rola ku divê civaka navneteweyî bilîze ev e ku ji bo azadkirina Abdullah Ocalan zextê bike. Em fêm dikin ku ev yek pêdivî ye. Rêber divê bikaribe bi mirovan re têkilî dayne, nîqaş bike, civînan li dar bixe, mirovan qebûl bike û guh bide nêrînên cuda. Ev ne mimkun e dema ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de be. Ger ew kariba di nav civakê de bûya, her kes wê wî çêtir fam bikira û bigihîşta agahî û daneyên pêwîst.”

Zulaika her wiha destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nexşerêyek pêwîst e û got: “Ji bo gavên mayî yên ku werin avêtin, divê hikûmet qanûn û çarçoveyên qanûnî yên pêwîst peyda bike.”

DU XALÊN GIRÎNG

Zulaika destnîşan kir ku ji bo çareserkirina nakokiyan modelek yekane tune ye û got: “Modeleke yekane tune ku ji bo her kesî bixebite. Şablonek tune ku hûn bibêjin, ‘Îrlandîyan bi vî rengî kirin, Baskan bi vî rengî kirin û ew kar kir.’ Lê hin ders hene ku werin hînkirin. Ne hewce ye ku her nîqaşek giştî be, lê divê raya giştî were agahdarkirin. Divê em piştrast bin ku ew dizanin em li ku derê ne. Xala herî girîng ev e: Em vê yekê bi hev re dikin. Em vê yekê bi gelê xwe re, bi tevgera xwe re dikin. Her tim xetere, tirs û rêjeyeke bêewlehiyê hene. Lê ev cure pêvajo ji bo her kesî qezenc dike. Ez nafikirim ku pêvajoyeke aştiyê ya yekane heye ku mirovan li paş xwe nihêrîne û gotiye, ‘Jîngeha tundûtûj a berê çêtir bû.’ Heta di pêvajoyên ku bi tevahî serketî ne de jî, mirov dibêjin, ‘Axirê me ev kir.’ Ev peyam divê bigihîje aliyê din jî. Ev tê vê wateyê, ‘Berpirsiyariya me li hember demokratîkbûna Tirkiyeyê, li hember aştiya gelê Kurd û Tirk, li hember şiyana wan a jiyana bi hev re heye.’ Ez difikirim ku ev xala duyemîn e. Ango, pêşî, bi civaka xwe re bibin yek, û duyemîn, tirsên aliyê din sivik bikin û piştrast bin ku em dikarin vê yekê bi hev re bikin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin