المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Li Strasbourgê ji bo Rêber Apo mîtîng: Konseya Ewropayê bi dabînkirina “mafê hêviyê” neçar e

0 13

Kurdistanî û dostên wan, ji bo azadiya Rêber Apo û sepandina biryara “mafê hêviyê” ya DMME’ê, li ber Konseya Ewropayê mîtîngek li dar xistin. Yek ji parêzerên Rêber Apo, Omer Guneş, destnîşan kir ku Konseya Ewropayê neçar e sepandina biryara mafê hêviyê d

Li Strasbourgê, ji aliyê Komîteya Amadekariyê ya Meclîsa Gel a Kurd ve, li ber avahiya Konseya Ewropayê mîtîngek ji bo azadiya Rêber Apo û daxwaza “mafê hêviyê” hate organîzekirin. Beşdarîya mîtîngê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve gelekî zêde bû; pankartên bi zimanên cuda û wêneyên Rêber Apo hatin hildan. Girseyê gelek caran dirûşmên ji bo azadiya Rêber Apo berz kirin.

Mîtîng ku beriya civînên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di navbera 15-17’ê Îlonê de hate lidarxistin, bi axaftina destpêkê ya komîteya amadekariyê dest pê kir. Piştre Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk a Kurd ên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut û Engin Sever axivîn.

Zubeyde Zumrut bal kişand ser biryara “mafê hêviyê” ya DMME’ê ya sala 2014’an û dema ku sala borî ji aliyê Konseya Ewropayê ve ji Tirkiyeyê re hatibû dayîn, û diyar kir ku nesepandina biryaran bijardeyeke siyasî ye. Zumrut, anî ziman ku divê Konseya Ewropayê bêhiqûqiyê rewa neke û ji bo azadiya Rêber Apo gavên berbiçav bavêje.

Engin Sever jî got ku Tirkiyeyê dema ku ji bo wê hatiye dayîn bi kar neaniye û dewletên Ewropayê jî têra xwe deng dernexistine, û wisa got: Azadiya Rêber Apo ji bo gelê Kurd xeta sor e.

Ayten Kaplan a ku li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) axivî, diyar kir ku muhatabê proseya aştiyê Rêber Apo ye û got ku divê Tirkiye guhertinên zagonî bike û girtiyên siyasî azad bike. Kaplan, wisa got: Maf ji her kesî re tê naskirin, lê çima ji Kurdan re nayê naskirin? Divê bersiva vê were dayîn.

Parêzerê Rêber Apo Omer Guneş, biryara “mafê hêviyê” ya DMME’ê bi bîr xist û anî ziman ku Konseya Ewropayê neçar e sepandina vê biryarê dabîn bike. Guneş, bi referansa mînaka Azerbaycanê, got ku divê Tirkiye jî bi heman cezayan re rû bi rû bimîne.

Di çalakiyê de herwisa Sinan Ongan li ser navê înîsiyatîfa “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” û Ercan Jan Aktaş li ser navê Foruma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê û Zulkuf Sever ê ku ev 14 sal in koordînatorê çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê ye, axivîn.

Piştî gerandina govenda li ber stranên hunermend Kawa Ûrmiye, mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. Piştî mîtîngê, heta 19’ê Îlonê ku civînên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê didomin, çalakiyeke rûniştinê ya çar rojan bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan hate destpêkirin.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin