المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

‘Mifteya pêvajoyê statû û sererastkirina qanûnî ne’

0 3

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar, diyar kir ku pêvajoya berdewam a derbarê pirsgirêka Kurd de di qonaxek krîtîk de ye. Çandar, destnîşan kir ku daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên 4’ê Gulanê dikarin “dîrokî” bin.

Çandar, anî ziman ku “statuya Rêber Apo” û sererastkirina qanûnî yên berfireh ji bo pêşvebirina pêvajoyê pêwîst in û got, “Em niha tam di vê nuqteyê de ne.”

Cengîz Çekdar, diyar kir ku Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe de got ku “pirsgirêka statûyê nayê paşguhkirin” û her wiha pêşniyar kir ku “pêvajoya Aştî û Kordînasyona siyasî ya” ji bo sazûmankirina pêvajoyê were avakirin.

Çandar, da xuyakirin ku heta niha gavên şênber nehatine avêtin û biryarên “mafê hêviyê” nehatine bicîhanîn û got, divê amadekariyên “Qanûna Derbasbûnê” an “Pêşnûmeya Qanûna Taybet” dest pê bikin.

Cengîz Çandar, behsa daxuyaniyên Devlet Bahçelî kir û got ku ger Bahçelî nebûya dibe ku ev pêvajo pêk nehatiba.

Çandar, diyar kir ku tiştekî xwezayî ye ku carnan pêvajo bixitime û got, “Di pirsgirêkek sed salî de, astengiyên demkî dibe ku çêbibin..”

Çandar, got ku ji bo pêvajo pêşve biçe “sebir, berxwedan û biryardarî” hewce ne û destnîşan kir ku divê ji bo kesên çek danîne, di girtîgehê de ne an jî li sirgûnê ne çareseriyek hiqûqî bê peydakirin.

Çandar, anî ziman ku girîng e ku berî Meclîs bikeve betlaneyê, sererastkirina qanûnî werin çêkirin û got, “Divê di Hezîranê de lihevkirina pêwîst were bidestxistin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin