المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Demîrtaş: Abdullah Ocalan rêberê bi milyonan kesî ye

0 53

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got, “Bi milyonan mirovî Abdullah Ocalan weke rêberê gel ragihandine. Dadgerî nikare vê nîqaş bike. Ocalan ji bo aştiyê hewl dide, li ser paşeroja welêt difikire.”

Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parêzerên komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan doz şopandin.

Girtiyên siyasî Sebahat Tuncel, Gunay Kubîlay, Alî Urkut, Nazmî Gur û Bulent Parmaksiz jî d danişînê de amade bûn. Siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Danişîn, bi parastina Hevserokê Giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.

Demîrtaş bal kişand ser fezleke û yekkirina îdianameyan û wiha got: “Fezlekeya hejmar 19 ji ber axaftina min a têkildarî Abdullah Ocalan hatiye amadekirin. Me daxuyaniyeke çapemeniyê ya dirêj daye. Dema li Amedê amadekariyên Newrozê dihatin kirin, bîlbordên bi kurdî û tirkî hatibûn amadekirin û walîtiyê ya bi kurdî qedexe kiribû. Di heman demê de walîtiyê biryar dabû û Newroz qedexe kiribû. Me jî daxuyanî da û hem Newroz hem jî kurdî parastiye. Me ji ber Ocalan bertek nîşan daye. Bi sala ye di parastinê xwe yên 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran de me parastina xwe kir û fikrên me yên siyasî, rexneyên me yên siyasî û nêrînên me tên rexnekirin. Gelo me çawa pesna sûcdar daye? Me çawa propagandaya tundiyê kiriye? Di yek fezlekeyê de têkildarî vê mijarê nêzikatiyeke şênber tune ye. Gelo ji bo Abdullah Ocalan gotina ‘Birêz Rêberê Gelê Kurd’ çawa dibe dayîna pesnê sûcdar; em vê nîqaş bikin. Kesek çawa ji hêla gelekî ve weke rêber tê qebûlkirin, ev mijar mijara rexne û nîqaşên siyasî ye. Mijara darazê nîne. Ne ez, bi milyonan kes Ocalan weke rêberê xwe ragihandin.”

Demîrtaş, got ku pesnê serokê Kuluba Sporê ya Ankaragucuyê ku kulm li hakem xistibû, rêveberên çeteyan ên MHP’î û kesê kulm li Kemal Kiliçdaroglû dayî hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Dayîna pesnê Abdullah Alpdogan ku Komkujiya Dêrsimê birêxistin kiriye, pesindayîna sûc û sûcdar e. Dayîna pesna Topal Osman, pesindayîna sûc û sûcdarê tetîkkêş e. Dema em di van axaftinên xwe de dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelo em çi dibêjin; em xwedî li hewldanên ji bo aştiyê derdikevin. Ji salên 93’yî heta niha Ocalan ji bo aştiyê hewl dide. Li derve dewletê weke muxatab qebûl dikir û dema bi rayedarên dewletê re hevdîtin dikir jî jê re weke ‘Birêz Ocalan’ xîtab dikirin. Em qala kesekî wiha dikin. Li Tirkiyeyê çandekî lînçkirinê ya pir xerîb pêş ketiye. Heke tu bi ingliîzî ji kesekî re weke ‘birêz’ xîtab nekî şerm e. Dibêjin Mr. Dema li derveyî welat min di axaftinên xwe de qala Ocalan dikir, wergêr weke ‘Birêz Ocalan’ werdigerand. Vê yekê têkiliya xwe bi karektera ziman heye. Sedema vê ku veguhere krîzekê, sedema kurd e. Dibe ku ev weke rexneyekî siyasî be û em ê ji bo vê rêz bigirin. Her ku em dibêjin birêz Ocalan, em li her kesî ferz nakin ku vê qebûl bike û dozger jî nikare vê mijarê bike mijara sûc.

Bihêlin em biryarê bidin bê ka em ê ji kê re bibêjin ‘birêz.’ Ma sûc e ku hûn ji bo Kenan Evren dibêjin ‘birêz’? Navê Esat Oktay Yildirina li dibistanekê kirin. Herî zêde dikare rexne li me jî were kirin ku em jî dikarin bersivê bidin. Heke dozger di vê fezlekeyê de bikeve pey wê bê ka Ocalan Rêberê Gelê Kurd e yan na, wê demê divê rapora kesê pispor bîne. Di vê mijarê de bi milyonan kesan daxwazname nivîsandin û di arşîvên Meclisê de hene. Yê ku Abdullah Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd ragihandî ne ez im. Ne min, bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke Rêberê Gel ragihandin. Bi milyonan kesan bi dehan caran kampanyaya ‘bi wî re hevdîtinê bikin û pirsgirêka me çareser bikin’ dan destpêkirin. Bûyerekî travmayî ye ku dozger û dadgeh vê mijarê dikin mijara sûc. Gelo ma dewleteke ji xwe bawer dikare bi van tiştan ve mijûl bibe. ‘Te çima got birêz? Te çima got Rêberê Gelê Kurd?’ Li holê pirsgirêkeke pir mezin a sedsalî heye û li şûna nîqaşkirina vê, dibêjin ‘te çima gotiye birêz?’ Ev îfadeye tevek dikevin çarçoveya mafê azadiya xweîfadekirinê.

Niha hinek kes dibêjin ya ‘Demîrtaş dibêje kurd û Kurdistan.’ Ez axaftinên xwe yên bi sala ye dikim diparêzim. Dibe ku hinek kes cara ewil bin bibihîzin lê cara ewil nîne ku ez dibêjim kurd û Kurdistan. Ji ber ku min gotiye Kurdistan lewma îro li vir têm darizandin. Ji ber 46-50 axaftinên xwe têm darizandin. Tevahiya van jî têkildarî pirsgirêka kurd in. Ji 12 salên parlamenteriya xwe ez 7 sal in li vir im. Ma ez tenê 50 caran axivî me. Nexêr, herî kêm hezar caran axivî me. Tenê axaftinên min ên peyvên kurd û Kurdistanê tê de derbas dibin weke sûc hatine nîşandan. Têkildarî Komkujiya Somayê jî ez pir tund axivîm lê çima derheqê min de doz nehate vekirin? Ji ber ku peyva kurd tê de tune ye. Em ji ber gotina xwe ya kurd û Kurdistanê tên darizandin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin