المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Nora Merîno: Parastina Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî ye

0 46

Ji Akademiya Jineolojiyê enternasyonalîst Nora Merîno got, “Parastina Rêber Apo meseleyeke navneteweyî û berpirsyariyeke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye.”

Ji bo meşa dirêj a ‘Azadî ji Ocalan re’ ku her sal ji aliyê rêxistinên ciwanên Kurd û enternasyonalîstan ve tê lidarxistin, amadekarî dewam dikin. Baskê ‘Rêwîtiyên Azadî’ ku ji aliyê rêxistinên ciwanên Kurd ve tê lidarxistin 9’ê Sibatê wê li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê destpê bike. Enternasyonalîst jî wê 11’ê Sibatê li bajarê Baselê yê Swîsreyê destpê dike. Sê baskê meşê wê 15’ê Sibatê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li hev kom bibin û meşeke navendî lidar bixin.

Hersê baskên meşê jî wê 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê bin.

Ji Akademiya Jineolojiyê aktîvîsta Katalan Nora Merîno têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku wê ji hemû welatên Ewropayê tevlîbûn çêbibe. Nora Merîno ragihand ku amadekarî temam bûne û wê 10’ê Sibatê li Baselê li hev kom bibin û 11’ê Sibatê dest bi meşê bikin.

Nora Merîno anî ziman ku di roja destpêkê de tevî aktîvîstên enternasyonalîst wê bi beşdariya Kurdistaniyan li Baselê bimeşin û êvara heman rojê li Navenda Kurd a Demokratîk a Baselê çalakiyeke çandê lidar bixin.

Nora Merîno diyar kir ku wê 11’ê Sibatê dest bi meşê bikin û li ser xeta Mulhoûse, Colmar û Selestat ên Fransayê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin, di 15’ê Sibatê de bi baskên meşê yên ji Fransa û Elmanyayê wê li Strasboûrgê bigihêjin hev û daxuyaniyekê bidin. Nora Merîno got, “Di 15’ê Sibatê de Kurd û enternasyonalîst wê deng û hêza xwe bikin yek û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo şermezar bikin. Em dixwazin dawî li dîlgirtinê bê anîn ku 25 sal li pey xwe hiştiye. Di meşê de em ê dosyayan radestî şaredariyan bikin. Her wiha ji Îmraliyê re qertan bişînin. Êvarê jî em ê bernameyên nîqaşê û semîneran lidar bixin.”

NÊZÎ 200 ENTERNASYONALÎST WÊ TEVLÎ BIBIN

Nora Merîno anî ziman ku îsal ji Elmanya, Fransa, Îtalya, Swîsre, Katalonya, Welatê Baskê, Portekîz, Slovenya, Makedonya, Slovakya û Îngilistanê nêzî 200 enternasyonalîst tevlî meşê bibin û got, “Armanca me ya bingehîn ji meşê ew e ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin. Daxwaza azadiya fîzîkî û têkoşîna ji bo vê yekê ne tenê wezîfeya Kurdan e. Parastina Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî û meseleyeke navneteweyî ye. Rêber Apo paradîgmaya xwe pêşkêşî gelan kir. Ji bo gelan û neteweyan pêşniyarên çareseriya pirsgirêkan pêşkêş dike. Ji bo vê jî pêwîstî bi xwedîderketineke enternasyonalîst heye. Em hewl didin ku ev mijar di çapameniya welatên cuda de, di nava raya giştî de bibe rojev.”

Nora Merîno ragihand ku nêzî 200 enternasyonalîstên tevlî meşê bibin li welatên xwe di nava komên pîşeyî yên cuda de bi rengekî çalak dixebitin û destnîşan kir ku ew ê qîma xwe tenê bi meşê nînin. Nora Merîno diyar kir ku her kes li welatê lê ye ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê têbikoşe û got, ji xwe bi meşên derbasbûyî wan ev yek nîşan dan.

‘EM NE TENÊ DOST IN, EM HEVRÊ NE’

Nora Merîno bal kişand ser kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku bi pêşengiya dostên Kurdan hate destpêkirin û got, “Ya rast em ne tenê dostên gelê Kurd in, em hevrêyên wan e. Pênaseyeke bi vî rengî rast e. Hevrêyên gelê Kurd, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi pêngavekê kirin. Ev yek hewldanek ji bo danîna têkiliya hevrêtiyê ye. Ji neteweyên cuda tevlîbûn li vê kampanyayê dibe. Em meşa enternasyonalîst jî di vê çarçoveyê de dinirxînin. Bêguman gavên girîng hatin avêtin, lê belê ev têrê nake.” Nora Merîno destnîşan kir ku divê her kes bi înîsiyatîf tevbigere û bikeve nava liv û tevgerê.

‘HER KES DIVÊ WÊ ROJÊ LI KOLNÊ BE’

Aktîvîsta Katalan Nora Merîno anî ziman ku di 17’ê Sibatê de hersê baskên meşê wê li Kolnê tevlî meşê bibin û got, “Ji her neteweyê, ji her temenî û baweriyê divê mirov di 17’ê Sibatê de li Kolnê beşdarî meş û mîtîngê bibin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me ye. Divê em li ser vê yekê bi biryar bin. Lewma divê wê rojê her kes li wê derê be.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin