المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin

0 28

Serokatiya Meclisê, ragihand ku komîsyon çûye Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah re erênî derbas bûye.

Serokatiya Meclisê, piştî hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Netewyeî, Biratî û Demokrasiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi nivîskî daxuyaniyek belav kir. 

Daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Meclisê bi vî rengî ye: “Komîsyonê heta niha 17ê civînên guhdarkirinê pêkanî. Herî dawî jî di civîna 18an de komîsyonê biryar girt ku şandeyek biçê Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkbîne. Li ser vê biryarê şandeyek çû Girava Îmraliyê. Şandeya  komîsyonê li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û piştî wê bangê biryara fesîhê û berdana çekan a rêxistinê û mutabakata 10’ê Adarê pirs ji Abdullah Ocalan pirsîn û bersivên berfireh girtin. Di encama civînê de ji bo hevgirtina civakî, pêkhatina xwişk û biratiyê û bi awayekî pozîtîf rêveçûna pêvajoyê encameke erênî bû. Komîsyon ji niha şûn ve jî ji bo armancên xwe pêk bînê wê helwesta xwe ya biryardar bidomîne.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin