المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Meşa Azadiyê di roja 7’emîn de li Roûenê berdewam kir

0 38

Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Roûen ê Fransayê di roja 7’emîn de berdewam kir, der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de ji welatî hatin agahdarkirin.

Meşa 25 rojan a ji Parîsa paytexta Fransayê heta Strasboûrgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê plankirin, li bajarê Roûen ê Fransayê di roja 7’emîn de berdewam kir.

Di meşa ku saet 11:00’an de dest pê kir û saet 16:30’an de li ber şaredariya bajarê Roûenê bi dawî bû, çalakvanan bi hezaran belavok li gel û esnafên derdorê belav kirin. Beşdaran çûn serdana esnaf û saziyên Fransî û dosyeyên der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî didin hatin pêşkêşkirin.

Koma meşa temsîlî a ji 25 kesan pêk tê û hevalên wan ên ku di tevahiya meşê de bi coş stran digotin, dirûşmeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan berz kirin û bi daxuyaniyên xwe yên bi hoparloran der barê tecrîda li Îmraliyê de agahî dan gelê herêmê.

Di rê de Hevserokê CDK-F’yê Şahîn Polat axaftinek kir û wiha got: “Yên ku bi kiryarên xwe yên qirêj desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê xurt dikin, divê polîtîkayên xwe ji nû ve binirxînin. Tevî ku li Rojava û Başûr çekên kîmyewî û çekên nukleerî bi kar anîn jî, li hemberî gerîla neçar man. Dixwazin hêza xwe ya di qada navneteweyî de bi kar bînin û bi rêya çapemeniyê gel bixapînin. Lê bêfêde ye.”

Kartpostalên di meşê de hatin berhevkirin, ji Girava Îmraliyê re hatin şandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir di bin tecrîda girankirî de ye.

Piştî meşê saet di 18:00’an de li Komeleya Giştî ya Roûenê bi tevlîbûna Hevserokê MAF-DAD’ê Parêzer Mahmût Şakar civîna gel pêk hat. Gelê herêmê eleqeyeke baş nîşanî civînê da.

Civîna gel li ser navê şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Parêzer Mahmût Şakar destnîşan kir ku bi dehan doz li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatine vekirin û hin ji wan bi ser ketine û yên din jî berdewam in. Parêzer Şakar diyar kir ku wan li dijî tecrîdê hemû însiyatîfa hiqûqî li dar xistine. Şakar anî ziman ku ev rewş tenê bi têkoşîna hiqûqî çareser nabe û bal kişand ser polîtîkaya dewleta Tirk a li Kurdistanê jî.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin