المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Di çalakiya rûniştinê ya li Cenevreyê de lihevkirina Bexda û Enqereyê hate protestokirin

0 18

Di çalakiya vê hefteyê ya rûniştinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevreyê tê pêkanîn de lihevkirina di navbera Tirkiye û Iraqê de hate protestokirin.

ÇALAKIYA RÛNIŞTIYÊ YA CENEVR

Di çalakiya vê hefteyê ya rûniştinê de ya di çarçoveya pêngava; ‘’Dem dema azadiyê ye’’ de ji 25’ê Kanûna Paşîn 2021’an heya niha hemû rojên Çarşeman tê berdewamkirin de lihevkirina di navbera Enqere û Bexdayê de ya dagirkirina Kurdistanê erê dike, hate protestokirin.

Çalakiya vê hefteyê bi silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê û di şexsê Fermandar Egîd de ji bo şehîdên Kurdistanê yên azadiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel li ser navê komîteya çalakiyê ya Cenevreyê li pêşiya NY’ê têkildarî giringiya Pêngava 15’ê Tebaxê axaftinek kir.

Yuksel da zanîn ku di destpêka vê hefteyê de di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê de hevdîtinek pêk hatiye û got ku ev lihevkirina di navbera her du aliyan de tê wê wateyê ku hikûmeta Bexdayê xaka xwe firotiye dewleta Tirk.

Yuksel ji bilî lihevkirina di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê de hevkariya rêveberiya PDK’ê ya tunehesibandina hebûna gelê xwe rexne kir û got: ‘’Gelê Kurd ne biyaniyê vê lihevkirinê ye ku hebûna gelê Kurd û Kurdistanê tune tê hesibandin. Çawa ku di sala 1923’yan de bi Peymana Lozanê xaka Kurdistanê kirin 4 perçe, dixwazin bi vê lihevkirinê jî careke din destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin.’’

Yuksel bal kişand ku ev lihevkirin ne tenê ji aliyê rêveberiya PDK’ê, hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk ve hatiye îmzekirin. Diyar kir ku ev lihevkirin bi temamî ji aliyê dewletên emperyalîst ve bi armanca parastina berjewendiyên wan û ji di bin kontrola wan hêzan de hatiye îmzekirin.

Yuksel bang li hikûmeta Iraqê kir ku dev ji vê lihevkirina qirêj berde û parastina xakên xwe bike. Her wiha Îbrahîm Yuksel bang li rêveberiya PDK’ê jî kir ku dev ji helwesta xwe ya îxanetker berde.

Yuksel di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êşkenceya tecrîda mutleq ya ev 4 sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin jî û got: ‘’Bepirsiyarên rastîn yên êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêbertiya me tê meşandin, dewletên emperyalîst bi xwe ne.’’

Her wiha Îbrahîm Yuksel di axaftina xwe de israra bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Neteweyên Yekbûyî (NY) Konseya Ewropayê (KE) Yekîtiya Ewropayê (YE) û saziyên mafên mirovan ya li dijî tecrîdê jî rexne û şermezar kir û ev yek anîn ziman: ‘’Ev sazî û dewlet berpirsiyarên rastîn ên tecrîdê ne ku tecrîca berbehs di bin kontrola hêzên emperyalîst de tê meşandin.  Em weke gelê Kurd bi esasgirtina xeta têkoşînê ya Rêbertiya me û ruhê têkoşînê yê Egîdan, heya ku em azadiyê dabîn bikin, em ê li qadan bin û li ber xwe bidin.’’

Piştî banga tevlîbûna pirozbahiya ku wê bi wesîleya 40’emîn salvegara Pêngava 15’ê Tebaxê 24’ê Tebaxê roja Şemiyê were lidarxistin hate kirin, Kurdistaniyan çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kir.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin