المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li ber Parlamentoya Elmanyayê kon hat vedan

0 30

Di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li ber avahiya Meclîsa Federal a Elmanyayê (Bundestag) ji bo 3 rojan kon hat vedan.

Paytexta Elmanya Berlînê, ji bo balê bikşîne ser pirsgirêka Kurd a cîhanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, careke din bûye platformeke girîng. Çalakiya “Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku li ber avahiya Meclîsa Federal hat lidarxistin, bi çalakiya kon a 3 rojan dest pê kir.

Parlementer, parêzer, nivîskar, rojnamevan, rêxistinên sivîl û kesayetên naskirî beşdarî çalakiyê bûn.

Di roja yekemîn a çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlîn (Meclîsa Kurdistana Azad) ve hate organîzekirin de, mêvan hatin agahdarkirin. Her wiha li ser ekranên televîzyonan paradîgmaya Abdullah Ocalan bi dîmen ji beşdaran re hat pêşandan.

Çalakiya ku belavokên li ser tecrîda li Îmraliyê, pergala îşkenceyê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Çalakî dê 3 rojan bidome.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin