المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê pirsgirêkên gelê Kurd xelas nebin’

0 45

Parlamentera HEDEP’ê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan got, “Birêz Ocalan ev 24 sal in li dijî vê pergalê têdikoşe. Divê hemû kes di mijara tecrîdê de hişyar be. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê pirsgirêkên gelê Kurd xelas nebin.”

Mîhrîcana Çand û Hunerê ku bi hevkariya Organîzasyona Sanatçayê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û bi dirûşma “Jina Azad Hunera Azad” li Êlihê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de Zarok MA li Petrolkentê bi zarokan re hate gel hev. Di çalakiyê de bi zarokan re resm hatin xêzkirin û stran hatin gotin. Çalakî, bi strana “Zimanê kurdî” ya koroya zarokan bi dawî bû. 

Di çarçoveya mîhrîcanê de her wiha li avahiya Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê bi sernavê “Tecrîd û pişaftin” panelek hate lidarxistin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Işik Yildiz moderatoriya panelê kir û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysal û Hevgerînendeya Giştî ya Kovara Destarê Jîn Aryen weke axevêr tevlî bûn. Gelek kes tevlî panelê bûn. 

TECRÎDA ÎMRALIYÊ 

Parlamenter Uysal diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û ev tişt anî ziman: “Li gorî qeydên navneteweyî tevnagerin. Heta bi qanûnên xwe jî nakin. Di hiqûqa navneteweyî de bi tu awayî hevdîtina bi parêzeran re nayê astengkirin. Lê li Îmraliyê bêyî hincetek were nîşandan ev hevdîtin tên astengkirin. Bi rêya tecrîdê maf tên binpêkirin. Birêz Ocalan gotibû; ‘ji roja hatim girtin heta niha tecrîd heye.’ Tecrîda bi komployê dest pê kiribû hêj didome. Heta qedexeye ku gardiyan jî bi birêz Ocalan re biaxivin. Mercên odeya wî gelek xerab in.” 

  Bi domdarî Uysal anî ziman ku tecrîd dikare bi 3 qonaxan were vegotin û wiha dom kir: “Pêvajoya ji sala 1999’an heta hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê. Ev pêvajo, pêvajoya ku tecrîd herî zêde dirêj kiriye ye. Tevî ku pêvajoya çareseriyê jî bû lê wisa bû. Di wê pêvajoyê de hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatin astengkirin. Serdema duyemîn; pêvajoya hewldana darbeyê ye. Di vê pêvajoyê de her sê mehan carekê ji bo malbatan, her 6 mehan carekî jî ji bo parêzeran biryarên qedexeya hevdîtinê dan. Di pêvajoya dawî de jî tu agahî jê nayên girtin. Di hevdîtina dawî ya li ser telefonê de axaftin hate qutkirin. Armanca tecrîdê ew e ku civakê dîzayn bikin. Birêz Ocalan, Rêberê Gelê Kurd e. Bandora wî pir mezin e. Li Rojhilata Navîn pergaleke nû tê avakirin. Di vê pergalê de li şûna Kurdê azad, Kurdên kole dixwazin. Yên ku vê dixwazin jî tecrîdê didomînin. Ocalan, bi berxwedanê bersiv da tecrîdê. Dema li wir li ber xwe dide, hizra wî li ser pêşeroja gelê Kurd e. Her tim di nava hilberînekê de ye. Li girtîgehê 20 pirtûk nivîsand. Birêz Ocalan ev 24 sal in li dijî vê pergalê têdikoşe.” 

‘HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE WÊ PIRSGIRÊKÊN GELÊ KURD XELAS NEBIN’

Bi domdarî Uysal diyar kir ku sepanên şerê taybet di meriyetê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê yekê êrişî qada bandorê ya birêz Ocalan dikin. Dewlet hewl dide ku gel birêz Ocalan ji bîr bike. Di her qadê di nava vê hewldanê de ye. Şerê taybet dixin dewrê û hewl didin gel dûr bixin. Êrişî fikrên wî dikin. Lê di halê hazir de nekarîn vê bi ser bixin û fikrên birêz Ocalan li qadeke pir berfireh belav bûn. Me ev yek di kampanyaya dawî ya li seranserî cîhanê hatiye destpêkirin de dît. Divê hemû kes di mijara tecrîdê de hişyar be. Birêz Ocalan 24 sal in li ber xwe dide. Heta ku tecrîd bi dawî nebe jî wê pirsgirêkên gelê Kurd xelas nebin û her ku diçe zêdetir bibin.” 

POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ 

Jîn Aryen jî destnîşan kir ku domandina tecrîdê û nerakirina wê mijara “xwerexnekirinê” ye. Aryen, bi domdarî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, li dijî polîtîkayên pişaftinê bal kişandibû ser girîngiya hêza jinan. Diyar kiribû ku mezintirîn hêza li dijî polîtîkayên pişaftinê, jin in. Divê li dijî polîtîkayên topyekûn ên pişaftinê yên îktîdarê, em jî bi berxwedaneke topyekûn bisekinin. Nêzikatiya li hemberî kurdî ya li Êlihê gelek baş e. Li dijî polîtîkayên pişaftinê, li vir seknekî xurt heye. Bi vê sekna xwe hem ziman hem jî çanda xwe pêş dixe. Me li vir xebat meşandin û me dît ku di her qadê de ziman û çanda xwe diparêze. Ev sekn gelek girîng e.”

Aryen, axaftina xwe wiha qedand: “Heke zîhniyeta me ji bo pêşxistin û belavkirina çand û zimanê me be, wê demê divê nêzikatî û têkoşîneke xurt were dayîn. Darên me tên şewitandin, xwarinên me di bin navê mîhrîcanan de bi awayên cuda tên danasîn. Mîhrîcanên bi destê îktîdarê tên lidarxistin, ji xwe bi armanca pişaftinê tên kirin. Ji bo xapandina gel jî stranên kurdî vedikin. Lê tekane armanca wan ew e ku kurdî cuda nîşan bidin û têxin qalibekî.” 

Panel bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû. 

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin