المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Civîna komîsyona meclîsê: Aştî demokrasî ye, azadiya nasnameyan e

0 16

Nûnera DOGUNKAD’ê Ozlem Kulahçi Tanaman ku li komîsyona li meclîsê lê hate guhdarîkirin, anî ziman ku lêgerîna Kurdan a li aştiyê tenê bêdengbûna çekan nîne.

Nûnera Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrrojhilat (DOGUNKAD) Ozlem Kulahçi Tanaman di civîna 11’emîn a Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî de axivî û qala bandora giran a şer li ser siyasetê, jiyana civakî, çand, aboriyê kir.

Tanaman destnîşan kir ku vê pêvajoyê bandora herî giran li jinan kir û ragihand ku ji bo aştî mayinde be pêwîstî bi garantiya destûra bingehîn, welatîbûna wekhev û azadiya nasnameyan heye.

Tanaman got, “Cihêrengî gef nîne, dewlemendî ye” û diyar kir ku hebûna xurt a jinan li nava mekanîzmayên hilberîn, siyaset û biryardanê temînata aştiyê ye.

Tanaman işaret bi aboriyê kir û bi bîr xist ku dema şer nebe bazirganî û razemenî zêde dibe, lewma aştiya mayinde wê çandinî, tûrîzm, lojîstîk û kar xurt bike.

Tanaman got, “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, di heman demê de xurtbûna demokrasiyê, azadiya nasnameya, garantîkirina edaletê, xurtkirina kooperatîfbûyînê û jinûve rabûna ser piyan a aboriyê ye.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin