المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Şandeya Jinê ya Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe

0 45

Endamên Şandeya Jinê ya Navneteweyî ku li Amed û Stenbolê hevdîtin kir, diyar kir ku divê Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.

Şandeya Jinê ya Navneteweyî ku ji 7 kesên hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk tê, piştî hevdîtinên xwe yên li Stenbol û Amedê ku têkildarî tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî, civîneke çapemeniyê lidar xist. Civîna çapemeniyê li şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) pêk hat û endamên şandeyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û OHD’ê, Parlamentera Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekhkeviyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça û gelek hiqûqnas tevlî bûn.

Li salona civînê pankarta bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate daliqandin.

Parlamenter Ceylan Akça bal kişand ser serdana şandeyê û got, “Em di demeke welê de ne ku li çar parçeyan êrîş li ser mafên Kurdan têne kirin. Şandeyê derfet dît ku vê rewşê bibîne, çavdêriyê jê re bike. Şande wê van çavdêriyên xwe parve bike.”

‘TECRÎDÊ LI ÎMRALIYÊ DESTPÊ KIR Û LI HER DERÊ BELAV DIBE’

Piştre endama şandeyê ya ji Skoçyayê Eva Schonveld axivî û têkildarî serdanê rapora şandeyê ya çavdêriyê parve kir. Eva Schonveld bi bîr xist ku weke şandeya civaka sivîl hatine vê derê û got, “Di Hefteya Mafên Mirovan de em hatin vê derê, me guh dan pirsgirêkên Kurdan û hindekahiyên din. Ji rêxistinên civakî yên sivîl me beyan wergirt. Ev ji kes an jî mirovên piştevanên girtiyên siyasî pêk dihat. Weke şandeyê me mijarek girîng dît. Girtina lîderê demokratîk ê gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî û hemû girtiyên siyasî. Di encama hevdîtinên me de me hin tecrûbe bi dest xist. Li gorî beyanatan, li Tirkiyeyê mafên bingehîn ên gelê Kurd bi rêk û pêk têne binpêkirin. Destpêkê jî mafên Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî têne binpêkirin. Peymanên navneteweyî dibêje, “Nabe ku êşkence û kiryarên xerab li kesî bê kirin.”

Eva Schonveld anî ziman ku di hevdîtinan de wan fêhm kirine ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û got, “Girtî nikarin bi girtiyên din re têkiliyê dînin. Carna destûrê didin ku tenê saetekê li derveyî hucreyê bimînin. Carna destûra vê jî nadin. Li gorî pîvanên navneteweyî tecrîda demdirêj û bênavber şêweyekî êşkenceyê ye. Ya ku li Tirkiyeyê dibe ev e. Her wiha me bihîst ku êşkence li girtiyên nexweş tê kirin.”

‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAXWAZA GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE’

Eva Schonveld bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku li dijî tecrîdê tê kirin û got, “Vê çalakiyê beriya 19 rojan destpê kir. Em ne tenê ji bo wan, her wiha ji bo malbatên wan jî bi fikar in. Em weke şandeyê piştgirgiyê didin daxwaza girtiyên siyasî ku dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Me bi şênberî dît, sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê li dijî Kurdan weke rêbazeke dadgeriyê ya zextê tê bikaranîn. Li Bakur em dibînin ku li şûna rêveberên şaredariyan ên bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin, rêveberên AKP’yî hatine bicihkirin.”

DAXWAZÊN ŞANDEYÊ

Ev Schonveld têkildarî daxwazên şandeyê jî ev agahî da:

“Divê Peymana Stenbolê tavilê bê îmzekirin.

Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê li hembeî zextên li gelêw Kurd û hindikahiyan têne kirin tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Êrîşên li ser Rojava divê tavilê bêne rawestandin û dagirker ji cihê dagir kirine tavilê vekişin.

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe, weke lîderê demokratîk ê gelêw Kurd rola wî bê naskirin û di vê rewşê de tavilê azad bibe.

Tecrîd bê rakirin û girtiyên siyasî hemû tavilê bêne berdan.

Em bang li dewletên xwe û hemû dewletan dikin ku PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ derxînin û ji bo çareseriyeke demokratîk a ji gelê Kurd re bikevin nava liv û tevgerê.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin