المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ferzende Munzur: Dema ciwan rabin giştî civak rabe

0 65

https://ok.ru/videoembed/6924626364975

QAMIŞLO – Duh li bajarê Qamişlo, Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriye, tevlî pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bû, ku di asta cîhanê de ji bo fizikî azadiya Rêber Apo re hatiye destpêkirin. Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûriyeyê Ferzende Munzur li ser vî kampanya û bi taybet li ser rol û misyona ciwanan weke pêşengên vê civakê bi ajansa me ya Nuçe Ciwan re hevpeyvîn kir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:
“Wekî tê zanîn, îro kampanya ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan azadî, çareserîya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd hatibû dest pêkirin re Bakur û Rojhilatê Sûrî jî tevlî vê kampanya cîhanî bû. Kampanya ku li 5 parzemînên cîhanê û 74 bajar destpêkiri bû, îro Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê tevlî vê bû. Di vê mijarê de em di hêvîyê de ne ku tevahî gelê me, giştî cihê xwe tê de bigre û bi taybet gerek ciwan rolekî pêşeng bilizin. Ji ber ku dema ciwan radibin, hemû civakê jî dixin tevgerê û pêşengtîyê vê dikin. Em di vê bawerîyê de ne ku ev hemle wê gelekî mezin bibe, bilind bibe û hemû civak wê tevlî bibe. Bi rêbazên afrîner wê pêşbikeve û serbikeve û rola ciwanan jî wê tê de xuya bibe. Serkeftin ji bo we.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin