المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

‘Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye’

0 18

Rêber Apo ku nêzî 3 saet û nîv hevdîtin bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re pêk anî, got: “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye.”

PEYAMA RÊBER APO

Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi vî rengî ye:

“Di 3’yê Cotmeha 2025’an de, me li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re nêzîkî sê saet û nîvan hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan wekî her carê bi moral, tendurist û bi xwebaweriyeke bilind bû.

Wî anî ziman ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku sala borî dest pê kir, li welat şer û pevçûn rawestandiye û pêşî li gelek metirsiyên mezin girtiye û her kesê ku di vê yekê de rola xwe lîstiye, xwedî kedek bi rûmet û mezin e.

Birêz Ocalan got, “Şaristanî piştî sê sedsalên pevçûnên wêranker û windahiyên mezin di şerên cîhanî de, demokrasiya muzakereyî wekî modelekî çareseriyê ya girîng pêş xist. Bingeha vê rêbazê divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî û derveyî esas bê girtin.”

Rêzdar Ocalan pêşniyaz kir ku di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.

Birêz Ocalan, daxuyaniya 27’ê Sibatê bi bîr xist û got, “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye,” û destnîşan kir ku di qonaxa gihîştî de, tespîtkirin û cîbicîkirina pêwîstiyên hiqûqî bi nêrîneke rast û yekgirtî gelekî girîng e.

Dawiyê Birêz Ocalan anî ziman ku divê sedsala nû ya Komarê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin