المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

YJK-S ji bo kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ banga tevlîbûnê kir

0 13

YJK-S’ê ji bo kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ banga tevlîbûnê kir ku wê 4’ê Îlonê li Cenevreyê bê destpêkirin.

Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) dest bi kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ kir. Kampanya wê 4’ê Îlonê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê destpê bike.

Li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê wê 4’ê Îlonê saet di 13:00 de daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin û kampanya bi vî rengî destpê bike.

Kampanya wê bi dirûşma “Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdistanê wê ji bo tevahiya cîhanê aştiyê bîne” destpê bike û li dehan deverên Swîsreyê wê bi çalakiyên hunerî û çandî heta 12’ê Cotmehê dewam bike.

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) daxuyaniyek weşand û bang welatparêz, demokrat û hemû jinên li dijî sîstema kapîtalîst kir ku tevlî kampanyayê bibin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Kampanya wê heta 12’ê Cotmehê dewam bike û li bajarên Aarau, Basel, Zurich, Luzern, St Gallen, Lozan, Bern û hemû qadên ku weke YJK-S em lê bi rêxistinin, wê bi çalakiyan dewam bike.”

‘TEVLÎBÛNA LI PÊNGAVA RÊBERTÎ GELEKÎ GIRÎNG E’

Di daxuyaniya YJK-S’ê de hate gotin, “Li dijî modernîteya kapîtalîst ku dijminê civak, xweza, jin û mirovahiyê ye, paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêbertî yekane alternatîf e. Ji ber vê yekê jî di çarçoveya kampanya ‘Tîrêjên Rojê’ ya TJK-E’yê de ku di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ tê lidarxistin, em ê fikrên Rêber Apo bigihînin her kesî, her malê, her kolanê, her dibistanê.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Weke YJK-S di vê çarçoveyê de di navbera 4’ê Îlonê û 12’ê Cotmehê de em dest bi pêvajoya çalakiyan dikin. Armanc ji çalakiyan ew e ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê ku mafên mirovan, mafên jinan, hiqûq û edalet ji xwe re kirine kar, li pêşberî tecrîda li derveyî mirovahiyê û polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Rêbertî, jinan û gelên Kurdistanê û gelan bêdeng nemînin. Em ê zextê li wan bikin ku helwesteke rast nîşan bidin û wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Gelekî girîng e ku jinên li dijî sîstemê û di nava lêgerîna li jiyana azad de ne, vê demê rêxistiniya xwe hîn xurt bikin, çalakiyên xwe mezin bikin û tevlî pêngava Rêbertî bibin. Yekane rêya azadiya fîzîkî ya Rêbertî ew e ku li her devera em lê ne li dijîl polîtîkayên êrîş, îmha, înkar, tecrîdê pêngavê mezin bikin û pêşengiyê jê re bikin.

Bi dirûşma ‘Rêbertî kesayetê diyarker e ku ne tenê ji bo Kurdistanê her wiha ji bo tevahiya cîhanê dikare aştiyê bîne’ di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ di 4’ê Îlonê de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî em dest bi çalakiyên xwe dikin. Em bang li welatparêz, demokrat û hemû jinên li dijî sîstema kapîtalîst ên li Swîsreyê dikin ku tevlî çalakiyê bibin. Em bang dikin ku helwesteke hevpar bê nîşandan û berxwedan bê mezinkirin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin