المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd li seranserê Şengalê hatin xwendin

0 64

Parêznameyên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan li seranserê Şengalê di nava hefteyekê de hate xwendin û nîqaşkirin.

Bi dirûşma “Parêznameyên min li ku bin, ez li wê derê me’ di 21’ê Çileya 2024’an de li Şengalê hefteya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir.

Di serî de li Xanesor, Sinûnê, Dugirê, Duhla, Borik, Guhbel û Zorava, her wiha li nava gundên pêkhateya Ereb a Şengalê, li seranserê Şengalê parêznameyên Abdullah Ocalan di nava hefteyekê de hatin xwendin û nîqaşkirin.

Herî dawî li Serdeşt a Çiyayê Şengalê civînek ji bo xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd hate lidarxistin.

Gelek endamên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser li Şaredariya Serdeştê li hev kom bûn û piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, dest bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Civîn bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Di çarçoveya pêngava “Azadî ji Rêber Apo, xweserî ji Şengalê re” wê îro bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda bajarê Şengalê ji bo 3 rojan konê ‘Azadiya Serok’ bê vedan.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin