المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

DEM Partiyê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kir

0 35

Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê ji bo karibe hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Edaletê da.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTIN

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin.

Sevda Çelîk Ozbîngol û Turkdogan ji bo hevdîtina bi Ocalan re ku 39 meh in agahî jê nayê wergirtin, daxwazname pêşkêşî Wezareta Edaletê kirin.

Di daxwaznameyê de qala tecrîda giran a li Îmraliyê hate kirin û ev daxwaz hatin kirin:

“Dawî li polîtîkaya qutkirina têkiliya bi temamî bê anîn ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê meşandin. Pîvanên hiqûqa gerdûnî bêne naskirin. Ji bo wasî, malbat û parêzerên Abdullah Ocalan û hikumxwarên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim karibin tavilê hevdîtinê bikin, bikevin nava hewldanên pêwîst.

Weke Serokê Desteya Dadger û Dozgeran, têkildarî berpirsyarên tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji bo destpêkirina lêpirsîneke îdarî û edlî bikevin nava hewldanan.

Weke Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê, ji bo em karibin Abdullah Ocalan û hikumxwarên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim bibînin, destûr ji me re bê dayin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin