المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Meşa Dirêj gihîşt Rennesê: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

0 43

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja şeşemîn de gihîşt bajarê Rennesê yê Fransayê.

Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, bi çalakiyên cuda didome. Meşa Dirêj a 25 rojan di roja xwe ya şeşemîn de li bajarê Rennesê berdewam kir.

Çalakvanan di tevahiya meşê de bi hezaran belavok li gel û esnafan derdorê belav kirin. Beşdaran esnaf û saziyên Fransî ziyaret kirin û der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî dan wan.

Meşvanan bênavber ji bo azadiya Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin û bi hoparloran agahî dan Fransiyan. Piştî meşê weke li bajarên din qertên hatin berhevkirin ji bo Abdullah Ocalan şandin Îmrraliyê.

BANGA BEŞDARBÛNA MEŞA KOLNÊ HAT KIRIN
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle di meşê de axaftinek kir û ev tişt anî ziman:

“Ez meşa azadiyê ya ji 25 kesan pêk tê bi coş silav dikim. Ji bo şermezarkirina tecrîd û esareta 25 salan a li ser Rêberê gerdûnî yê gelan û bindestan Abdullah Ocalan, we ji Parîsê dest bi vê meşê kir, di ser Strasboûrgê re xwe bigihînin Kolnê. Gelê me yê hêja û fedakar, ji bo van meşvanên pêşeng hembêz bikin ez we vedixwînim meşa mezin a 17’ê Sibatê ya Kolnê.”

Piştî meşê, li Navenda Civaka Rennesê civîneke bi tevlîbûneke mezin pêk hat. Di civînê de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin û bal kişandin ser girîngiya meşê û piştevaniya bi Rêberê Gelê Kurd.

Du roj berê li bajarê Vannesê 4-5 nîjadperestên Tirk hewl dan êrîş bikin, meşvanan li dijî provokasyonê li ber xwe dan û êrîşkar dûr xistin. Qonaxa din a Meşa Dirêj a ku dê 25 rojan bidome û fînala wê di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê pêk were. Meş wê li bajarê Rouenê yê Fransayê (28’ê Çile Yekşemê) berdewam bike. Li Rouenê bi beşdariya Hatîp Dîcle wê civîna gel a herêmê bê lidarxistin.
       

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin