المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Meşa Azadiyê: Apoyî li her derê ne!

0 57

Li ser astengkirina Meşa Azadiyê parlamenterên HEDEP’ê rê girtin. Ciwan bi dirûşmên “Li çiya negerin, Apoyî li her derê ne”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan”, “Navê me Bêrîtan e, em bi te re ne Ocalan” meşiyan.

Li Amedê ‘Meşa Azadiyê’ ya ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bê lidarxistin rastî astengiya polîsan hat.

Di çarçoveya meşa ber bi Gemlîkê de welatî danê sibehê ji Riha, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Êlihê bi rê ketine û gihaştin Amedê. Çendî li têketina bajêr polîsan wesayît rawestandin û ew asteng kirin jî welatî xwe gihandin bajêr. Welatiyên ku ji bo “Meşa Azadiyê” li ber avahiya Rêxistina HEDEP a Amedê kom bûn, ji bo xwe bigihînin milên meşê yên din ji vir ber bi Parka Koşûloyûyê ve meşiyan.

Dema amadekarî dewam dikirin girseya ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de, li nava parkê ji aliyê polîsan ve hat dorpêç kirin.

Gava siyasetmedaran xwest têkildarî vê daxuyaniyê bidin, polîsan bi mertalên xwe nehiştin rojnamevan dîmenan bigirin.

Piştî vê parlamenterên HEDEP’î li serê rêya cem parkê rûniştin û rê li ber çûnhatinê birîn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Halîde Turkoglû wiha bertek nîşan da: “Em nikarin mafên xwe yên demokratîk jî bi kar bînin. Ev dîmen, encama pergala tecrîda li Îmraliyê ye. Bêhiqûqîtiya herî mezin li vir tê îfşakirin. Ger hûn vê bêhiqûqîtiyê bidomînin, dê çalakiya me bidome.”

Girseyê li vir tim dirûşme berz kirin û rewşa heyî bi çepikan şermezar kirin. Parlamenterên HEDEP’î piştî demekê ber bi avahiya partiyê ya Amedê ve meşiyan. Wê kêliyê welatiyekî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Wijdanê gelê Kurd li ser pêyan e.”

Welatiyên li Parka Koşûyolûyê jî berê xwe dan avahiya HEDEP’ê. Tê payin ku li vir daxuyanî bê dayîn.

CIWAN MEŞIYAN: APOYÎ LI HER DERÊ NE

Ciwanên ku wê kêliyê li semta ofîsê hatin cem hev jî li çepikan xistin û dirûşmeyên “Bi xwin bi can em te re ne Ocalan” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û li kuçeyan meşiyan.

Ciwanan doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin û welatiyên li wir jî bi çepikan piştgiriya wan kirin. Di dema meşê de kesên bi navê Muhsîn Aydogdû, Semra Eriş û Elîf, Hêlîn û Diyabet ên paşnavê wan nehatin hînkirin hatin binçavkirin.

BAYINDIR: TU KES NIKARE VÎNA KURDAN ASTENG BIKE

Gelê ku li Amedê ji bo Meşa Azadiyê hatin cem hev, li ber avahiya HEDEP’ê ya dorpêçkirî daxuyanî dan.

Dema Hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir dest bi axaftinê dikir, polîsan bi gotina “daxuyanî qedexeye” xwestin asteng bikin. Bayindir ku astengiyê nas nekir wiha got: “Em vê qanûnê, vê pêkanînê qebûl nakin. Ev zilm e, em ê li dijî vê zilmê bisekinin.”

Bayindir, diyar kir ku ew ê serê xwe li hemberî kesên ku îro li Kurdistan û Tirkiyeyê, Meşa Azadiyê asteng kirin natewînin û wiha domand:“Divê her kes li Kurdistan û Tirkiyeyê bizane ku tu kes nikare vîna Kurdan paşde bigire. Îro bi hezaran, sed hezaran Kurd ji Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin. Em ê li ber xwe bidin û vê zilmê paşve bixin. Îro li Amed û hemû bajarên Kurdistanê li dijî Meşa Azadiyê faşîzmeke mezin tê meşandin. Ev kiryarên li dijî aştî û yekîtiyê faşîzm e, em ê li dijî vê bisekinin. Dizanin ku helwesta me ya îro helwesteke dîrokî ye. Em mafdar in. Ev rêya azadiyê ye, rêya yekîtiyê ye. Em ê bi ser bikevin û teqez em ê bi ser bikevin. Ez bi vê baweriyê we hemûyan silav dikim.”

ÇEWLÎG

Her wiha kesên ji Çewligê ber bi Amedê ve bi rê ketin jî li têketina bajêr ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Parlamenterê HEDEP’î Omer Farûk Hulaku ku di nava girseyê de bû got tecrîda tenê ne li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser tevahiya gelê Kurd tê sepandin.

Hulaku wiha axivî:” Em hemû kesên azadîxwaz û edaletxwaz vedixwînin vê meşê. Ji bo şikandina tecrîdê û ji bo aştiyê em her kesî vedixwînin têkoşînê.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin