المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ji TEV-ÇAND’ê ya Swîsreyê pêşandana “Azadiyê” 

0 41

Tevgera Çand û Hunera Kurd a Demokratîk a Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk“ li Zurîhê çalakiyek dîtbarî pêşkêş kir.

Bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunera Kurd a Demokratîk a Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk“ çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku li meydana Rathausbrûckee ya bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Li ser navê Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê hunermend Kawa Urmiyêe axaftinek kir û bal kişand ser dîlgirtina 25 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibatê 1999’an de bi komploya hêzên emperyalîst radestî dewleta Tirk hate kirin. 
Urmiye bi bîr xist ku zêdetirî 3 sal in tecrîda girankirî li ser Abdullah Ocalan tê meşandin û gelê kurd di vê demê de tu ahgahî jê nagirin û got, “Îsal di warê misogerkirina azadiyê de wê bibe sala dawî. Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dostên Kurdan li çar aliyê cîhanê pêngavek hat û ji bo me gelekî girîng e. Weke hunermend û rewşenbîrên Kurd ên li Swîsreyê, em ê xwedî li vê pêngavê derkevin û bi ser bixin.”

Kawa Urmiye bal kişand ser “Meşa Azadiyê” ya ku wê sibe ji bajarê Basel ê Swîsreyê heta bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi beşdariya enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê bê destpêkirin û wiha got: “Hevalên me yên ku xwedî li felsefeya azadiyê ya Rêber Apo derdikevin wê bimeşin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.”

Urmiye herî dawî banga tevlîbûna çalakiya navendî ya 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxisin, li her kesî kir.
Piştî axaftina hunermend Kawa Urmiye, daxuyaniya çapemeniyê ya Elmanî ya têkildarî çalakiya TEV-ÇAND Ewropa û Kevana Zêrîn hate xwendin.

Kader Erdînç daxuyanî xwend û destnîşan kir ku azadiya çand û hunera Kurd ji azadiya Abdullah Ocalan nayê qutkirin û got, “Abdullah Ocalan ji bo parastina çand û hunerê xebitî. Ev perspektîfa ku bi pêşengiya nirxên mirovahiyê yên ji bo xweza, demokrasî û jinan afirand, ji aliyê hemû gelên cîhanê ve hat qebûlkirin.
Tevgerên jin û ciwanan ên pêşketî, sendîka, rêxistinên sivîl, komeleyên mafên mirovan, rewşenbîr û aktîvîst hatin gel hev û di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava cîhanî ya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk“  dan destpêkirin. Di vê pêngavê de azadiya Abdullah Ocalan weke şert û merc ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê li Tirkiye û tevahiya herêmê ye. Lê belê daxwaza herî lezgîn ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan ev nêzî 3 sal in tê meşandin bi dawî bibe. Ji bo destpêkirina kampanyayê, li Ewropa, Amerîkaya Latîn, Afrîkaya Başûr, Kenya, Japonya, Hindistan, Bangladeş, Tîmora Rojhilat, Fîlîpîn û Awûstralyayê 74 civînên çapemeniyê hatin lidarxistin.

Em weke rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kedkarên çandê yên Kurdistaniyên li Ewropayê, bang li her kesî ku piştgiriyê dide demokrasiyê dikin ku bi qasî ku ji destê me tê xwedî li vê pêngava mafdar û girîng derkevin.

Li dijî tundiya dewletê, faşîzm û nîjadperestiyê tenê felsefeya çand û hunera azad dikare hebûna civaka demokratîk misoger bike.

Çalakiya din a mezin û girîng a pêngavê, xwepêşandana mezin a ji bo azadiya Abdullah Ocalan a 17’ê Sibata 2024’an li Kolnê ye. Bi vê wesîleyê em banga beşdarbûna çalakiya Kolnê dikin. Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û bi hebûna xwe piştgirî bidin daxwaza Abdullah Ocalan a azadî û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd. Em bi deng, pênûs û amûrên xwe yên muzîkê bibin dengê azadiyê.”

Piştî daxuyaniyê ji aliyê komên ku di nava Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê de hatin avakirin govend, erbane û şano hatin pêşandan.

Piştî pêşandanên ku ji aliyê Swîsreyan ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin, li gel muzîkê govend hat gerandin.
         

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin