المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Konferansa li Îtalya: Ocalan pêşerojê pêşkêşî cîhanê dike

0 55

Di konferansa ku li Zanîngeha Romayê hat lidarxistin de hat gotin ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya daniye holê ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo gelên cihanê pêşerojekê pêşkêş dike.

Çalakiyên Komîteya Dema Azadiya Abdullah Ocalan e ya Îtalyayê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseiya Siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li qada navneteweyî hatiye destpêkirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Zanîngeha Roma Treyê konferansa ku ji du beşan pêk tê bi sernavên “Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî û pergala girtîgehê” û “Li Tirkiyeyê maf û azadiyên sivîl” pêk tê. Beşa yekem a konferansê bi axaftina vekirinê ji aliyê Rektorê Zanîngeha Roma Treyê Massimiliano Floricci ve hat kirin. Profesorê Zanîngeha Roma Treyê Enrica Rigo, Berdevka Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Îtalyayê û Senatorê berê Giovanni Russo Spena, parêzerê Abdullah Ocalan Îtalyayî Arturo Salernî, parlamentera HEDEP’ê Newroz Ûysal, Parêzerê Ocalan Ozgur Erol weke axaftvan amade bûn.

GRÎMALDÎ: JI BO AZADIYA OCALAN DIVÊ ÎTALYA ROLA XWE BILÎZE

Şaredarê Herêma 3’yemîn a Romayê Amedeo Ciaccheri moderatoriya beşa yekem kir û Alîkarê Serokê Koma Keskan û Yekîtiya Çep Marco Grîmaldî ewil axivî. Grîmaldî ku bi silavkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser xebatên Meclîsa Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Grîmaldî diyar kir ku Îtalya deyndarê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Divê azadiya Ocalan ji bo me esas be. Projeya konfederalîzma demokratîk a ku wî derxistiye pêş ji bo hemû gelan xwedî girîngiyeke mezin e. Divê erka me be ku em vê yekê biparêzin.”

RÎGO: OCALAN PÊŞEROJÊ PÊŞKÊŞÎ CIHANÊ DIKE

Piştî Grîmaldî profesora Zanîngeha Romayê Enrîca Rîgo axivî û diyar kir ku şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayên qebûlkirin. Rîgo Abdullah Ocalan wekî entellektuelê vê demê yê sereke pênase kir û wiha got: “Ocalan bi paradîgmaya daniye holê ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo gelên cihanê pêşerojekê pêşkêş dike.”

RUSSO SPENA: DEMA AZADIYA OCALAN E

Piştî Rîgo, Berdevkê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Îtalyayê û Senatorê berê Giovanni Russo Spena axivî û bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Ocalan li Îtalyayê tê meşandin. Russo Spena wiha berdewam kir: “Îro Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û hemû nirxên hiqûqî hatiye binpêkirin. Em Ewropayiyên ku di girtina Ocalan de roleke girîng lîstin, êdî nikarin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin. Ji ber vê em dibêjin dema azadiya Ocalan e. Li qada navneteweyî ji bo azadiya Ocalan kampanyayek hatiye destpêkirin. Divê em hemû xwedî li vê kampanyayê derkevin û azadiya Ocalan misoger bikin.”

SALARNI: YÊN RASTÎ BERPIRSYAR IN BÊDENG DIMÎNIN

Parêzer Artûro Salernî ku piştî Spena axivî, bal kişand ser rojên Romê yên Abdullah Ocalan. Salernî anî ziman ku Ocalan neçar ma ku ji Romayê derkeve û wiha got: “Hemû hêzên ku Ocalan neçarî derketina Îtalyayê kirine, îro ji 25 salên dîlgirtinê û şert û mercên giran ên tecrîdê berpirsyar in. Hemû qanûnên navneteweyî şert û mercên ku Ocalan tê de ye wek îşkence pênase dikin, lê mixabin tevî vê yekê jî saziyên rayedar li hemberî van şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ye bêdengiya xwe didomînin.”

EROL: SEDEMA NEZELALIYA LI ÎMRALÎIYÊ NÊZÎKATA PIRSGIRÊKA KURD E

Piştî Salarnî, Parêzerê Abdullah Ocalan Ozgur Erol axaftinek kir. Erol di destpêka axaftina xwe de pêvajoya dîlgirtinê ya Abdullah Ocalan nirxand û dûre bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîda ku îro tê de ye. Erol anî ziman ku Îmralî cihekî li ser nediyariyê hatiye avakirin û wiha got: “Li Îmraliyê tu hêza desthilatê heta şaneyê xwe hîs dikî lê tu nizanî çi mafên te hene. Îmralî di nav sînorên welatekî endamê Konseya Ewropayê de pêş ket. Di nava van sînoran de 13 sal in destûr nayê dayîn ku parêzer bikevin girtîgehê. Ji ber vê taybetmendiyê zehmet e ku mînaka wê were dîtin.”

Erol destnîşan kir ku şert û mercên Abdullah Ocalan û sedema nezelaliya li Îmraliyê rasterast bi nêzîkatiya dewletê ya li pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û got ku ji bo çareseriya radîkal a pirsgirêka Kurd muxatabê herî mezin Abdullah Ocalan e.

Erol kampanyaya ku li qada navneteweyî hatiye destpêkirin bi bîr xist û wiha axivî: “Îro dema ku ji çar aliyên cîhanê daxwazên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bilind dibin, saziyên rayedar bêdengiya xwe didomînin. Sedema vê bêdengiyê nêzîkatiya wan a li hemberî Ocalan e. Ji bo Ocalan di çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze, divê azadiya wî bê misogerkirin.”

NEWROZ ÛYSAL: BI TECRÎDÊ DI ŞER DE ISRAR DIKIN

Piştî Erol Parlamentera HEDEP’ê Newroz Ûysal axivî û diyar kir ku li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê tê avakirin. Ûysal anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê hatiye avakirin li ser hemû beşên civakê tê meşandin û got: “Qedexe û binpêkirin tenê bi Îmraliyê re sînordar nîne, li ser gelê Kurd zext û êrîşeke mezin heye. Ocalan di pirsgirêka Kurd de klîda sereke ye. Projeya ku Ocalan derxistiye pêş, ji bo çareserî û aştiya pirsgirêka Kurd e. Bangên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê her tim bê bersiv man. Bi vê bêdengiyê jî neman, li ser gelê Kurd û têkoşîna wî jî zextên mezin dan destpêkirin.”

‘HIKÛMET DI ŞER DE ISRAR DIKE’

Newroz Ûysal da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2019’an de îro li gelek navendan şer diqewimin dît û li ser vê yekê hişyarî da û wiha got: “Lê mixabin hemû bang û hişyariyên wî bê bersiv man. Em di wê baweriyê de ne ku projeya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin wê şerê li Tirkiye û Rojhilata Navîn çareser bike. Lê hikûmet bi kûrkirina tecrîda li Îmraliyê di şer de israr dike.”

PALMA: TU PÊNASEYA TECRÎDA LI SER OCALAN NÎNE

Parêzera Îtalyanî Maûra Palma jî axivî û destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan tu pênaseyekî hiqûqî nîne. Palma got ku bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê nayê qebûlkirin.

Palma anî ziman ku divê Ewropa têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve li ber çavan re derbas bike û got: “Pirsgirêka Ocalan û şert û mercên wê ne pirsgirêka derve ya Ewropayê ye, Ewropa hevkar û muxatabê vê pirsgirêkê ye. Divê Ewropa zexta siyasî li Tirkiyeyê bike da ku Ocalan mafê hevdîtina parêzer û malbata xwe ji nû ve bi dest bixe.”

ZEROCALCARE: JI BER KU TIRKIYE JI SÎSTEMA LI ROJAVA DITIRSE ÊRÎŞ DIKE

Piştî axaftina Maûra Palma beşa duyemîn a konferansê dest pê kir. Di beşa duyemîn de, Karîkatorê Îtalî Zerocalcare axivî. Zerocalcare serlêdan û çavdêriyên xwe yên di serdana Rojava û Şengalê de vegot. Zerocalcare anî ziman ku paradîgmaya ku Ocalan pêşkêşî me kir ne tenê utopya ye û got: “Ev paradîgma îro li Rojava û Şengalê tê avakirin. Ev pergala ku li vir hatiye avakirin ne tenê ji bo xweparastinê ye, şoreşa li vir şoreşeke civakî ye. Tirkiye îro ji ber ku ji vê şoreşa civakî ya li ser fikrên Ocalan hatiye avakirin ditirse vê herêmê dike hedef. Tirkiye îro li Rojava êrîşî sivîlan dike û binesaziya sivîlan dike hedef. Li hemberî van êrîşan divê em piştevaniya gelê Kurd û di azadiya Ocalan de israr bikin.”

Piştî Zerocalcare, Serokê Konseya Keskan a Herêma Lazio û Koma Çep Claûdio Marotta axivî û bal kişand bi ser fikrên Ocalan û projeya konfederalîzma demokratîk.

Di konferansê de Endama Tevgera Jinên Kurd Zîlan Diyar jî axivî û bal kişand ser Tevgera Jinên Kurd ku çima di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de israr kiriye.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin