المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li Downîng Streetê li dijî tecrîda mutleq çalakiya rûniştinê destpêkirin

0 21

Meclîsa Gelê Kurd a Londrayê ji li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê ya ji bo 3 rojan da destpêkirin.

Meclîsa Gelê Kurd a Londrayê ji bo balê bikişînê ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Wezaretxaneya Îngilîstanê çalakiya rûniştinê ya ji bo 3 rojan da destpêkirin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilîstanê tevlî çalakiya ku li pêşiya avahiya Wezaretxaneyê ya li Downing Streetê bûn. Koma ku flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, li vir stand vekirin. Di çalakiya rûniştinê de flamayên bi nivîsa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya bi gelek zimanan hate hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Long Live Ocalan”, “Freedom for Ocalan”, “Yesterday Mandela today Ocalan” hatin berzkirin.

Di dema çalakiyê de broşurên têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û rola wî ya di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de, li kesên derdor hatin belavkirin.

Li vir Hevserokên Meclîsa Gel a Kurd Turkan Budak û Îshak Milanî axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne mirovî û hiqûqî ye û îşaret pê kirin ku Abdullah Ocalan yekane kes e ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn projeya aştiyê ya sîstematîk û hevgirtî pêşkêş dike.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku ji ber ku tu helwest li hemberî rejîma faşîst a Tirk nayê girtin, li Kurdistanê her roj şer girantir dibe û bang li dewleta Îngilîstanê hat kirin ku li dijî rejîma Erdogan helwesteke tund bigire. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku sîstema tecrîdê 25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, 4 sal in tu agahî jê nayê girtin û hevdîtinên bi malbat û parêzeran tê astengkirin û anîn ziman ku ev nayê qebûlkirin. Her wiha diyarkirin ku bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ne li gorî tu rêgezên demokratîk û exlaqî ye.

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Wezeretxaneta Îngilîstanê wê tevahiya 3 rojan di navbera saet 13:00 û 17:00’an de dewam bike.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin