المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Dûran Kalkan: Pêvajoyeke krîtîk e, divê mirov gelekî baldar bin

0 9

DIVÊ HEVDÎTINA MECLÎSÊ GIRÎNG BÊ DÎTIN

Dûran Kalkan bal kişand ser rexneyên têkildarî avabûn û karê komîsyonê û got, “Dawiya dawî heyetek çû Îmraliyê û hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Beşek ji vê hevdîtinê li nava raya giştî belav bû. Kurteberiya hevdîtinê ji komîsyona li meclîsê re hate ragihandin û bi rêya çapemeniyê li nava raya giştî belav bû. Ev jî gavên girîng bûn. Tevlîbûna meclîsê di vê astê de, hem komîsyon hem jî çûyîna gel Rêber Apo û pêkanîna hevdîtinê, diyaloga ji aliyê meclîs û siyasetê ve hate kirin gaveke nû bû, dive mirov van hemûyan girîng bibîne.”

‘PÊVAJOYEKE JIYANÎ YE, NE DEMKÎ YE’

Kalkan bi dewamî got, “Encamên hevdîtina heyetê ya bi Rêber Apo re, ragihandina encamên wê ji komîsyonê re têne nîqaşkirin. Bêguman nîqaş, azadiya fikrî divê hebe. Ev nîqaş rewşeke girîng nîşand ide. Tê gotin, karên komîsyonê jî li ser vê bingehê gihîştiye nuqteyeke girîng. Serokê Meclîsê, Serokê Komîsyonê bi xwe ev yek got û ji raya giştî re ragihand. Niha rapor têne wergirtin, ji partiyên ku tevlî komîsyonê bûne. Komîsyon dibêje, li gorî vê yekê wê li ser şêweyê çarçoveya siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê raporeke berfireh pêşkêşî meclîsê bike. Ev girîng e.  Yanî wê encamên karê xwe ragihîne û komîsyon pêşniyaran pêşkêşî meclîsê bike. Nuqteyeke krîtîk e ku meclîs, siyasetê vê pêvajoyê bi rê ve dibe, wê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne. Çi wê bibe? Wê raporeke çawa bê amadekirin û pêşkêşkirin? Naveroka wê, wê çawa be? Meclîs wê van pêşniyaran, raporê çawa binirxîne? Bêguman em ê wan bişopînin, bibînin. Ne rast e ku ji niha ve tiştek di vê der barê de bê gotin. Ya rast ew e ku di dema wê de fikir bêne parvekirin. Lewma raya giştî jî, em jî li rewşê dinihêrin, dşopînin. Bêguman dema gaveke nû hate avêtin, me gaveke nû dît wê nêrîn jî li ser mijarê bêne parvekirin, her kes wê helwesta xwe nîşan bide. Pêvajoyeke krîtîk e, divê mirov gelekî baldar bin. Bi hesas divê nêzîk bibin. Me timî got. Yanî ev pêvajo pêvajoyeke demkî nîne, ku hat û wê derbas bibe. Pêvajoyeke jiyanî ye. Rêber Apo ev yek gelekî destnîşan kir. Ev yek ji bo Tirkiyeyê jî ji bo paşeroja Kurdan jî, ya rast ji bo herêmê û mirovahiyê pêvajoyeke gelekî girîng e. Yên ku bi vî rengî fêhm nakin, nabînin bi erzanî diaxivin. Mirovên bi vî rengî nîne? Belê hene.

PLANSAZIYA SED SALÎ, HEZAR SALÎ

Lê belê divê mirov guh nedin wan. Divê mirov cidiyet, wateya pêvajoyê bibîne, bibîne bê pêvajo wê pêşî li felaketeke çawa bigire, wê paşerojeke çawa biafirîne, wê paşerojeke çawa ya demokratîk biafirîne. Rêber Apo got: ‘Em plansaziya sed sal, hezar salên bê dikin. Li ser bingeha xwişk û biratiya gelên Tirk-Kurd û gelan, em cîhaneke nû ava dikin ku xwe dispêre xwişk û biratiya gelên Rojhilata Navîn û yekîtiya demokratîk’. Yanî, vaye em dibêjin sîstemeke global heye. Cîhan tev hema bibêje bûye weke gundekî. Her kes êdî bi rengekî global tevdigere. Sîstema kapîtalîst jî avaniyeke hegemonîk a global ava kiriye. Tê dîtin bê sed sal in Rojhilata Navîn xistine çi halî. Ev rewşa neyînî ya li Rojhilata Navîn bandor li ser tevahiya cîhanê kir. Zext û mêtingeriya wê dît. Di berdêla dewlemendbûna zêde ya komekê. Ewqasî nebaşî, şer, birçîbûn, krîz li cîhanê heye ku niha pirsgirêka avê rû dide û di bingeha şerê kûrbûyî hemûyan de ev heye. Rojhilata Navîn xistin vî halî ku di bingeha wê de jî pirsgirêka Kurd heye. Rêber Apo got, ‘Em hewl didin van hemûyan çareser bikin’.

DIVÊ NÊZÎKATIYEKE RAST BÊ NÎŞANDAN

Herî dawî heyeta DEM Partiyê çû hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Li ser nêrînên wî daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayin. Daxuyaniyên gelekî girîng bûn. Rêber Apo li gel destnîşankirina girîngiya pêvajoyê ji bo asta navneteweyî, bang li raya giştî ya navxweyî û civakê jî kir. Yanî tê destnîşankirin ku divê her kes bi rengekî rast nêzîk bibe. Ragihand ku divê civak rast fêhm bike. Ev hemû bangên ji bo yekîtiyê ne. Peyamên gelekî girîng bûn. Bêguman derfetên xwe hebe wê peyamên hîn xurt ji bo ronîkirina raya giştî bide.”

‘ZOR Û ZEHMETIYÊN PÊVAJOYÊ HENE, EM FÊHM DIKIN’

Kalkan anî ziman ku her kes meclîsê weke navnîşana çareseriyê nîşan dide û got, “Wê demê divê meclîs vê îradeyê karibe nîşan bide, karibe vê hêzê destnîşan bike. Lewma divê karibe hîn bêhtir xwedî lê derkeve. Yanî şerek heye, ber bi çareseriyê ve tê birin. Aliyên ku şer kirine hevdîtinê dikin. Ev hevdîtin divê bi rengekî cidî bêne nirxandin û tevlîbûn lê bê kirin. Tişta herî bingehîn ev bû. Lê belê vaye hin zext hene. Ya rast zor û zehmetiyên pêvajoyê hene. Em vê fêhm dikin. Yanî li ser her kesî zehmetî heye. Zor û zehmetiyên aliyan, muxatabên me hene. Lê belê hebûna van zehmetiyan divê nebe hincet ku siyaset bêdeng bibe, bi lawazî nêzîk bibe. Siyaseta Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de bi ezmûneke dîrokî û cidî re rû bi rû ye. Di pêvajoya derbasbûyî de nekarî ezmûneke baş bide. Niha wê karibe ezmûneke baş bide û gavekê biavêje yan na? Aliyê herî girîng ê pirsê ev e. Yanî diviyabû ezmûneke rast dabûya. Lê belê ev welê nebû.”

‘VÊ EZMÛNÊ PÛANEK BI CHP’Ê DA WINDAKIRIN’

Kalkan destnîşan kir ku partiyên tevlî heyetê nebûn rexnedayina xwe dan û got, “Partiyên ku tevlî heyetê nebûn piştre nêzîkatiyeke rexnedayinê nîşan dan lê belê ji bo hinekan mirov dikare bibêje ‘Lêborîna xwe ji kêmasiya xwe mezintir bû’. Gotin û kiryarên CHP’ê hev negirt. Bersiva vê wê ji bo CHP’ê hebe. Yanî niha nîqaş tê kirin û tê gotin,d estwerdan heye. Di nava hevalên me de jî yên ku bi vî rengî difikirin gelek in. Tê gotin, hem li nava koma Yenî Yolê hem jî li nava CHP’ê destwerdan heye. Rêber Apo jî hişyarî dabû û gotibû, ‘Mekanîka darbeyê di her kêliyê de dikare bikeve nava tevgerê, ji binî ve dixebite’. Dibe ku bandora van jî hebe. Gotin û pratîka xwe nebû yek. Yanî vê ezmûnê pûanek bi wan da windakirin.

DIVÊ HÎN HEVGIRTÎ BIN

Mînak, partiyên ji koma Yenî Yolê gelekî diaxivîn. Nêrîna wan li meclîsê nehatibe qebûlkirin jî dema heyet ava bû, diviyabû bigota em ê biçin. CHP heman piştre qala çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kir. Eger bi rastî jî hevgirtî be, navnîşana çareseriyê Rêber Apo bû. Ozgur Ozel li Amedê soz ji raya giştî re da. Got, ‘Gelê Kurd çi bibêje ew ji bo me derbas dibe’. Gel dibêje ‘Îradeya min li ÎmraliYê ye’, lê tu wê îradeyê qebûl nake, tu dibêje ez ê îradeya Kurdan diyar bikim. Ka demokrasî? Ka çareseriya demokratîk? Zor û zehmetiyên CHP’ê hîn zêdetir e. Veguherandina şerê desthilatdariyê. Lê belê eger bi heman rêbazê têbikoşe wê bi xwe jî nikaribe tiştekî cuda dîne holê. Divê hîn baldar be. Bi kurtasî divê hîn hevgirtî be. Encamên hevdîtinê diviyabû bi rengekî rast û têrker pêşkêşî komîsyonê bihatina kirin, pêşkêşî meclîsê bihata kirin. Tiştekî veşartî nîne. Çima ji nêrînên Rêber Apo ditirsin? Ez wê fêhm nakim.”

‘DIVÊ MECLÎS NETIRSE’

Dûran Kalkan anî ziman ku tiştên pêşkêşî komîsyonê hatin kirin, ji gotinên Rêber Apo wêdetir gotinên heyetê bûn û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Nêrînên Rêber Apo nehatin dayin. Hûn çûne hevdîtinê. We pêwîstî bi hevdîtinê dîtine. Wê demê diviyabû tiştek bihata kirin. Em çawa bibêjin? Diviyabû ew nêrîn bihatina nîşandan. Lê belê ji vê ditirsin. Ya rast cewhera meseleyê ev e. Dibe ku ji vê re şovenîzm bê gotin? Em jê re bibêjin nêzîkatiya neteweya serwer, welhesil. CHP li şûna biçe Îmraliyê li muxatabê cuda geriya. Yên çûn jî li şûna ku nêrînên Rêber Apo pêşkêş bikin, nêrînên xwe nîşan dan. Weke ku bibêjin, ev mesele wê pêk were em ê bikin, muxatabekî cuda nîne. Bi vî rengî nabe. Tu yê ji aliyekî bibêje şer, teror heye. Dewlet hevdîtinan dike, lê siyaset ditirse ku bibe muxatab. Meclîs çima ditirse? Divê ewqasî netirse. Bi navê dewletê ev hevdîtin têne kirin. MHP’ê jî got: ‘Projeya dewletê ye’. Serokkomar Erdogan anî ziman ku ya tê kirin projeya dewletê ye. Baş e CHP û muxalefeta din çima ditirsin, çima ji tevlîbûna li projeya dewletê ditirsin?

RAPORA KOMÎSYONÊ DIVÊ XWEDÎ NAVEROKA ÇARESERIYÊ BE

Ev helwest bi rastî jî rast û têrker nîne. Rêber Apo dibêje, ‘Me ji îdamê ber bi maseyê ve kişand’ dema ku bi heyeta DEM Partiyê re axivî. Em hewl didin hevdîtina bi dewletê re bikişînin asta hevdîtina bi siyasetê re. Ev gavên gelekî girîng in, em dixwazin çareserî bi siyasetê bê kirin. Her kes dibêje ku ew siyasetê girîng dibîne. Em jî ji wê bawer dikin, me timî xwest jê bawer bikin. Lê belê saziya siyasetê hîn jî lawaz dimîne. Divê wê lawaziyê tekez ji holê rake.

Rapora komîsyonê, lewma karên ku meclîs bike, divê xwedî naveroka rastî ya çareseriyê be. Yanî divê pirsgirêkê nede dewamkirin. Di vê çarçoveyê de pêwîstî bi qanûnan heye. Qala qanûnên azadiyê, qanûnên entegrasyona demokratîk, qanûnên derbasbûnê tê kirin. Eger pirsgirêk tenê di asta ‘terorê’ û ‘qedandina terorê’ de bê nirxandin û rê û rêbazên bidawîkirina çavkaniyên ‘terorê’ sedemên wê neyên peydakirin, hiqûq û siyaset dest li vê wernede, hingî çareserî jî pêk nayê. Bêguman di vir de nêzîkatiyeke rast, çareserî û rasteqîn divê. Divê mirov bi rastî jî guh nedin nîqaşên wan derdoran. Nîqaşên ecêb e, axaftinên balkêş têne kirin. Ji xwe ji bo hin derdoran me got rantxur in, dijminên sondxwarî ne, êriş dikin. Çapemenî jî weke ku bi giranî xizmetê ji van re dike. Beşeke girîng a çapemeniyê. Divê bi vî rengî nebe. Li hemberî vê yekê divê têkoşîneke xurt bê meşandin. Rojnameyek dibêje, ‘Li Elmanyayê 14 hezar PKK’yî hene. Ya li Elmanyayê ji 26’ê Mijdara 1993’an û vir ve PKK qedexe ye. PKK’yiyek dema ku ji sînor dikeve hundir tê girtin. Çend ji sempatîzanên PKK’ê li Elmanyayê hating irtin? Hîn gelek ji wan girtî ne. Ji xwe ne PKK’yî ne, alîgir in. Niha 14 hezar welatparêzên kurd herhal komele ava kirine, çalakiyên çandî dikin. Van hemûyan weke ‘terorîst’ dihesibînin. Ma bi vî rengî dibe? Kurd wê nebe, Kurd ê rêxistinbûyî wê nebe. Ev mejî divê hilweşe.

GEFÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI SER ROJAVA

Li Sûriyeyê asê bûye. Bi hemû hêza xwe Tirkiye her roj gefê dixwe. Halbûkî agahiyên digihêjin me ew e ku tê gotin, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîgirê bicihanîna qanûnên 10’ê Adarê ye. Derdorên derve jî bi wî rengî dibêje. Yanî rewşeke welê ku tiştekî red dike nîne, nêrînên wan eşkere ye. Ya rast rêveberiya Colanî di bin zexta gelek hêzan, di bin bandora hêzên derve û herêmî de ye. Hewl dide her kesî îdare bike. Tirkiye rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke berpirsyarê her tiştî dibîne. Çima? Ji ber ku Kurd di nava vê rêveberiyê de bi bandor in. Eger tu ewqasî dijberiya li Kurdan bike, gelo tu yê pirsgirêka Kurd çawa çareser bike? Yanî Kurd ê bê hêz, Kurd ê tinebûyî, Tirkbûyîn wê ber bi ku ve biçe? Tu yê ji aliyekî ve bibêje ‘Tirk bêyî Kurd, Kurd jî bêyî Tirk nabe’, li aliyê din jî bixwazî Kurdan tine bike. Wê demê tu Tirkan tine dike. Gelo ev ne eşkere ye? Ya ku Tirkiye 100 sal in lawaz hiştiye ma ne ev polîtîkaya li hemberî Kurdan bû? Ma ne ew siyaset û mejî bû ku Kurdan înkar dike? Eşkere ye ku sedem ev e. Her kes pê zane.

CHP BIVIR LI LINGÊ XWE XIST

Wê demê divê ev paradîgma neyê dewamkirin. Pêwîstî bi guhertina paradîgmayê heye. Çawa? Divê siyaset û mejiyê ku Kurdan înkar dike bê guhertin. Min berî niha jî got. Têkildarî pirsgirêka Kurd siyaset û mejiyekî demokratîk û rast hebe, wê çareserî hêsan be. Ya rast çareserî ewqasî zehmet nîne. Yanî eger siyaset û mejiyekî demokratîk nebe, eger tu bi siyaset û mejiyê ku Kurdan înkar dike tevbigere, tu yê nikaribe çareser bike. Bi qasî ku Kurdan lawaz dike, Tirkan jî lawaz dike. Yanî CHP neçû Îmraliyê ji bo hevdîtinê, çi kir? Bivir li lingê xwe xist. Çavkaniyên xwe yên hêzê çikand. Ma hîn bêhtir bi hêz bû? Dibe ku dilê yek, du heb şoven, neteweperest xweş kiriye. Tu yê ji wan qezenç bike? Tu yê bi vî rengî bibe demokrat? Nabe. Lewma di guhertina paradîgmayê de hîn lawazî heye. Hin derdor hewl didin pêk bînin. Ji MHP’ê, ji nava AKP’ê hinek hewl didin li gorî vê tevbigerin, lê belê yên dijber jî hene. Siyaset divê hîn vekirî û wêrekî be.

Yanî avaniya siyaset û mejiyê demokratîk divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Divê bi xurtî xwe li demokrasiyê bigire. Hebûna xwe, xizmeta ji xwe re, pêşdîtina paşerojekê ji bo Tirkiyeyê bi vê ve girêdayî ye. Ji ber vê lawaziyê, tu yê bêjî ku qey diçe cihekî veşartî, çûn Îmraliyê. Weke ku nexweşî ye, encamên wê nehatin eşkerekirin. Piştre jî axaftinên dijber ewqasî zêde û bilind bûn. Siyaseteke demokratîk nîne ku bersivê bide wan. Yan jî yên ku xwedî li vê derkevin nîne. Divê ev yek ji holê bê rakirin.

‘TECRÎD DIVÊ BI TEMAMÎ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN’

Bi rastî jî pêwîstî bi vê heye. Ji bo vê jî bêguman divê deriyên Îmraliyê hîn bêhtir bêne vekirin. Derfetên ragihandinê yên Rêber Apo divê beriya her tiştî bêne zêdekirin. Eger ew bi xwe nakin, qet nebe bila destûrê bidin wî. Bila Rêber Apo van tiştan bike. Ji xwe dibêje, ‘Ez ê bikim’. Belê weke ku me got, hevdîtin têne ikrin. Lê belê hîn jî tecrîd bi temamî ji holê nehatiye rakirin, şert û mercên kar û ragihandinê yên azad nehatine afirandin. Ragihandineke gelekî kêm heye. Bi çûn û hatina heyetan nabe. Bi vî rengî pêvajo bi ser nakeve. Lewma divê şert û emrcên azadiya fîzîkî, jiyana azad, mercên kar ên azad bêne afirandin, ku muxatabê pêvajoyê ew e, ew pêşengiyê û Rêbertiyê ji pêvajoyê re dike. Di heman demê de bi biryar û bi daxwaz e. Dibêje, ‘Firsendê bidin, ez ê bi ser bixînim’. Madem em alîgirê vê ne, wê demê bila derfetan biafirînin. Bila wî karî bike ku bi ser bixîne. Divê tiştên li pêşiya kar asteng in ji holê bêne rakirin. Ji ber vê jî hîn gavên gelekî kêm têne avêtin. Ya rast ji bo yên hatine kirin gav jî nikare bê gotin. Em girîng dibînin, lê belê divê ev yek neyê derengxistin.”

VEGERA JÊ NÎNE

Kalkan li ser piştgiriya bi pêvajoyê nirxandin kir û got, “Belê, di vê mijarê de hewldaneke girîng heye. Beriya her tiştî ji aliyê me ve dikarim vê bibêjim. Yanî me berê jî got. Em hewl didin pêvajoyê fêhm bikin. Em dibêjin ku di astekê de me fêhm kiriye. Yanî em nêzîkatiyeke taktîkî, demkî li pêvajoyê nakin. Me got, vegera jê nîne. Ya lê wê ber bi ku ve biçe? Em hîn li bersiva vê pirsê digerin. Pêwendiya me ya bi pêvajoyê re bi vî rengî ye. Divê her kes bi vê zanibe. Yanî yên ku li bendê ne ku wê veger jê çêbibe, di nava xewn û xeyalên pûç di ne. Di nava xefletê de ne. Yanî nêzîkatiya, ‘Ez tevlî nabim, ez ê li bendê bim. Ber bi ku ve biçe, ez ê li wir bim’, ev nêzîkatiya firsendperestiyê bi kêrî kesî nayê. Sekneke gelekî baş nîne.

YÊN TEVLÎ PÊVAJOYÊ NEBIN WÊ WINDA BIKIN, PÊVAJOYEKE KU ALTERNATÎFA WÊ NÎNE

Em vê bibêjin. Yanî yên ku tevlî vê pêvajoyê nebin wê winda bikin. Divê her kes bi vê zanibe. Pêvajoyeke ku alternatîfa wê nîne. Alternatîfa vê ew e ku şer qat bi qat zêde bibe, yanî felaket. Rantxur vê dixwazin. Dibêjin, ‘Bila bi vî rengî be ku em ranta xwe dewam bikin’. Divê mirov lêkolîn bikin bê ajaniyê ji kê re dikin. Xwe weke welatparêz, neteweperest nîşan didin, lê belê rastî bi vî rengî nîne. Divê sicîla wan a sîxuriyê bê lêkolîn. Lewma biryardariya me ya ji bo pêvajoyê di vê astê de ye. Ji bo vê jî ji aliyê xwe ve em karên pêwîst dikin. Yanî me têkoşîna çekdarî rawestand. Me karê xwe rawestand. Me karên bi navê PKK’ê sekinand. Ji xwe daxuyaniyên ku divê bêne dayin me hemû kir.

HEWLDANÊN ME HENE LÊ BELÊ PÊVAJO PÊVAJOYEKE ZEHMET E

Bêguman ji aliyekî ve em hewl didin li ser bingeha stratejiya demokratîk û siyasî karên xwe bimeşînin. Bêguman me guehrtina stratejîk kir. Vegera li stratejiya berê wê nebe. Em hewl didin ku li ser vê bingehê bixebitin. Hewldanên me hene. Lê belê pêvajoyeke zehmet e, wê bibêjim. Pêvajoyeke tevlîhev e. Ji bo her kesî zehmetiyên xwe hene. Muxatabên me jî timî qala zor û zehmetiyan û astengiyan dikin. Rast e, em zor û zehmetiyên ji bo her kesî, zor û zehmetiyên ji bo muxatabên xwe jî fêhm dikin. Lê belê zor û zehmetiyên me jî hene. Belê, her ku pêvajo dirêj bibe rê ji provokasyonan re jî vedibe. Ji ber vê jî ya baş e ew e ku dirêj neke. Bi gotina ‘Haydî’ jî nabe. Divê atmosfera wê bê afirandin, mercên wê bêne afirandin û bi vî rengî kar bê kirin. Di vê çarçoveyê de em hewl didin xwe perwrede bikin, siyaseta Rêber Apo fêhm bikin, rê û rêbazên serxistina wê peyda bikin. Em rast nîqaş dikin, hewl didin rast fêhm bikin. Yanî divê ev yek bê dîtin û fêhmkirin. Divê her kes ne tenê xwe bibîne. Fermandarekî gerîla daxuyaniyek dabû. Hefteyek derbas bû. Hin derdora qiyametê radikin. Ketiye ser zimanê vê derdora rantxur. Mînak, divê mirov wî jî fêhm bike. Lê belê yê ku ew got û da gotin, ew bi tenê nîne. Zor û zehmetiyên wî jî hene. Divê empatî hebe. Dive veneguhere encamên welê ku bandoreke neyînî li ser pêvajoyê bike. Di vê mijarê de divê baldarî hebe.”

HEWLDANÊN DAYIKÊN AŞTIYÊ GELEKÎ ZÊDE NE

“Bi taybetî Dayikên Aştiyê gelekî di nava hewldanan de ne. Dayikên Şemiyê hene. Jin gelekî bi bandor in. Herî zêde jin xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketin, derdikevin. Ji ber ku herî zêde jin ji şer zerar dîtine. Pêwîstiya herî zêde ya jinan bi aştiyê heye. Li aliyê din bêguman bi siyaseta demokratîk rê li ber azadiya jinê tê vekirin. Gihîştin vê têgihiştinê. Rêxistiniyeke bi vî rengî heye. Ciwan çalakiyan lidar dixin. Di asta navneteweyî de konferans hene. Lê belê divê bê pêşvebirin, bêne xurtkirin.”

ŞERÊ LI NAVA CIVAKÊ, TUNDIYA LI JINÊ…

“Rêber Apo herî dawî ji Heyeta DEM Partiyê re axivî. Li dijî tundiya li hemberî jinê û şerê li nava civakê, pêwîstiya têkoşînê ya pêvajoyê destnîşan dike û radigihîne ku di qonaxa duyemîn de wê giraniyê bide ser vê yekê. Li ser vê bingehê li hemberî êrışên şerê taybet, li dijî fûhûş, narkotîk, sîxurkirin, hewldanên parçekirina yekîtiya civakî têkoşîn gelekî girîng e. Kampanya têne kirin. Ev gelekî bi bandor in. Bala xwe bidinê, li Kurdistanê li nuqteyên herî hesas êrîşên şerê taybet zêde bûne. Li Dersimê, li Licê. yanî li deverên ku berê nirx li têkoşînê zêde kirin, ji bo wan ji têkoşînê dûr bixîne, ji xeta demokratîk a welatparêz dûr bixîne vê dikin. Ev karekî gelekî bi zanebûn û plankirî ye. Li hemberî van hemûyan Rêber Apo dibêje, ‘Bi zanebûn û rêxistinî têkoşîn dikare bê meşandin’. Rast e. Wê demê divê em xwe zane bikin, hîn bêhtir xwe bi rêxistinb ikin. Divê bi rastî jî xwedî li ciwanan derkevin. Berê di vê mijarê de hin kêmasî bûn. Bi wesîleya şer li hemberî êrişên şerê taybet sekneke têrker nehate nîşandan. Lê belê me encama wê dît, bê xisareke çawa bi xwe re anî. Bikaranîna narkotîkê daketiye heta nava zarokên 5-7 salî. Nîşaneya herî girîng a serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk avakirina civaka demokratîk e. Pîvana bûyîna civaka demokratîk têkoşîna rêxistinbûyî ya topyekûn a li hemberî nexweşiyan, li hemberî êrîşên ku ciwanan diqedîne ye.

RÊXISTINÊN CIWANAN HÎN BÊHTIR XWEDÎ BERPIRSYARIYÊ NE

Sekneke bi vî rengî ya têkoşînê divê tekez hebe. Rêxistinên ciwanan di vê mijarê de xwedî hîn bêhtir berpirsyariyan e. Sekna ciwanên Apoyî lawaz maye. Ne di nava xwe de ne jî li derdorê bandoreke têrker nake. Halbûkî eger rêxistiniyeke bi vî rengî ya ciwanan hebe, bêguman heye, hebûna wê ne cihê nîqaşê ye, em di wê baweriyê de ne ku divê xwe baş plan bike, têkoşîneke bi bandor bimeşîne. Ne tenê xwe biparezin, divê xwedî li hemû ciwanan derkevin. Divê xwedî li her cûre ciwanên li Tirkiyeyê derkevin. Divê xwe berpirsyar bibînin. Çawa çeteyên fûhûşê dikarin rû bidin? Ma gelekî zehmet e ku li hemberî van têkoşîn bê meşandin? Çawa çêdibe ku li hemberî yên ku hewl didin paşeroja civakê tine bikin tiştek nayê gotin. Mebesta min ew e ku nêzîkatiyeke ezeztiyê heye, bêrêxistinî heye, têkoşîneke lawaz heye. Divê em hinekî din wêrek bin, fedakar bin, rêxistin bin, bi berpirsyarî tevbigerin. Yanî civakîbûn tê wateya berprisyariyê. Ji bo civaka demokratîk pêwîstî bi hesayetiyên bi berpirsyar heye.

Divê em têkoşîna ku li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dimeşînin bi têkoşîna li dijî êrişên şerê taybet re bikin yek, li derveyî welat, li 4 parçeyên Kurdistanê, li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê, li her devera metropolên Tirkiyeyê bi rengekî plankirî, zane û rêxistinbûyî hîn bi xurtî bimeşînin. Pêwîstî bi vê heye. Bi qasî ku pêwîst dike plan û rêxistinbûn divê bê kirin. Bêbandorkirina van derdoran ne karekî zehmet e. Bila kes nebêje ’em nikarin bikin’. Eger helwesteke hevpar û yekîtiyê hebe, wê ev çete ji xwe re li kulikan bigerin ku xwe lê veşêrin. Em ê bi rengekî xwerexnekirinê nêzîk bibin û sererast bikin. Ji bo pêşvebirina pêvajoyê jî em ê têkoşîneke piralî bimeşînin.”

ME DIXWEST TEVLÎ KONFERANSÊ BIBIN

“Bi rastî jî konferanseke girîng bû. Me beşeke mezin a nîqaşan li ser çapemeniyê hewl dan bişopînin. Em encamên wê baş dişopînin. Peyameke berfireh a Rêber Apo hebû. Lê belê beşdarên gelekî hêja jî hebûn. Ji nava welêt û ji çar aliyên cîhanê axaftinên gelekî bedew û hêja hebûn. Ji bo fêhmkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji gelek eniyan yên ku bi xwe jiyan, tecrûbeyên xwe parve kirin. Kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hîn baştir bê fêhmkirin, dewlemendkirin û bi wate kirin. Em her kesên ku tevlî bûne, ked dane silav dikin. Weke Akademiya Zanistên Civakî me jî dixwest tevlî bibin. Em gelekî dixwazin ku tevlî çalakî û karên bi vî rengî bibin. Em dikarîbû tevkariyê bikin. Danheviyên me hene. Ya rast dostên me yên hêja yên sosyalîst, derdorên demokratîk û welatparêzan nêrînên hêja pêşkêş kirin. Peyamên berfireh û tevgir ên Rêber Apo hebûn.

Naverok jî baş bû. Çarçoveya wê jî baş bû. Plansaziya wê, ûslûb, ziman, nêzîkatiya wê jî baş bû. Ya heyî danî holê. Bi nêzîkatiyeke rexnekirinê û rexnedayinê rêyen çareseriyê danî holê, nîşan da. Ji ber vê yekê jî bi rastî gelekî girîng bû. Bi rengekî bedew nîşan da ku aştî tê çi wateyê, mirov çawa dikar xwe bigihîne aştiyê, rastiya civaka demokratîk çi ye, mirov çawa dikare bibe civakeke demokratîk, têkiliya civaka demokratîk bi sosyalîzmê re çi ye; ev hemû bi rengekî bedew hate destnîşankirin. Ji Tirkiyeyê jî tevlîbûn gelek bû. Ji rewşenbîrên Kurd jî tevlîbûn baş bû. Ji derve jî gelekî zêde bû. Me ev yek dît. Yên ku ji 11 hezar kîlometreyî cihekî dûr hatin ku daxuyaniyekê bidin, bi rastî jî xwedî hewldaneke girîng bûn. Fikrên Rêber Apo weke ronahiyek di nava tarîtiya kapîtalîzmê de şewq dide pênase kirin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi vî rengî dîtin.”

TEVGERÊN XWEDÎ KOMPLEKSA NETEWEYA SERWER

“Li Tirkiyeyê di vê mijarê de danheviyeke girîng heye. Mirov dikare vê bibêje. Lê belê yên dijber jî bi rengekî balkêş hene. Divê mirov wan jî bînin ser ziman. Tevgerên xwedî kompleks hene. Çawa? Mirov ji van re dikare bibêje kompleksa neteweya serwer. Bandora sosyal şovenîzmê. Yanî li Tirkiyeyê li çep, li sosyalîzmê ewqasî israr heye. Lê di heman astê de nêzîkatiyên dogmatîk û hişk hene. Sedema vê çi ye? Divê têkiliya vê yekê bi nêzîkatiya neteweya serwer yanî bi şovenîmz sosyal re bê danîn. Tevgera sosyalîst a ku di destpêka salên 70’î de rabû, çima xwe nû nekir û rê li ber pêvajoyên nû nexist, çima nebû tevgereke ku çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike; li ser vê bingehê divê bê nirxandin. Li şûna ku bi vî rengî binirxînin û hesabê we bidin, radibin êrişî pêngav, fikir û pratîka Rêber Apo dikin. Ev derdor di destpêkê de li dijî şerê rizgariya neteweyî jî bûn. Em van hemûyan baş nas dikin. Lê belê piştî ku veguherî tiştekî ku tevahiya cîhan qebûl dike, nekarîn li ber rabin. Niha vê bi asta nû pênase dikin. Yên ku beriya 50 salan li hemberî karên Rêber Apo rabûn, dijberî kirin, niha jî bi heman rengî dijberiyê dikin.

ŞOVENÎZMA CIVAKÎ

Mirov hinekî bi hurmet dibe. Ma nabe ku Kurd van rastiyan bînin ziman? Em bibêjin rêberê vê demê ji nava Kurdan rabûye. Ma ev nabe? Ev şovenîzma civakî ye. Yanî dijberiyek heye. Di bingeha hewldana CHP’ê de ya ku li derveyî Rêber Apo li muxatab digere û di bingeha êrişên hinekan ên bi navê sosyalîzmê dikin de ev heye.

ÊRIŞÊ DIBIN SER KOMUNÊ

Yên Kurd nîne. Dibe ku ji sedî 95 Kurd bin. Dema ku Rêber Apo got ‘Judenrat’ nerazîbûneke mezin nîşan dan. Ji wê pênaseyê û vir ve êriş ewqasî zêde bûn. Ji ber ku yên bi rastî jî bi vî rengî ne hene, xwe di nava wê pênaseyê de dîtin. Maskeyên wan dikevin, deşîfre dibin, ji bo pêşîgirtinê jî êriş dikin. Bi vî rengî nabe. Yanî bi vê dogmatîzmê nabe. Rabûne qala têkoşîneke çînî dikin. Birin ber bi têkoşîna çînî, yanî têkoşîneke rêxistinûyî jî nîne. Êrişî têkoşîna kesayet yanî komunê dikin. Gelekî balkêş e. Marx dema ku komun dinirxand digot, ‘Komun dijberiya împaratoriyê ye’. Şoreşa Sowyetê jî li ser bingeha komunê ava bû. Teorî û pratîka sosyalîzmê ya li ser wê hate kirin, îro gihandine kîjan astê? Sosyalîst ne kesên sosyalîst in. Her yek jê kesayetekî bûrjûva biçûk, madiyatperest, milkperestên taybet e. Ew bi xwe nakevin jiyana komun, nabin komun. Têkoşîna çînî bi çi tê meşandin? Bi têkoşîna şexsî tê meşandin? Gelo em ji bo azadiya şexsî têdikoşin an azadiya civakê, yan jî ji bo azadiya jinê? Welê lê kirin ku jiyaneke bûrjûva biçûk afirandin û li ser sosyalîzmê serwer kirin. Komun û jiyana komunê, civaka komun tine kirin. Ev yek weke dewameke kapîtalîzmê ye.

BILA WERIN EM DERSÊ BIDIN WAN

Bila Marx jî bixwînin, Lenîn jî bixwînin. Dibêjin ‘Haya me Apoyiyan ji gotinên Marx, ji gotinên Lenîn nîne’. Bila bên em dersê bidin wan. Bila bibînin bê haya kê jê heye ya kê jê nîne. Em zanin bê Marx jî Lenîn jî çi gotiye, her wiha em zanin bê bi navê Marx û Lenîn çi hatiye kirin. Em zanin bê li her alî di vê mijarê de çi hatiye kirin. Lê belê kes nikare bibêje Apoyiyek bi şexsî, bi milkperestiya taybet jiya ye. Em baş bibînin bê kî bûye sosyalîst, kî nebûye. Dema ku rexne hate kirin, divê bi gotinên neşênber tevlîhevî neyê kirin. Her kes divê li rastiya xwe binihêre. Li jiyana xwe binihêre. Bi qasî ku kiriye û jiya ye divê biaxive. Ji ber ku gotin ewqasî derbasdar nîne. Ronahiya Rêber Apo ku di nava tarîtiya kapîtalîzmê şewq dide, nikare bê tarîkirin. Wê nikaribin tarî bikin. Paşeroj wê bi vî rengî be. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye: Nîqaşeke teorîk a bi hevrêtî, têkoşîna siyasî ya hevpar a li dijî kapîtalîzmê, têkoşîna siyasî ya li ser bingeha bernameya hevpar. Em amade ne ku yên ku xwe bi rastî komunalîst dibîne, li ser bingeheke hevpar têkoşînê bimeşînin. Li ser vê bingehê em dostên xwe silav dikin. Di serî de dostên li nava HBDH’ê em bang li dostên xwe yên li qada navneteweyî dikin ku li ser van bingehan hîn bêhtir nîqaş bikin, nîqaşa bi hevrêtiyê bikin, hîn bêhtir têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin