المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Çalakiya “Niha Dema Azadiyê ye” ya Cenevreyê di hefteya 245’an de ye

0 23

Çalakiya rûniştinê ya “Niha Dema Azadiyê ye” ya bajarê Cenevre yê Swîsreyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di hefteya 245’an de berdewam dike.

Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê li Qada Nations a Cenevreyê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, ji bo azadiya Rêber Apo bang li saziyên navneteweyî dikin.

Çalakvan diyar dikin ku divê NY, Konseya Ewropayê û hemû saziyên peywendîdar li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Apo erkên xwe bicîh bînin.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên), Sara Tolhildan (Diîlara Urper), Rûstem Cûdî û Dijwar Şervan (Mehmet Çetîn) destpê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Osman Tekîn li ser navê komîteya çalakiyê ya Cenevreyê axivî û bi bîr xist ku diviyabû Konseya Ewropayê di 17ê Îlonê de biryara “Mafê Hêviyê” ya der barê Rêber Apo de bicîh bianiya, lê dem da Tirkiyeyê û bi vî awayekî erka taloq kir û got, “Em vê biryara qebûl nakin.”

Tekîn destnîşan kir ku şertê bingehîn ji bo pêkanîna perspektîfa “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, azadiya Rêber Apo ye û wiha domand: “Divê şert û mercên xebatê yên Rêber Apo demildest bên baştirkirin û azadiya Rêber Apo were misogerkirin. Ev şertekî bingehîn ê gelê Kurd e.”

Tekîn têkildarî rûniştina vekirinê ya li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê jî axivî û got, “Komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin divê pêşî azadiya Rêber Apo misoger bike. Em careke din bang li Meclîsê û komîsyonê dikin.”

Çalakiya piştî daxuyaniyê heta saet 17:00’an berdewam kir.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin