Nameya Rêber Apo ya ji bo Eşîrên Ereb û Demokratîkbûna Sûriyeyê
Nameya ku Rêber Apo ji eşîrên Ereb yên li Sûriyê re şand gelek deng veda. Bi dehan eşîran name bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin.

Nameya ku Rêber Apo ji eşîrên Ereb yên li Sûriyê re şand gelek deng veda. Bi dehan eşîran name bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin. Weke ku Rêber Apo di nameyê de balê dikişîne ser, xwişk-biratî û tifaqa gelên Kurd û Ereb mifteya derketina ji aloziyê û çareseriyê ye. Ereb û Kurd gelên herî qedîm ên li ser vê xakê ne ku bi hezaran sal in bi hevre dijîn. Têkiliyeke xurt ya dostanî û cîrantiyê avakirine. Bi taybetî Kurdan li Sûriyê, Iraqê, Misirê, Libnanê di pêşxistina çand û hunerê de bi roleke mezin rabûne û di xebatên siyasî û dîplomasiyê ya li van dewletan de jî bandoreke mezin kirine.
Bi avabûna dewletên netewe, polîtîkayên înkar, tunekirin, helandinê li ser gelê Kurd hate meşandin û xwestin di navbera gelan de nakokî û fitneyê derxin. Ev yek di serdema rejimên Baas yên li Iraq û Sûriyê de weke polîtîkaya dewletê hate meşandin. Niha êdî rastiyeke berbiçav heye. Li Rojhilata Navîn bi rêbaz û nêrînên olî û netewperestî ti pirsgirêk çareser nabin û berevajî dibin sedema şer û qeyranê. Li hember vê jî Rêber Apo formula çareseriya Neteweya Demokratîk danî holê. Niha girîngiya çareseriya Neteweya Demokratîk li dijî rêbazên olperest û neteweperest hê zêdetir xwe daye der. Ji xwe pêvajoya bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava dest pê kir, xwe li ser vê xetê bi rêxistin kir û vê yekê encam jî girt. Pergala Neteweya Demokratîk ya ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, hem ji bo Sûriyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn mînaka çareseriyê ye. Gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen xwe di nava vê pergala demokratîk de bi rê ve dibin û têkiliyeke civakî ya xurt avakirine. Gelên Suryan, Ermen, Tirkmen û dîsa gelek eşîrên Ereb yên ku di dema desthilata Baas’ê de tune hatibûn hesibandin, niha avabûna pergala Neteweya Demokratîk ji bo xwe weke şoreşekê dibînin.
Niha hewldanên dewleta Tirk û desthilata Şamê yên li ber hev rakirina Kurd û Ereban pûç û vala ne. Rejima Baasê jî ev hewldan kirin bi ser neketin û wê dewleta Tirk û desthilata Şamê jî bi ser nekevin. Di nava 13 salên dawî yên pêvajoya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelên li vê herêmê di heman demê de şoreşeke zêhnî jî pêk anîn. Di serî de jinan, hemû pêkhateyan girîngiya azadî û demokrasiyê baştir dîtin û fêmkirin. Ji ber vê jî wê êdî listik û hewldanên derxistina fitneyan ên desthilatên paşverû encamê negire û gelên herêmê jî hay ji vê rewşê hene. Bi taybetî eşîrên Ereb berê jî neketin xefika lîstikên rejimê û niha jî haya wan ji van lîstikan heye.
Rejîma Colanî ya ku qaşo li ber polîtîkayên rejima Baasê radibûn û dixwestin li Sûriyê şoreşê pêk bînin lê niha heman polîtîkayên wan dubare dikin. Lê ji rejima berê paşdetirin. Qet nebe di rejima berê de çandeke dewletê û desthilatê hebû, di vê rejima niha de ev yek jî tune ye. Werîsê xwe dane destê dewleta Tirk, wê dawiya wan çi be ne diyar e.
Pêdiviya Sûriyê û gelên Sûriyê bi azadî û demokrasiyê heye. Demokratîkbûna Sûriyê wê bandorê li hemû herêmê jî bike. Di dîrokê de jî hatiye dîtin ti desthilateke li dijî azadî û demokrasiyê nekariye hebûna xwe bidomîne û aqûbeta wan jî gelek trajîk buye. Pêwîste rejima heyî jî li vê rastiya dîrokî serwext bibe û li gorî wê jî siyasetê bimeşîne. Bi demokratîkbûna Sûriyê wê jiyaneke nû li welat ava bibe. Dewleta Tirk ku vê gavê li pêşiya demokratîkbûna Sûriyê asteng e û naxwaze çareserî pêk were, di nava xeletiyeke dîrokî de ye. Ji îro pêde wê ti feydeya şerekî navxweyî yê li Sûriyê ji bo Tirkiyê jî nebe. Dewleta Tirk qaşo ku herdem behsa pirsgirêka xwe ya beka û ewlekariyê dike, ancax bi piştevaniya demokratîkbûna Sûriyê wê vê pirsgirêka xwe jî çareser bike.
Dewleta Tirk û desthilata Şamê ku herdem behsa yekbûna xaka Sûriyê dikin, li pey berevajîkirina rastiyê ne û di siyaseta înkarê de israr dikin. Gotina yekîtiya xaka Sûriyê li cem Kurdan xwedî ti qîmetê nîne. Ji ber pirsgirêkeke Kurdan ya bi vî rengî tune ye. Kurdan ji mêj ve dest ji daxwazên desthilat û dewleteke netewe berdane ku bi vê nexweşiyê herêm ji bo gelan veguheriye cehenemê. Kurd vê gavê hêza sereke ya azadî û demokrasiyê ya li herêmê ne û dixwazin hemû pirsgirêk jî li ser vê bingehê bên çareserkirin.