المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Tirkiye vê carê nikarîbû pirsên NY’ê yên li ser tecrîdê bibersivîne

0 25

Şandeya Tirk a ku bi gotina “Tecrîd tine, qedexe heye” hewl da xwe biparêze vê carê bi pirsên Raportorê Taybet; “Ev qedexe ji bo carekê ye yan mayînde ye? Birêz Ocalan ji kengî ve bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê nikare bike?” rû bi rû ma.

Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 8’ê Tîrmehê de li Palais de Wilson a girêdayî Ofîsa Cenevre ya NY’ê dest pê kirine, îro bi rûniştina Tirkiyeyê dewam kir. Raportorên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên raporên li ser Tirkiyeyê pêşkêş kirine û şandeya Tirk beşdarî rûniştinê bûn.

Rûniştina îro jî bi bersivên şandeya Tirkiyê yên li ser pirsên Raportorên Taybet ên NY’ê û pirsên nû yên li şandeya Tirk hatin kirin, berdewam kir.

Şandeya Tirk a ku di rûniştinên duh de bi gotina “Tecrîd tine, qedexe heye” nikarîbê bersiva Raportora Taybet a NY’ê Maîda Naoko bide, îro jî bi pirsên li ser şert û mercên tecrîdê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin re rû bi rû ma.

RAPORTORÊ TAYBET ÎRO PIRSÊN NÛ YÊN LI SER TECRÎDÊ PIRSÎ

Raportorê Taybet ê li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê Bextiyar Tuzmukhamedov, li ser parastina Alîkarê Midûrê Giştî yê Girtîgehan a Wezareta Edaletê ya Tirkiyê Fatîh Gungor ku ji ber cezayên dîsîplînê yên li ser Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê hatine birîn û hevdîtin hatine qedexekirin, pirsên li ser domdariya qedexeyan û aliyên wê yên hiqûqî pirsî.

Raportorê Taybet Bextiyar Tuzmukhamedov di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkiliya girtiyan bi parêzerên xwe re û wiha dewam kir:

“Haten gotin ku ji ber cezayên dîsîplînê yên li ser birêz Ocalan hatine sepandin, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re nehatiye qedexekirin.  Gelo ev qedexe tenê carekê ye, ji bo sê yan şeş mehan e, yan jî her ku ceza diqede yekser tê dubarekirin?

Ger ev ceza çend caran hatibe birîn, bi giştî birêz Öcalan heta kengî ji danûstandinê bêpar maye? Ez li vir tenê behsa birêz Ocalan dikim. Di rewşên din de, hevdîtina bi malbat û parêzeran re heta kengî dikarin bên astengkirin?

Ji ber ku li hember êşkence û muameleya xerab misogeriyek e, têkiliya bi parêzer re pir girîng e. Ji ber vê yekê gelo hûn dikarin derbarê qanûnên ku rê dide astengiyên bi vî rengî yên têkiliya di navbera parêzer û kesên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û heta çi radeyê ev yek bi standardên navneteweyî re lihevhatî ye, agahiyê bidin me?”

TIRKIYE NIKARÎBÛ BERSIVÊ BIDE

Heyeta Tirk a ku duh bi gotina “Tecrîd tine, qedexe heye” nikarîbû bersiva tecrîda li Îmraliyê bide, îro jî pirsên Raportorê Taybet Tuzmuhamedov bêbersiv hişt.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin