Rêber Apo ji gelê Şengalê re peyamek şand
Rêber Apo peyamek ji xelkê Êzidî, bi taybetî jî ji gelê Şengalê re şand. Peyam wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re bê ragihandin.

Li gorî agahiyan, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê wê bi civîneke çapemeniyê peyama Rêber Apo ya ji bo xelkê Şengalê bi raya giştî re parve bike. Li gorî Çira TV daxuyanî wê bi dema herêmê saet di 15:00 de li Şengalê bê dayin.
Rêber Apo beriya niha 2 caran peyamên taybet ji Şengalê re şandibû. Di yek ji peyaman de pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ weke ronesansa civaka Êzidî pênase kiribû. Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kiribû ku bi pêvajoyê re êdî dema fermanan qediya ye.