المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin

0 57

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike careke din serlêdan kir.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin