المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Radyo Onda d’Urto: Fikrên Abdullah Ocalan rê nîşanî gelan dide

0 20

Ji edîtorên Radyo Onda d’Urto Michele Borra diyar kir, ku fikrên Abdullah Ocalan ji têkoşeran re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, rê nîşanî wan dide û got, “Bi weşanên xwe, em paradîgmaya Ocalan digihînin gelan.”

RADYO ONDA d’URTO

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 41 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Li gel sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj hîn bêhtir li nava civakên cuda yên têkoşer belav dibin.

https://cdn.iframe.ly/tCuJG4b

Yek ji saziyên ku xwedî li paradîgmaya Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê derdikeve û wan digihîne gelan, radyoya Onda d’Urto ya Îtalyayê ye. Radyo ji sala 1992’an û vir ve bi rengekî kevneşop li bajarê Brescia yê Îtalyayê bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê festîvaleke ji 18 rojan lidar dixe. Bi deh hezaran mirov tevlî festîvalê dibin û peyamên siyasî têne dayin. Du salên dawî jî bernameya rojekê ya festîvalê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê re tê veqetandin.

‘EM DIXWAZIN KAMPANYA AZADÎ JI OCALAN RE BIGIHÎNIN CIVAKÊ’

Li ser mijarê em bi Michele Borra re axivîn ku yek ji edîtorên Radyo Onda d’Urto ye. Borra anî ziman ku weke radyo demeke dirêj e ew piştgiriyê didin beşên cuda yên civakî ku têdikoşin û got, “Em têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd demeke dirêj in nas dikin û piştevaniya wan dikin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê me biryareke hevpar dan û di encamê de jî van du salên dawî bi rengekî taybet tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bûn. Di vê çarçoveyê de weke radyo 2 sal in hem di weşanên xwe de hem jî di festîvalê de em piştgiriyê didin kampanya azadî ji Abdullah Ocalan re û hewl didin kampanyayê bigihînin beşên berfireh ên civakî. Li gel vê yekê weke radyo hem ji Rojava hem jî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê em têkiliyê datînin. Weke radyo me heyet şand Rojava. Weke îro ji niha û pê ve jî em ê piştevaniyê bi gelê Kurd re û azadiya Ocalan re bikin.”

‘FIKRÊN OCALAN LI NAVA GELÊN ÎTALYAYÊ DENG VEDIDIN’

Borra destnîşan kir ku weke radyo ew girîngiyeke mezin didin fikrên Abdullah Ocalan û got, “Paradîgmaya ku Abdullah Ocalan destnîşan kir ji aliyê beşeke mezin a Îtalyayê ve tê naskirin. Fikrên Ocalan li nava gelên Îtalyayê deng vedide. Weke radyo jî di weşanên xwe yên rojane de û di çalakiyên xwe de em dikin ku fikrên Ocalan belav bibin. Fikrên Ocalan li nava civakê bi rengekî berfireh têne nîqaşkirin. Bi heman rengî civakek heye ku weke delege ji ber sedemên cuda diçin Kurdistanê û tên, fikrên Ocalan di pratîkê de nas dikin û piştî ku vedigerin hewl didin van fikran li vê derê jî bixin meriyetê.”

‘OCALAN RÊ NÎŞANÎ TÊKOŞERAN DIDE’

Borra diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan rê nîşanî wan û her beşên têkoşeran dide û got, “Bi taybetî dixwazim vê yekê bibêjim; paradîgmaya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo me çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya têkoşînê. Em analîzên Ocalan û nirxandinên wî bi fikrên xwe re didin ber hev. Weke çep a Îtalyayê em hewl didin fêhm bikin bê li ku derê şaşitiyê dikin û bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên gelê Kurd hewl didin kêmasiyên xwe çareser bikin. Yanî fikrên Ocalan ji bo çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya sûdwergirtinê.”

‘JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN GIRSEYÊN BERFIREH’

Borra bal kişand ser tecrîda ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de ye û got, “Tecrîda li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê teqez nayê qebûlkirin. Weke ku me di festîvalê de kir, em hewl didin şert û mercên ku Ocalan tê de ye bigihînin girseyên berfireh ji bo karibin tecrîdê bişikînin. Bi vî rengî em hewl didin bikin ku hikumeta Îtalyayê zextê li ser Tirkiyeyê bike û bikeve nava liv û tevgerê. Şikandina vê tecrîdê û xwegihandina girseyên berfireh ji bo misogerkirina azadiya Ocalan gelekî girîng e.”

Radyo Onda d’Urto

Radyo salên 1980’î ji aliyê komeke ji xwendekaran a ji têkoşîna xwendekaran di sala 1985’an de li bajarê Brescia yê Îtalyayê ava bû, li gel weşangeriya xwe weke her wiha weke tevgereke civakî jî tê naskirin. Li cîhanekê ku medya ketiye destekî, ketiye bin xizmeta desthilatdarî û patronan, Radyo Onda d’Urto veguherî radyoyeke welê ku xwe bi rê ve dibe, fînanse dike û bû dengê têkoşeran.

Radyo Onda d’Urto 39 sal in weşangeriyeke serbixwe û alternatîf dike. Radyo ji bo karibe xwe fînanse bike ji sala 1992’an û vir ve bi rengekî kevneşop her sal bi navê Radyo Onda d’Urto li bajarê Brescia yê Îtalyayê festîvaleke mezin a ji 18 rojan lidar dixe.

Di festîvalê de ku vediguhere qadeke ji danasîna têkoşînên beşên cuda yên civakî û gelan û peyamên siyasî têne dayin, her sal bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê konserên mezin têne lidarxistin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin