المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Rêber Apo: Em xwedî biryar û îradeya pêşxistina pêvajoyê ne

0 33

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevdîtina di 2yê Kanûnê pêk hatî de 4 seatan berdewam kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo  encamên erênî yên hevdîtina bi Komîsyona TBMMyê re pêk hatî nirxandine. Di daxuyaniyê de hate derbirîn ku Rêber Abdullah Ocalan balkişandiye hewildan û gotinên demên dawî li dijî pêvajoyê pêş dikevin û ev wekî sabotajê nirxandine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev rewşek wekî mekanîzmaya darbe di tevahiya pêvajoyan de derdikeve holê ye. Ev ne xebatek qlasîk a darbeyê ye. Mîna hemleyek li hemberî hewildanên pêvajoyê pêş bixin, derdikeve holê. Divê wekî hewildanên avakirina rewşek xeternak û talûke bên famkirin. Di roja me de ev derdor berdewamiya hêzên devreyî normê yên dewletê ne. Li aliyê din li hemberî kevneşopiya mina terzek çand, siyaset, rêxistinbûna nepenî û aşkere ya wekî şêwazek darbeyê dixebite ku sed sala dawî ya Tirkiyeyê teşe kiriye, îradeyek siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan balkişandiye ser pêşketinên pêvajoyê û ev nirxandin kirine: “Mûdahaleyên derveyî demokrasiyê û şideta siyasî dê bi derxistine zagonek aştiyê ya li ser bingeha hiqûqa piralî hatiye derxistin ji rojeva Tirkiyeyê derkeve. Di vî alî de daxuyaniya me ya 27ê Sibatê bernameyek rê nîşan dide ye. Tevahiya gavên bi vê armancê hatine avêtin, berpirsyariya me girtiye ser milê xwe nîşaneya armanca me ya jiyana hevpar e. Li Tirkiyeyê hemû derdorên siyasî û civakî yên dixwazin şansê rêvebirin û îktidarê rast bikar bînin divê bi helwestek durist nêzîk pirsgirêkên siyasî bibin û bibin nîvekarê çareseriya demokratîk. Ev pêvajo tê wateya ku kurd bi riya hiqûqê tev li komarê bibin û bi beşdariya herî berfihek a civakî komarek demokratîk bê avakirinê. Ez dixwazim bêjim ku em xwediyê îrade û biryarek xurt a ku vê pêvjoyê pêş bixin e.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin