المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

 Abdullah Ocalan heye

0 30

Şaredarê Herêma 8’emîn a Romayê Amadeo Ciaccheri got, “Di têkoşînên li Ewropayê de pêwîstiya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye.”

Şaredarê Herêma 8’emîn a Romayê Amedeo Ciaccheri, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 32 meh in agahî jê nayê girtin û di tecrîda mutleq de tê ragirtin, bê rakirin.

Ciaccheri, di demeke ku êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser gelê Kurd didomin de hat Navenda Çanda Kurd a Araratê ya li Romayê û daxwaza xwe ya hevgirtinê bi civaka Kurd re anî ziman. Ciaccheri got, “Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan ez hatim Navenda Çanda Kurd a Romayê da ku bi civaka Kurd re bixebitim.

Ciaccheri qala girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd kir û got, “Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo çepên li Ewropa û Îtalyayê jî pirsgirêkek girîng tê dîtin. Beriya hemû têkoşînên li Ewropayê pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye. Ya ku îro li Rojhilata Navîn diqewime işaretê bi girîngiya azadiya wî dike.”

AMADEKARIYA BELGEYA HEVPAR

Şaredarê Herêma 8’emîn a Romayê, diyar kir ku ji bo Parlamentoya Ewropayê ya ku li hemberî tecrîdê bêdeng maye bikeve tevgerê ew ê bixebitin û wiha got: “Em bi Meclîsa Bajêr a Romayê re dixebitin û em hewl didin bala gel û raya giştî ya neteweyî bikişînin ser belgeyekê ku bibe sedem parlamentoya Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bixebite. Abdullah Ocalan li Romayê ma û em piştevaniya xwe ya li cem gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan li Romayê didomînin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin