المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Klûte: Divê PE, KE û NY piştgiriyê bidin daxwaza ‘azadî ji Abdullah Ocalan re’

0 72

Endamê berê yê PE’yê Jurgen Klûte destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bibe bingeh û got, divê Parlamenta Ewropayê (PE), Konseya Ewropa (KE) û NY piştgiriyê bidin daxwaza ‘azadî ji Abdullah Ocalan re’.

33 meh in ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin ku 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Mafê wî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re jê hatiye standin. Ji bo şikandina tecrîd û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 10’ê Cotmehê pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin. Piştgiriyên ji kampanyayê re dewam dikin.

‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Endamê Koma Çep a Ewropayê û endamê berê yê Parlamenta Ewropayê Jurgen Klûte ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Klûte destnîşan kir ku ev tecrîd ji dervey hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e û got: “Mafekî herî asgarî ye ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ez difikirim ku şert û mercên ku Ocalan di nav de, nayê qebûlkirin. Gelekî eşkere ye ku ev rewş li derveyî pîvanên navneteweyî ye.”

‘OCALAN NÎŞAN DA KU EW ALÎGIRÊ ÇARESERIYA SIYASÎ YE’

Siyasetmedarê Elman Klûte anî ziman ku ew jî piştgiriyê dide kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û wiha got: “Divê şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, bê guhertin. Xisûseke din jî, li gorî min girîng e ku mirov pêvajoya aştiyê ya ku Ocalan di nav de ye, teşwîq bike û piştgiriyê biditê. Ocalan sala 2013’an ji polîtîkaya berxwedana çekdarî derbasî çareseriya siyasî bû û bi vî rengî nîşanî me da ku bi rastî jî alîgirê pêvajoya aştiyê ye. Lewma ez bawer dikim ku divê Parlamentoya Ewropayê (PE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê (KE), siyasetmedar û saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin Ocalan. Ez difikirim ku ji bo şerê li hemberî Kurdan bi dawî bibe û pêvajoya aştiyê pêk were, ev yek girîng e.”

‘AZADIYA OCALAN JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD GIRÎNG E’

Klûte anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan wê bibe bingehek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, “Azadiya Ocalan ji bo aştiyeke mayinde, li ser rêya çareseriya siyasî ya giştî, demdirêj û domdar wê bibe gaveke girîng. Azadiya Ocalan di heman demê de ji bo rûbirûbûna zehmetiyên cuda wê bibe bingehek. Bi dîtina min ev yek ji bo her kesî pêwîst e û divê siyasetmedarên Ewropî jî cidî bibînin, ji bo rawestandina şer, ji bo peydakirina çareseriyekê û misogerkirina azadiya Ocalan divê zextê li Tirkiyeyê bikin. Bi dîtina min ev yek pêwîstî ye.”

‘DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA LI HEMBERÎ SÛCÊN ŞER ÊN TIRKIYEYÊ BÊDENG NEMÎNE’

Endamê berê yê Parlamenta Ewropayê Jurgen Klûte helwesta Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava nirxand û got, “Êrîşên li ser Rojava binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Eşkere ye ku êrîşên li ser binesaziya sivîl û sivîlan, li dijî nirxên hiqûqî yên heyî ye. Eger em gilî û gazinan dikin ku Rûsya di şerê Ûkraynayê de sûcê şer dike, wê demê divê em heman fikarên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê jî bînin ziman ku li Rojava li hemberî mirovên li wê derê, bi taybetî li dijî Kurdan heman sûcên şer dike. Divê Tirkiye bê rexnekirin ku ji bo hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide û zext lê bê kirin ku êrîşkariya li ser Rojava bisekinîne.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin