المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

 Cotmehê derdikevin

0 30

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ragihand ku ew xwedî li pêngava cîhanî derdikevin ku di 10’ê Cotmehê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hate destpêkirin.

TJK-E di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ew kampanya cîhanî ya di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin, silav dikin.

TJK-E got, “Destpêkirina pêngaveke bi vî rengî ji aliyê jinên çepgir, sosyalîst, demokrat, azadîparêz û xwedî exlaq û wijdan, ciwan, fîlozof, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sendîkavan, siyasetmedar û saziyên demokratîk ve, ku xwe weke dostên gelê Kurd û Rêber Apo dibînin, bi qasî ku stratejîk e xwedî wate û nirxeke dîrokî ye jî.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Destpêkirina pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ di salvegera komploya navneteweyî de jî xwedî girîngiyek mezin e. 10’ê Cotmehê salvegera 25’mîn a êrîşa komploya navneteweyî ya sala 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê sîstema kapîtalîst a cîhanî ya modernîteyê ve hate kirine. Bersiva herî mezin û bi wate ya li hemberî komploya navneteweyî, destpêka pêvajoyeke bi vî rengî ya pêngavê bû. Êşkence, tecrîd û polîtîkayên tecrîdê yên 25 sal in li Îmraliyê li ser Rêber Apo tên meşandin, ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî veguherî skandaleke hiqûqî ya ku mînaka wê nîne. Bi vî rengî hêzên hegemon dixwazin hawira aştî û çareseriyê ya li Rojhilata Navîn bi paradîgmaya alternatîf a ji aliyê deng û ramanên Rêber Apo ve hatiye afirandin xera bikin û bi vî awayî hewl didin têkoşîn, maf û destketiyên bi rûmet ên gelê Kurd tine bikin.

Li aliyê din Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna xwe ya 50 salî bi şikandina dîwarên betonê destana vejînê afirand. Bi vejîna gelê Kurd re hebûna xwe, îradeya xwe, hêza xwe ya siyasî, civakî ya ronakbîr û rêxistinkirî derxist holê û di nava şoreşan de şoreş pêk anî. Rêber Apo bi felsefeya xwe ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re îradeya jin û dilsoziya jinê ya ji bo têkoşîna azadiyê ava kir û rastiya civaka bi jinê hatiye xurtkirin û bi jinê hatiye azadkirin derxist holê. Pêşketina şoreşa Rojava weke şoreşa jinê û pêşengiya jinê di şoreşa civakî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de îdeolojiya azadiya jinê derxist asteke gerdûnî û hişt ku jinên cîhanê li dora formula efsûnî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bicivin.

ARMANCA SEREKE MISOGERKIRINA AZADIYA FÎZÎKÎ YE

Armancên sereke yên pêngava azadiyê ya cîhanî ku 10 ‘ê Cotmehê bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dest pê kir, hilweşandina sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev jî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd li ser esasê azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Û ev gaveke mezin e ku helwestên sexte, bêexlaq û durû yên sazî û rêxistinên navneteweyî yên ku qaşo berpirsiyarê ‘parastina mafên mirovan û demokrasiyê’ ne û ev 25 sal in rola sê meymûnan dilîzin, eşkere dike. Ev yek îfadeya ku ew bêdeng bimînin jî wê hiş, wijdan û exlaqê mirovahiyê ti carî bêdeng nemîne.

Em ji bîr nekin ku; Her hewldanên ji bo hilweşandina sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, wê di demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn û heta afirandina demokrasiya cîhanî de roleke mezin bilîze. Ev kampanya ku li ser asta cîhanê ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatiye destpêkirin ne tesaduf e, bi ruhê azadiyê yê serdemê re hevaheng e. Ji ber ku bawerî û hêviyek heye ku jiyaneke demokratîk, azadîparêz û ekolojîk a jinê ji bo cîhanê bi paradîgma û ramanên Rêber Apo li hember pergala modernîtiye kapîtalîst were avakirin. Her wiha ev yek bawerî û hêviya ku wê bi Rêber Apo re azadî bi ser bikeve derdixe holê.

EM XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERDIKEVIN

Em wek Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ ku di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 80 navendên cîhanê bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û çareseriya pirsgirêka Kurd hat destpêkirin hembêz dikin û em îdîaya xwe diyar dikin ku em ê vê kampanyayê bi ruh, hêz, fikir, hestiyarî û çalakiyeke bi pêngavê ber bi serkeftinê ve bibin. Ji bo ev pêngava dîrokî bi ser bikeve, em ê hem di warê civakî û hem jî di warê dîplomatîk de xebat û plansaziyên xwe yên li gorî erka xwe pêş bixin. Em destnîşan dikin ku yek ji armanca me ya herî girîng ew e ku fikir û paradîgmaya Rêber Apo bigihînin jin û gelên welatên em lê ne û careke din diyar dikin ku em ê bi hêza rêxistinbûyî ya jinê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bişkînin.

LI DUSSELDORFÊ FORÛMA HEVPAR

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ de, em bang li jinan dikin ku di 21’ê Cotmehê de li Dusseldorfê bi beşdariya hem dostên navneteweyî hem jî saziyên navneteweyî û saziyên jinan ên Kurdistanî bi hevparî beşdarî foruma ‘Azadî wê bi ser bikeve’ bibin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin