المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Konferansa DBP’ê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe, em ê li ber xwe bidin!

0 31

Di konferansa DBP’ê de peyama “Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe, em ê li ber xwe bidin” hate dayîn.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê lidar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” konferansa xwe ya mezin lidar xist. Ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tevlî konferansê bûn. Di konferansê de coşeke mezin hebû. Di konferansa peyama “Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe, em ê li ber xwe bidin” hate dayîn.

Çendek nîşeyên di konferansê de derketin pêş wiha bûn:

* Ji çar aliyên welêt bi hezaran kes tevlî konferansê bûn.

* Welatiyên tevlî konferansê bûn bi saetan stran gotin û govend gerandin.

* Di tevahiya konferansê de hemû stran bi Kurdî bûn.

* Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan axaftinên xwe bi Kurdî kirin. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari bi zimanên Kurdî û Erebî beşdar silav kir. Hemû axaftvanên din axaftinên xwe bi Kurdî kirin. Belgeya helwestê ya konferansê jî bi kurdî bû.

* Zimanê pankartên li eywanê hatin daliqandin bi Kurdî bû.

* Di tevahiya konferansê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme hatin berzkirin. Her tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Her wiha dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” derketin pêş.

* Di axaftinan de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîd û çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk derketin pêş.

* Hat ragihandin ku dê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 18’ê mijdarê de “Meşa Azadiyê” were destpêkirin.

* Gelemperiya siyasetmedaran cilên Kurdî li xwe kiribûn û vê yekê bal kişand.

* Jinek li ser kursiya biteker hate konferansê.

* Polîsên ku li noqteyên lêgerînê disekiniyan, nehiştin welatiyên cil û bergên Kurdî li xwe kirin bikevin eywanê. Yên ku nehiştin bikevin eywanê, stranên Kurdî gotin û govend gerandin. Welatiyekî wiha bertek nîşan da: “Ma cilên min gefeke çawa li ser ewlehiya te çêdike?” Parlamentera HEDEP’ê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî êlekekî polîsan nehiştî bikeve hundir hilgirt û got ku dê êlekî li Meclisê jî li xwe bike.

* Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan jî pûşiyeka ku polîsan nehiştin bikeve hundir hilgirt û wisa tevlî konferansê bû.

* Di belgeya helwestê ya di dawiya konferansê de hate parvekirin de hat ragihandin ku seferberiya xwebirêxistinkirinê hatiye destpêkirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin