المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Însyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dest b serdana partiyan kir

0 25

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdana partiyên siyasî kir.
Partiyan pitşgiriya xwe ji bo Pêngava Azadiyê nîşan dan.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navnetewî a ku 10`ê Cotmeha 2023`an bi dirûşmeya, “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibû destpêkirin de, dest bi serdana partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Berdevkê Înîsiyatîfê Ferzende Munzur û endamên însyatîfê li bajarê Qamişlo serdana navendên Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Suriyeyê (Yekîtî) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirin.

Endamên înîsayîtfê destpêkê serdana Partiya Çep a Kurd li Sûriyê kir û bi sekreterê giştî Mihemed Mûsê re hevdîtin pêk anî.

Munzur têkildarî armanca serdanê agahî da.

“Pêwîstî heye partiyên siyasî dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan helwesteke yekpar nîşan bidin.

Em dixwazin nêzîkahî û sekna partiyan fêm bikin û nîqaş bikin ka em dikarin bi hevre çi bikin.”

Mihemedê Mûsê: Tecrît pirsgireka kurtir dike

Mihemedê Mûsê jî anî ziman ku ew di mijara dilgirtin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan xwedî helwestên tundin û wiha got:

“Em piştgirî didin pêngavê û dibêjin tecrîd ne çareserî yê, zêdetir pirsgirêkan kûr dike.

Di vê pêvajoyê de azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo çareseriya pirgirêka Kurd derûriyeke.”

Şêx Elî: Rêber Apo kilîta çareseriyê ye

Pişt re endamên Înîyatîfê serdana Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Suriyê (Yekîtî) kir û ji aliyê Sekretêrê partiyê Mihyedîn Şêx Elî ve hatin pêşwazî kirin.

Şêx Elî anî ziman ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn girtiyê siyasî yê yekem e ku ewqas mafê wî hatiye binpêkirin.

Şêx Elî ji Înîsiyatîfê re pêşniyar kir ku nameyên ji 8 aliyên navnetewî re hatin şandin ji sazî û dezgehên dewleta Tirk re jî bên şandin.

PYD: Erka me hemûyan e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşîn

Endamên înîsiyatîfê herî dawî jî serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirin û ji aliyê Hevseroka Bûroya Rêxistinî Perwîn Yûsif û hevserokê bûroya tekiliyan Sîhanok Dîbo ve hatin hatin pêşwazîkirin.

Sîhanok Dîbo got:

“Em ji xwe re felsefeya Rêber Apo esas digrin.

Erka hemû partiyên siyasî, kesên demokrat û aştixwazan e ku ji bo azadiya fizîkî pêk bînin têbikoşin.”

Perwîn Yûsif jî anî ziman ku heta tecrîd li Îmraliyê hebe, em hemû di tecrîdê de ne.

Sibe jî wê endamên însyatîfê serdanên xwe yên li gel partî û rêxistinan bidomînin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin