المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Tulay Hatîmogûllari banga azadiya Abdullah Ocalan kir

0 28

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna gel a li navçeya Xana Axparê xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê berdan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên Amedê de çû navçeya Xana Axparê. 

Di ketina navçeyê de gelek kesan Hatîmogûllariyê û kesên pê re pêşwazî kir. Piştî karwaneke dirêj a wesayîtan girse gihaşt ber avahiya navçeyê.

Hatîmogûllariyê ku xîtabî bi hezaran kesên li vir kir beşdaran silav kir. Hatîmogûllariyê anî ziman ku ew ji Stenbolê hatine vir, li Esenyurtê bi beşdariya deh hezaran kes mîtîngek mezin li dar xistine û got: “Peyama bi awayekî demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan hate dayîn. Em ji Xana Axparê careke din ji tevahî Tirkiyeyê re dibêjin ku tecrîd sûcekî giran ê li hemberî mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin. Divê birêz Ocalan demildest azadiya xwe bi dest bixe.”

Hatîmogûllariyê diyar kir ku ji girtîgehê silavên namzeta Hevşaredariyê ya Enqereyê Gultan Kişanak û silavên hevserokên giştî yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên di Doza Kobanê de girtî aniye û got ku dayikên Nobeda Edaletê ji Stenbolê silavên xwe şandine. Hatîmogullariyê diyar kir ku ew ji bo hilbijartinê bênavber dixebitin û got: “Em ê di 31’ê Adarê de encameke wisa bi dest bixin ku yên şaredariyên me beton kirine wê bizanibin gelê kurd li vir e, kes nikare vîna gelê kurd bi betonê veşêre.” 

Hatîmogullariyê diyar kir ku ew ê li dijî pergala tekparêz û nijadperest parastina biratiya gelan bidomînin. Hatimogullariyê got ku ew temînata ku ciwan li cihê ku lê ji dayik bûne têr bibin bi xwe ne û diyar kir ku çavkaniya debarê ya li vir çandinî û sewalkarî ye. Hatîmogullariyê di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku cotkar û ajalvan li vir li dijî zilma DEDAŞ’ê ne û wiha got: “Em encax li cihekî ku cudakarî ew qas eşkere xuya dike dikarin li ber xwe bidin.” Hatîmogullari diyar kir ku DEM Partî dê civînên xwe yên şaredariyan ji raya giştî re vekirî li dar bixe û li her taxê nûnerên xwe hebin û got: “Em ê li Kurdistanê xizmetê bi zimanê kurdî û tirkî û bi zimanên din bikin. Em ê ji wan kesên ku navên kolanên kurdî guherandin bibêjin de wê de û em ê wan bişînin qesrê.”

Hatîmogullari diyar kir ku dê DEM qadên îstîhdamê yên jinan ava bike û li taxan rêxistinbûna meclisa jinan xurttir bike û got: “Em hevalên Sêvê, Pakîze û Sakîneyan in. Em rêhevalê wan kesên ku dibêjin Jin jiyan azadî ne.”

Hatîmogullariyê anî ziman ku koçberî bi “Plana Çokşikandinê” pêk hatiye û wiha got: “Tenê derdê Xana Axparê ne bidestxistina şaredariyê ye. Em dizanin ku AKP’ê ji gelek deveran hilbijêr anîne. Divê hevalên me werin û li dijî rêbazên wan dengê xwe bidin.”

Hatîmogûllariyê anî ziman ku têkoşîna wan ji niha ve pîroz be û bi gotina “serkeftin, serkeftin” dawî li axaftina xwe anî: 

Bernameya Hatîmogûllariyê ya Amedê bi dawî bû. 

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin