المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Ciwanên Herêma Rizgarkirî ji bo azadiya Rêber Apo komxebatek li darxistin

207

Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Rizgarkirî, Komxebateke diyalogê ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dike hedefa xwe, di bin dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, werın cenga azadiyê” hate li darxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan û jinên ciwan ên herêmên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, di bin dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, werin cenga azadiyê”, komxebatek li darxistin.

Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Rizgarkirî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan komxebateke di bin dirûşmeya “JI BO AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN, WERIN CENGA AZADIYÊ” hate li darxistin.

Di serî ji aliyê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê Ehmed Cemîl axivî û bi xêrhatina tevahî mêvanan kir, destpêkê Ehmed wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di serî de, em bi xêrhatina tevahî mêvanên ku ji Herêmên Rizgarkirî tevlê bûne dikin. Komxebata me ya diyalogê bûne, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di bin dirûşmeya ‘Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, werin cenga azadiyê’ hate li darxistin. Li ser vê esasê jî nîqaşên me yên ku bi pêş bikevin wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Ji bo Rêberê ku li hember hemû hêzên emperyalîst bi paredîgmaya xwe ya netewa demoqratîk bi berxwedaye.”

Piştî axaftina pêşwaziyê ya ku ji aliyê Ehmed Cemîl ve hatî kirin, tevahî beşdarvan ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekî rêzgirtin sekinînin.

Piştre ji aliyê Endamê Partiya Pêşeroja Sûriyê Cahid Hesen dest bi axaftina vekirinê kir Cahid wiha destpêkir; “Fikirên Rêber Abdullah Ocalan yên ku ji bo azadiyê bi pêşxistî, ji bo tevahî gelên herêmê û Rojhilata Navîn bûye çavkaniya îlhamê. Fikirên ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, rêgezên neteweya demoqratîk ku li gorî rêgezên exlaqî yên azad hatiye avakirin e.

Cahid Hesen îşaret bi berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyê tê meşandin kir û teqezî bi girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyan kir da ku dagirkeran derxin û projeya dewleta Tirk ya dagirkerî û mêtingerî têk bibin.

Cahid Hesen destnîşan kir ku yekîtiya gelan û bilindkirina têkoşînê bingeha pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û serhildana li hember dewleta Tirk e.

Her wiha Cahid Hesen rastiya jiyana Rêber Apo, li ku derê fikir û felsefeya xwe ava kiriye, ji gund heta piştî ku çû bajêr, çawa dewletên desthilatdar ji felsefe û fikirên wî ditirsin, ku hewl dide Rojhilata Navîn ji nijadperestî û desthilatdariyê rizgar bike û mafên gelan bide wan, şîrove kir.

Di dawiyê de Cahid Hesen gotina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi bîr xist ku dibêje: “Kî bixwaze bibe şoreşgerek rast, divê di dîrokê de bi awayekî kûr lêkolîn bike. Ev rastî yek ji taybetmendiyên têkoşerê şoreşgerî ye da ku cîhanê zêdetir nas bike.”

Piştî wê hin xal hatin nîqaş kirin ji wan nîqaşên ku bi pêşketine du xalên ku herî zêde girîng bûn wisa ne;

1-Sedemên komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û projeya Neteweya Demokratîk hatî kirin.

2-Rola ciwanan di sekna li hember komploya li ser herêman û azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo de çi ye.

Li ser van xalan nîqaş berdewam kir yek ji beşdarvanên Komxebatê bi navê Mecîd Mistefa axaftina xwe wiha anî ziman; “Yê ku xizmetê ji mirovahî û gelê bindest re bike, wan bi azadiyê ve bide girêdan, wê bibe hedefa hemû hêzên kapîtalîst, ji ber vê jî hemû hêzên dewletparêz fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe weke xeteriyekê dîtin, ji bo vê ew xistine nava çar dîwaran de.”

Di heman demê de beşdarvanê bi navê Ferîde Xelîl jî diyar kir ku dewleta Tirk ji bê çaretiya xwe li hember gerîla û gelên herêmê ve şer dike û wiha dewam kir; “Ji ber ku ji bilî gerîla û gelên herêmên kes li hember Osmaniyên nû şer nake û li berxwe nade. Ji ber vê jî dewleta Tirk ji bê çaretiya xwe êrîşî gerîla û gel dike. Lê tiştekî din jî heye ku dewleta Tirk aciz dike, ew jî dema ku wan Rêberê Apo girtin, wisa fêmkirin ku wê karbin fikirên wî jî bigirin, lê belê piştî ku Rêber Apo hate dîl girtin, hîn zêdetir fikir û felsefeyên wî belav bûn û gel xwedî lê derket.”

Her wiha beşdarvanên din jî bal kişandin ser rola ciwanan ya di nava vê pêvajoyê de, erka wan li kêleka gerîla divê çawa be û li hember komploya navnetewî divê çawa tevbigerin û gelek mijarên din jî bi berfirehî hatin nîqaş kirin. Piştî ku nîqaş li ser mijarên ku hatin diyarkirin bi pêşketin ciwanan sinevizyon pêşkêş kirin, sinevizyon di derbarê berhevkirina dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan yên ku ji bo komplo û komplogeriyê bi pêşxistine hate li darxistin.

Li ser vê bingehê ji beşdarvanên Komxebatê yên ku ji ajansa me re axivîne sedema li darxistina vê komxebatê parve kirin û destnîşan kirin ku wê encamên Komxebatê bibe sedema bilindkirina têkoşîna azadiya ya ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.

EMÊ HERTIM LI SER FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA XWE DEWAM BIKIN;

Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê Ehmed Cemîla wiha dest bi axaftina xwe kir; ” Em îro li bajarê Reqayê kom bûne, me komxebateke diyalogê bi pêşxistî. Komxebata me di bin dirûşmeya “Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Werin Cenga Azadiyê” hate li darxistin. Komxebata me bi beşdariya tevahiya ciwan û jinên ciwan ên Herêma Rizgarkirî Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê destpêkir. Di heman demê armanca me ji bê komxebatê ewe ku em weke ciwan rola xwe ya li hember van êrîşên dagirkeriyê û li hember komploya navnetewî bizanibin û erkên xwe yên demê pêkbînin. Destpêkê komploya navnetewî ji 9’ê Cotmeha 1998’an de, bi hevkariya tevahiya hêzên desthildar li ser Rêber Apo hate kirin. Lê wê demê plana wan bi ser neket. Piştî wî di sala 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo weke fîzîkî dîl girtin. Lê armanca wan hîn mezintirbû, dixwastin ku fikir û felsefeya Rêber Apo bê bandor bikin û wê desteser bikin, ji ber ku fikirên Rêber Apo xizmeta tevahiya mirovahiyê dike. Ji ber vê jî hemû hêzên kapîtalîst heya niha jî hewldidin fikirên Rêber Apo li ser gelên herêmê û gelên azadîxwaz ve bê bandor bikin. Lê belê hemû polîtîkayên wan vala derketin, raste Rêber Apo dîl girtin, lê belê nikarîbûn felsefeya Rêber Apo dîl bigirin û di şexsê Rêber Apo de tevahî mirovahiyê tune bikin. Emê jî weke ciwanên şoreşger heya dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî têkoşîn bikin, heman demê de emê heya têkbirina dagirkeriyê jî li berxwe bidin. Çi dibe bila bibe, emê hertim li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin, emê riya tevahî şehîdên xwe bişopînin.”

EM WEKE JIN BI SAYA RÊBER APO BÛNE XWEDÎ ÎRADE;

Her wiha Jina ciwan ya bi navê Bûşira Ehmed ku cihê xwe di rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Reqa de digire axaftina xwe bi vê rengî anî ser ziman; “Me îro li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên ji çar herêmên Rizgarkirî beşdarbûne, komxebatek li darxist. Di nava komxebata me de rojeva sereke komploya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan bi pêşketî bû. Em weke Tevgera Ciwanan bang li hemû ciwanan dikin ku ew jî werin cenga azadiyê û cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigirin. Di heman demê de em tevahî komplogerên ku ev komplo li ser Rêber Abdullah Ocalan bi pêşxistine şermezar dikin. Raste Rêber Apo weke fîzîkî dîl hatiye girtin û ew xistine nava çar dîwaran, lê fikirên wî nikarîne bixin nava çar dîwaran, îro em hemû li ser fikirên Rêber Apo dewam dikin, û Rêber Apo di nava me de jiyan dike. Em jî weke jin li tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn bi saya fikirên Rêber Apo bûn xwedî îrade.

Bûşira Ehmed êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ku dixwaze careke din xeyala Osmaniya nû bike şermezar kir û got; ” Di serî de ez êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku dixwaze dewleta Osmaniyan dîsa nû bike, li ser vê esasê jî êrîşî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike şermezar dikim. Lê belê em jî weke Tevgera Ciwanan ew hêz û îrade di me de heye ku em li hember van hemû êrîşan bisekinin. ”

EMÊ HEYA DAWIYÊ ŞOPDARÊ XETA RÊBER APO BIN;

Herî dawî jî ciwanên bi navê Fahid Ûwêd ku cihê xwe di rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Dêrazorê de digire wiha dewam kir; “Em jî îro li gel ciwanên Tebqayê kombûne, û tevlî Komxebata diyalogê bûne. Komxebata ku di bin dirûşmeya ‘Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Werin Cenga Azadiyê’ hatî li darxistin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike hedef. Em îro weke ciwan li vê derê xeta Rêber Apo dişopînin û piştgiriya berxwedana gerîla dikin. Me weke ciwan dîroka xwe bi fikir û felsefeyên Rêber Apo naskir, ji bo wê jî emê heya dawiyê xeta Rêber Apo bişopînin û li kêleka berxwedana gerîla cihê xwe bigirin.”

Herî dawî piştî ku nîqaş bi pêşketin û gelek nirîn di derbarê rola ciwanan de derketin, ciwan daxuyaniyek dan û bi daxuyaniya xwe diyarkirin ku wê ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî heya dawiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha daxuyanî ji aliyê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Minbicê Ehmed Cemîl ve hate xwandin û tê de encamên Komxebatê hatin eşkere kirin.

“Divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, bibe bingeha têkoşîna ciwanan û heman demê de bibe binegha xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger.”

“Fikirên Rêber Apo wê bi riya semîner û cîvanan ji gel were nasnadin.”

“Belavok derbarê ‘Rastiya Rêbertiyê’ de li hemû Herêmên Rizgarkirî werin belavkirin.”

“Dewreyên fikirî û leşkerî yên girtî û vekirî werin vekirin, da ku hejmareke mezin ji ciwanan werin perwerde kirin.”

“Baweriya ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya jin û civakê ye ji her kesî re were vegotin.”

“Di havînê de kamp werin vekirin û di nava van kampan de projeya netewa demoqratî ya Rêber Apo û stratêjiya şoreşê were danasîn