Daxuyanî ji bo Raya Giştî:

Li ser bingeha banga dîrokî ya ji bo aştî û civakeke demokratîk, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocelan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, ku bangeke samîmî ji bo xurtkirina nirxên demokrasî, aştî û jiyana hevbeş di navbera gelan de radigihîne, Foruma Ewrûpî ya Azadî û Aştiyê kampanyeke navneteweyî bi silogana “Ez dixwazim Abdullah Ocelan bibînim” da destpêkirin.
Di 20’ê Tebaxê de, Înîsiyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocelan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi rêya destpêkirina kampanyeke berfireh di bin heman dirûşmeyê de, ku li parêzgehên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek bajarên din ên Sûriyê, bersiva vê bangê dan.
Vê kampaniyê dengvedaneke berfireh dît û gelek alî beşdar bûn: çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk, endezyar, û her wiha nûnerên komên etnîkî û olî yên cihêreng li Sûriyê, di nav de Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Êzîdî, Tirkmen, Çerkez, û her wiha mezhebên cuda yên Îslamî (Sunnî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî tevlî bûn. Hejmarek ji kesayetiyên navdar ji Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siweyda û Îdlibê jî tevlî bûn.
Bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî ya 2025’an, ku îsal bi silogana “Ji bo cîhaneke aştiyane tevbigerin” ku di 21’ê Îlonê de tê lidarxistin, em bi kêfxwşî ji raya giştî re radighînin ku kampanya çalakiyên me di 10’ê Îlonê de bi beşdariya 2,541 kesan ji beşên cûda yên civakê bi dawî bû.
Encamên vê kampanyayê, tev nameyek fermî, dê ji van saziyên navneteweyî yên têkildar re werin şandin:
- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî.
- Komîteya Ewrûpî ya dijî Îşkenceyê (CPT).
- Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê.
- Konseya Mafên Mirovan – Neteweyên Yekbûyî.
- Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê.
Bi pêşkêşkirina vê daxuyaniyê, em piştrast dikin ku daxwaza me di çarçeveya mafên bingehîn ên mirovan de ye, ku di serî de mafê azadî, aştî û dad.
Em hêvî dikin ku ev bangewazî li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî, ji aliyên peywendîdar ve bi baldarî û berpirsiyarî were dîtin.
Înîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocelan
Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocelan
Qamişlo – 21.09.2025