Şêxên eşîran: Nameya Abdullah Ocalan banga yekitiya sûriyeyiyan dike
Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li kantona Cizîrê piştgiriya xwe ya ji bo nameya Rêber Abdullah Ocalan ku banga hezkirin, biratiya di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de dike, anîn ziman.

Şandeyeke Meclisa Rûspiyan û Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdana şêx û rûspiyên eşîrên Ereb ên li kantona Cizîrê kir da ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a ku banga hezkirin, aştî û biratîyê dike, bigihînin wan.
Piştî name gihîşt şêx û rûspiyên eşîran, ji şêx eşîra El Bû Salih a êla Şerabiyan, şêx Fewaz Ebdul Hafîz El Bazo, bi rêya ajansa me peyamek şand û got: “Bes e êş, koçberî, kuştin û dijminatî. Sûriyeyê ez û tu ye, ne ‘yan ez yan tu’. Sûriyeyê welatê hemû gelê xwe ye, Kurd, Ereb û Suryanî, û hemû mezheb û olan. Werin em wekî xwişk û birayan bijîn, û em ji bo Sûriyeyê siberoja çêtir ava bikin, ku her kes hevdu biparêze. “
El Bazo pesna nameya Rêber Abdullah Ocalan da û got: “Nameya Rêber Apo bangeke rastîn e ji bo hezkirin û aştiyê, û divê em wê di civaka xwe de biçînin. Ew nameyke e ku kesî ji derve nahêle û hemû pêkhateyên Sûriyeyê dihewîne. Em hêvî dikin ku ew di demek nêzîk de were berdan.”
Der barê hewldanên pêkanîna fitne û nakokiyan de El Bazo got: “Em hemû hewldanên ji bo parçekirinê di navbera pêkhateyên gelê xwe nepejirînin, û em hêvî dikin ku her kes, bi taybet li ser medyaya civakî, ji gotinên nefretê dûr bikve û ji bo belavkirina hezkirin û biratiyê di navbera Kurd, Ereb û hemû sûriyeyiyan de bixebitin.”
‘EM PIŞTGIRIYA QSD’Ê DIKIN’

Şêx Fadil Elî El Gemer şêxê eşîra Benî Rebîa ya li bajarê Hesekê, got: “Me nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirtiye ku banga hezkirin, hevgirtin û aştiyê dike. Em bi tevahî piştgiriyê didin vê nameyê. “
El Gemer piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) anî ziman û got: “Em li kêleka QSD`ê ne ku nûnertiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ew tekane hêz e ku axa me diparêze û gelên ji mezheb û eşîrên cuda dike yek.”