المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Mûnzûr: Divê paradîgmaya Rêber Apo bê pêk anîn

0 70

Berdevkê Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr got, “Divê fikir û felsefeya Rêber Apo li her derê belav bibe û her wiha bi belavbûnê ve sînordar nemîne, pêwîste bê pêk anîn.”

Berdevkê Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr, diyar kir ku ew ê li seranserê Sûriyê konferansekê lidar bixin û nameyek bi îmzeya parêzeran ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re bişînin.

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dostên gelê Kurd li 74 navendên cîhanê ku temenê Rêberê Gelê Kurd temsil dike pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” da destpêkirin. Berdevkê Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr, asta piştgirî û xwedîderketina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêngavê ji ANF’ê re nirxand.

WÊ ENCAMÊN XURTTIR BIAFIRÎNE

Ferzende Mûnzûr bal kişand ser girîngiya pêngavê û got, “Watedar û bi nirx bû. Weke însiyatîf em rasterast bûn şopdarê pêngavê. Kesayet, sazî û rêxistinên ku paradîgmaya Rêber Apo pejirandin, gihiştin wê qenatê ku wê bibe wesîleya rizgariya gelê cîhanê. Her wiha di salvegera Komploya Navneteweyî ya ku 25 saliya xwe derbas kir de lidarxistina wê peyamek watedar bû. Ew ê hemû kampanyayên hatine destpêkirin wê temam bike û dê encamên hîn xurtir derbikeve. Ji 6 parzemînan beşdarî pêngavê bûyîn, nîşana wê yekê ye ku ew li her navendek cîhanê belav bûye.”

PARADÎGMAYA WÎ DIGIHÎNIN GELAN

Mûnzûr bal kişand ku piştî destpêkirina pêngavê li herêmê gelek çalakî hatin lidarxistin û wiha dewam kir: “Pêngav ji Dêrikê heta Şehba, li Kobanê û herêmên rizgarkirî belav bû. Li Şam û Helebê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Ji rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û raya giştî daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn. Hema hema li hemû bajaran meşên girseyî û çalakiyên kon hatin lidarxistin. Ji van çalakiyan wêdetir paradîgmaya Rêber Apo li her gund û bajaran bi panel û semîneran ji gel re hatin dayîn û nîqaş hatin kirin. Tenê meş û çalakiyên kon têrê nake, divê em di asta fikir de çalakiyan lidar bixin. Divê her sazî û rêxistin, her mal bi paradîgmaya Rêber Apo bê avakirin.”

CPT Û OHCHR TI GAVEKE ERÊNÎ NEAVÊTIN

Mûnzûr bi bîr xist ku 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine komkirin radestî CPT û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan (OHCHR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin kirin û wiha got: “Ji heyetek Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavek wisa destpêkek bû. Encama ku me ji hevdîtinên bi van saziyan re derxistiye ev e ku têkoşîna çareseriya pirsgirêka Kurd û temînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke têkoşîneke mafdar dibînin, di ferqa neheqî û binpêkirinan de ne, lê mixabin heta niha gavên erênî neavêtine.”

DIVÊ RÊ Û RÊBAZ BÊN DEWLEMENDKIRIN

Mûnzûr, diyar kir ku roj bi roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlîbûneke xurt ji bo pêngavê heye, lê di mijara zêdekirina çalakiyan, zêdekirina bandora çalakiyan û xurtkirina çalakiyan de aliyên ku divê bên temamkirin destnîşan kir û wiha pê de çû: “Divê rê û rêbazên têkoşînê bên dewlemendkirin. Divê fikir û felsefeya Rêber Apo li her derê belav bibe. Divê ne tenê belav bibe divê di jiyanê de jî were pêkanîn. Di konferansê de bi beşdariya parêzer, û huqûqî û bijîjk û endemên insiyatîfa Sûriyê ya azadiya rêberî ji Sûriyeyê wê tecrîda mutleq, binpêkirin, şert û mercên tenduristî û ewlehiyê yên li ser Rêber Apo bi kûrahî bên nîqaşkirin. Nameyek bi îmzeya parêzerên ji Sûriyeyê wê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re bê şandin. Bangawaziyên me yên ji bo sazî û rêxistinên li çaraliyê cîhanê ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin wê bidomin. Ji bo dewlemendkirina rê û rêbazên têkoşînê hê jî nîqaşên me dewam dikin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin