المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

‘Pêwîstiya me hemûyan bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye’

0 13

Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson anî ziman ku rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê bandorê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bike.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

  •  MÛHAMMED KAYA
  •  BERLÎN
  •  pêncşem, 19 rezberê 2024, 04:12

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve dewam dike. Serlêdanên parêzer û malbata wî bi rengekî kêfî ya têne redkirin, yan jî bê bersiv têne hiştin û piştî bi mehan tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn. Lê belê sedema cezayê dîsîplînê jî nayê eşkerekirin.

https://cdn.iframe.ly/7yKRPjh

Di Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Berlînê de em bi Wezîrê Karên Hundir û Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson re li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

‘DIVÊ REJÎMA ÎMRALIYÊ BÊ ŞIKANDIN’

Ogmundur Jonasson diyar kir ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û got, “Çaryek sedsal e ev rewş dewam dike, ku ji kîjan alî ve bê nirxandin, rewşeke gelekî cidî ye. Dema ku ji aliyê şexsî ve li mijarê binihêre, dibe êşkence. Di mijara êşkence yan jî girtîgehan de pispor nebim jî dema mirov peymanên têkildarî dixwînin, fêhm dikin ku ev rewş li dijî peymanên mafên mirovan e. Lewma rewşeke gelekî cidî ye û êşkenceya li şexsekî ye; lê belê ji vê jî wêdetir e. Ev rewş li hemberî hemû Kurdan e. Hewldanek ji bo îzolekirina gelê Kurd e.

Her kes Abdullah Ocalan weke lîderê Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dike. Ev tevger ji bo mafên demokratîk, siyasî, çandî yên Kurdan, ji bo mafên mirovan têdikoşe. Enqere peyama ku bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan dide peyamek ji bo hemû Kurdan e yên ku têkiliya xwe bi vê têkoşîna azadiyê re heye. Peyama Kurdan a têkildarî mafên mirovan jî bi vî rengî ye: ‘Tecrîd dikare bê serê we jî’. Ji ber vê yekê hewldaneke rewa ye ku mirov têkildarî rejîma Îmraliyê biaxivin û rejîma Îmraliyê divê bê şikandin. Ji vê derê pêwîstiya me bi hewldaneke hevpar a Kurdan û civaka navneteweyî heye.”

‘DIXWAZIN SERÎ BIDIN TEWANDIN’

Ogmundur Jonasson bal kişand ser rapora 2019’an a CPT û anî ziman ku di wê raporê de tê xwestin, divê rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê tavilê bê bidawîkirin. Jonasson got, “Lê belê piştre tiştek nebû. Berê di nava heyeta Îmraliyê de bûm û tişta jê hîn bûm bi vî rengî bû: Tirkiye, NATO yan jî hevalbendên wê aştiyeke bêşert û merc naxwazin; aştiyeke bi şert dixwazin. Şertê wan jî serîtewandin e, îteata Kurdan e. Em ferz dikin, hûn ê jî îteat bikin. Pirsgirêk jî ev e.

Herî dawî par meha Gulanê tevlî heyeta Îmraliyê bûm. Û piştî serdana xwe ya li Tirkiyeyê me civîneke çapemeniyê lidar xist. Ev civîn li civîna bilind a Konseya Wezîran a Reykjavik rast hat. Yek ji endamên me Laura Castell wezîfedar bû ku vê bişopîne. Ji Meclîsa Parlamenteran re nivîsî, li Desteya Wezîran vegeriya û jê pirsî ku wê çi bikin û tecrîdkirina Abdullah Ocalan çawa dinirxînin.

Bersiva ku jê re hate dayin jî bi vî rengî bû, ‘Em nikarin bersivê bidin we’. Yanî encama ku min jê fêhm kir ew e ku ji rayedarên Tirk tiştek nayê hêvîkirin. Ji Konseya Ewropayê jî tiştek nayê hêvîkirin. Heta ku em nedin kirin ji NATO’yê jî tiştek nayê hêvîkirin.

‘EM AŞTIYÊ JI KURDISTANÊ BIDIN DESTPÊKIRIN; LI CÎHANÊ BELAV BIKIN’

Jonasson işaret bi girîngiya avakirina tevneke navneteweyî ya têkoşînê kir û got, “Hêzên emperyalîst jî vê dikin; hevkariyê dikin. Divê em jî heman tiştî bikin, xîtabî mirovan bikin. Dema ku mirov li dîrokê dinihêrin, dibînin ku bi ser dikeve.

Tevgerên bi vî rengî bi ser dikevin. Di konferansê de yan jî di axaftina xwe de min bal kişand ser tevgera aştiyê ya salên 1980’î ku wê demê NATO bi taybetî jî DYE’yê dixwest li hemberî Yekîtiya Sowyetan û bloka Sowyetan fuzeyên menzîl kurt û menzîl dirêj li Elmanyayê bi cih bikin. Xwepêşandan hatin lidarxistin; destpêkê biçûk bûn, piştre mezin bûn. Sala 1981’ê li Bonnê 250 hezar kes li hev kom bûn û em gihîştin serketinê. Ev tevger bi ser ket.

Niha me Peymana INF a sala 1987’an kir ku ji aliyê DYE’yê ve hate paşvekişandin. Lê belê ev serketinek bû. Di sala 2003’an de Iraq dihate dagirkirin. Li vê derê li Berlînê nîv milyon mirov daketin qadan. Encam çi bû? Hikumeta Elman nekarî piştgiriyê bide dagirkirina Iraqê. Lewma ez vê yekê weke mînakek ji bandora liv û tevgera gel û raya giştî dinirxînim.

Hêvîdarim ku di mijara Abdullah Ocalan de jî em ê karibin vê bikin. Ji ber ku cîhan niha bi xeteriyeke gelekî cidî ya şer re rû bi rû ye. Li her devera cîhanê; li Ûkrayna, Fîlîstîn, Tirkiye, Başûr, Bakur, Rojava.

Li her derê şer dewam dike. Bêguman li Xezeyê. Îdîaya min bi vî rengî ye: Eger hûn Abdullah Ocalan berdin, tecrîdê rakin, mîna salên 2013-2015’an bikin, hûn ê karibin pêvajoyeke danûstandinê ya aştiyê bidin destpêkirin. Ne tenê li Kurdistan, Tirkiye û herêmên Kurdan, ev yek wê bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bike.

Ev yek rewşa berevajîkirina teoriya domîno ye. Weke ku hûn jî zanin li Vîetnamê, li Başûrrojhilatê Asyayê qala teoriya domîno kirin. Teoriya me ya domîno wê hebe: Em ê Aştiyê ji Kurdistanê bidin destpêkirin û li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav bikin.

Pêwîstiya cîhanê bi vê heye. Yanî dibêjim; ne tenê pêwîstiya Kurdan lê belê pêwîstiya me hemûyan bi rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan heye.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin