المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Xebatên salekê yên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê

0 39

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di nava sala 2025’an de, ji bo azadiya Rêber Apo û piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk li ser asta Sûriyê û derveyî wê, bi dehan çalakiyên cihreng lidar xistin. Em ê di vê raporê de kar û xebatên insyatîfê yê sala 2025’an û pilansaziya 2026’an ji were eşkere bikin.

Xebatên Insiyatîfê yên sala 2025`an wiha ne:

-Di nîqaşên li her sê navendên Insiyatîfa Azadiya Rêber Apo, bal hat kişandin ser girîngiya rol û felsefeya Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêka Kurd û bidestxistina aştiyê li Rojhilata Navîn de, herwiha banga kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şandina peyaman ji rêxistinên navneteweyî û serokên dewletan re hate kirin.

-Rêxistinên navneteweyî yên ku serdana navenda Insiyatîfa azadiya Rêber Apo kirin, Hejmara wan 18`e bûn. Ji wan şandeyên herî girîng yên Fransî, Alman û şandeyek ji Vatîkanê û amadebûna Metranê Makar Aşkareyan, Sermetranê Ermenî Ortodoks ê Helebê û yên girêdayê wê, di heman demê de şandeyek Meilûlî Elesqef, Metran Mîtropolît a Heleb û Eskendiron û deverên girêdayên wê, peymangiha Gotêh, her wiha navenda Çandî ya Elmanî ya li Şamê û şandeya Meclisa Mala Êzîdî bûn.

Serdanên insyatîfê yên derve:

-Iniyatîfa Azadiya Rêber Apo serdana Lubnanê kirin, bi rewşenbîr û nivîskarên Lubnanî re civiyan ku helwestên erênî li ser tevlîbûna kampanyaya cîhanî ya azadiya Rêber Apo derket pêş. Di heman demê de axaftinek di çalakiyeke giştî de ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo li Beyrûtê hate kirin.

-Hevdîtin bi Kombenda Girtiyên Siyasî ya Lazqiyê re çêbû, bi tevlîbûn û beşdarbûna 42 kesayetan.

-Li Şamê bi Komeleya Jinan a Alaq, Komeleya Çand û Mîrateya Kurd a Osman Sebrî re civînek pêk hat, herwiha li gel hin siyasetmedar, çalakvanên jin û parêzvanên mafên microvan.

-Vexwendinek hatitbû kirin ku Insiyatîfa Azadiya Rêber Apo beşdarî Konferansa Cîhanî ya Azadiya Rêber Apo bibin û ew konferans li Romayê pêk hat, lê ji ber ku vîze ji wan re nehat dayîn, ew nekarî  bûn beşdar bibin.

Çalakî, kar û xebat

-Encama kampanyaya ‘Daxwaza Hevdîtinê bi Rêber re bikim’ 2 hezar û 541 kes îmze bûn, di nav de akademîsyen, bijîşk, çalakvanên mafên siyasî, nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, şêx û rûspiyên eşîretan hebûn.

-Peyama Rêber Apo ji şêx û kesayetên rûsipiyên eşîrên Ereb ên deverên Reqqa, Tebqa û Dêrezor re hatin şandin. Hijmara wan peyamên ku hatin şandin 469 in.

-Civîn li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û banga Aştî û Civaka Demokratîk li Heleb, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat, di nava salekê de 24 civîn pêk hatin.

-Herwiha di salekê de 5 komxebat û semîner li ser azadiya Rêber Apo û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin dayin.

-520 pirtûkên Rêber Apo ji siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvanên mafên mirovan, rûsipî û şêxên eşîran û li mêvanan hat belevkirin.

-Di nava salekê de 455 caran beşdarî ragihadinê bûn, mîna Rojname, TV û Ajans.

– Têkilî bi 603 kesayetên navdar û girîg ên li hundir û derveyî Sûriyê re çêbû.

-Têkilî bi 346 kesayetên girîng û navdar re ên di Rojhilata Navîn de çêbû.

-54 Peyamên ji bo rêxistinên navnetewî û sivîl, herwiha ji rêber û encûmenên cîhanî û herêmî re, ev in: Mêrên Misilman- Xiristiyan – Serokên dewletên Ereb, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê – Yekîtiya Ewropa û rêxistinên wê- Serokên dewletên ku beşdarî komploya navneteweyî bûn e; hatin şandin.

Plansaziya sala 2026`an wiha ye:

  • Berdewamkirina şopandina rewşa Rêber Apo, di heman demê ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî wê daxuyanî ji raya giştî re were xwendin û şandin.
  • Wê têkilî bi hevalên Rêber Apo re were kirin, bi vê girêdayî her 3 mehan wê civîn bi wan re were çêkirin.
  • Wê têkilî bi rêxistinên sivîl, mafnasî û civakî yên li Ewropayê û Rojhilata Navîn li ser esasê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî wê were kirin.
  • Wê panêl, semîner, Konferans û konger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were li darxistin.
  • Wê hin semîner ji bo serokên Eşîreyên Ereb li ser bingeha netewa demokratîê wê di destpêka meha Sibatê de were dayin.
  • Di meha tebaxê de wê têkilî bi serokên dewletên Ereb û meclisên tevahî dewletên di Rojhilata Navîn de wê were çêkirin.
  • Wê di meha Sibatê de name ji bo hemû dewletên ku tevlî komploya nevneteweyê bûn, wê were şandin.
  • Di meha Sibatê de semîner li ser rola Eşîreyan di avakirina Netewa Demokratîk de were dayin.
  • Wê xwepêşandanek di heman wextî de li tevahî cîhanê ji bo mafê heviyê were pêk anîn.

10-Di 4`ê Nîsanê de ku di wê roj rojbûne Rêber Apo ye, ji bo vê rojê wê meşên girsayî di 77 dewletên cîhanî pêk were.

Herwiha wê de sala 2026`an bal li ser 4 xalên girîng were gişandin û girîngî jê re were dayên, ew jî ev in;

  • Bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo
  • Doza Rêber Apo, bûye dozekî cîhanî
  • Mafê hêviyê
  • Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî

Di vê çarçoveyê de Rêveberê Insiyatîfa Sûrî a Azadiya Rêber Apo Ferzende Munzir ji rojnameya me re diyar kir ku banga Rêber Apo a bi navê aştî û civaka demokratîk bangeke dîrokî bû, ev bang weke destpêka çareseriyê ji pirsgirêka hemû gelan e û wiha got: “Sala 2025`an salekî dîrokî bû ku Dewlet Bexçelî daxuyanî da û di nava daxuyaniya xwe de bang li Rêber Apo û PKK kir ku xwe fesix bike, ji ber ku da zanîn ku tirk û kurd birayên hev yên hezar salî ne. şûne çek û şer, bi rêya siyaset û diyalogê re çareserî were çêkirin. Li ser vê esasê Rêber Apo di 27`ê Sibata 2025`an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, bi ragihandina vê bangî gelek guhertin û veguhertin di Rojhilarta Navî de hat çêkirin ku heya roja îro banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî alozî û pirsgirêkên di Rojhilata Navî de, çareseriya. Banga Rêber Apo a bi navê aştî û civaka demokratîk bangeke dîrokî bû, ev bang weke destpêka çareseriyê ji pirsgirêka hemû gelan e û bi taybet gelê kurd re ye. Pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên nû bi rêbazên herî demokratîk, aştî û şaristanî ku hemû gel li hêviya wê bûn, tevahî cîhan li benda vî bangî bûn ku pêk were. Cara yekemîn e ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, hêzên cîhanê, Çîn, Rûsya, Fransa, Almanya, Brîtanya, dewletên Rojhilata Navîn û tevahî kurd bi awayekî erênî li vê bangê dinêrin. Ev banga wê li pêşiya gelek felaketan bigire, wê bibe riya ronî û azadiyê ji bo tevahî gelan. Li ser vê esasê banga Rêber Apo sala 2025`an kir salekî dîrokî û bi bi wate. Niha jî em Insiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûrî, hewldanên pir mezin didin meşandin ku em xwedî li banga Rêber apo derkevin û destekê bidin Rêber Apo da ku ev bang bi cih were, pêwîst e em ji Rêber Apo re bibin hêz.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin